Ey Bela!

Husein Muhammed

mq1

Bela, ez bifirim esmanan, tu bi min re yî. Ji pişt her terraşê, bi çavek bel yek neqandî tevgerên min temaşe dikî. Herdem pêngava te ji berî ya min avêtî ye û li her quncikê astengên te, mîna leşkerên Roma Reş, li benda min in, bê ku ji kend û kospên te bipeyivim. Li her kolanê gerdena te ya tal û li ser wê jî dev û lixavên te dilê min radikin, ez hildiavêjim. Ji nav her ebayî bîna te – em jê xwe dispêrin Xwedê – êrîşê tîne ser min.

Bela, ax ev şehmezarî, ax ev rûreşî dema ku tu berî her rûdanekê ji berî qewimîna wê di nav ewrên xwe yên tikîtarî de vedişêrî. Xwezî min bizaniya ka tu çima çirayên asmanan ditemirînî, dikevî nav xwîna min, bi goştî re peymanan îmze dikî, dilreşiyê dixî nav min û min di avzêlê de dinoqînî.

Bela, bi laneta xwe xezebê li min dibarînî û ez nikarim rabibim, ji nav axê rizgar bibim ji ber ku te çiya jî bi ser min de herifandine. Di şikilê ximavmasî de mezin dibî, min digirî, dişewînî, zendên min dişidînî, li gerdena min dializî, min difetisînî.

***

Lê ji bilî vê yekê jî, bela, bi nihînî jî min dihelînî. Tu carna mîna xeyalan ji min re wehî dibî ji bo ku bi te nehesim, kengî hatî, çima vegerî yan qet tu heyî… Carna bi kirasê prensesê, carna şaşika, cemedaniya mele, carna jî bi zirxê şowalyeyan, du caran di heman şikilî de venagerî. Ey dijmina jiyanê, tu hunerzan û xwedîlîstik û bêguman koma derewan. Jehra te min dikenîne û te dikenîne, te dihêle û min diçewisîne.

Tu bi şevê tê cem min lê ranazî, bi min re nanivî. Tu şiyar dimînî, xwe bi min wek zêrevanê min, parêzvanê min didî nasandin lê di rastiyê de tu nanê min, mastê min jî bi jara xwe diherimînî. Bi bişirek nejidil dixwazî hevaltiya xwe ji min re rabigihînî, kîna xwe li min vebişêrî lê kurmekî dixî guldanka min, sonda min heram dikî, xencera nefretê di çavên evîndara min re diçikilînî, bişira wê ya mayî jî ji meyqedehê firr dikî.

Û kurmik gula evînê dixwe, evîn dirize, ax ev mêrkujiya te, bi nînokên tûj xapandin dilê min diçirrîne. Ax, ji derdan girantirîn keder, ma evîndarî di asta herî bilind de jî jixwe bû, bêsûd, tenê şewatek bêpayan ya ku di rûyê wê re bawer bi abadîniyê tê kirin? Ma ev hemû tenê perdeyek bû ji bo wê daxwaza tucaran-bicînehatî? Ma ev şewata dilê min tenê agirê volkanekî bû?…

***

Kirinên te, belayê, kes pê nizane. Ey neyara bêwest ya jiyanê, êrîşên te ne tenê yên raste-rast û berçav in. Niyetek xwe ya xêrê ji min re didî xwiyandin, xwe li ber wê vedişêrî, ez ber bi wê de diçim, dikevim astenga te bicîkirî. Ez bi niyetek paqij, bi daxwazek jidil dest bi kar dikim lê tu tiştan nîv-veşartî, ji ber çavên min radikî, berê min didî ciyek din. Bê agaha min destên xwe yên gemar-genî dixî nav karê min, zêr bi bêr diguherînî. Encam: virtîvala, xikîxalî!

Ax navenda kul û derdan, birîna bêderman, ez ê çi bikim: bi xebata xwe tu mirovî nikariye te bişkîne, bidestxistina yeketiya dil û xeyalan hêviyek kêm-çirûsk e, belkî xeyalek berevajî, karîkaturek nexîçandî. Mirovek dê ji abadîniyê re çi bike? Tenê toz, xwelî, serê şkestî, rondikên hişkbûyî.

***

Di çavên jiyanê de tu erjengî yî, şikilê te yê bêteşe, belayê, xwezaya ciwan, hêviya geş diherimîne.

1998

Leave a comment