Ebdulla Peşêw: Helbestên bijare bi kurmancî

Peshew

Wergerandina helbestên Ebdulla Peşêw li kurmancî[1]

Husein Muhammed

Ebdulla Peşêw (1946 Hewlêr) yek ji navdartirîn û hezkirîtirîn helbestvanên kurd yên serdema me ye. Zêdeyî 40 salan e ku ew helbestan dinivîse. Wî ta niha 8 dîwan derxistine  û hê gelek helbestên wî yên neweşandî jî hene. Peşêw carinan li Kurdistanê û biyanistanê digere û helbestên xwe di civîn û semîneran de bi deng dixwîne.

Peşêw helbestên xwe bi kurdiya soranî û bi alfabeya erebî dinivîse. Lê ew evîndarê hemî zaravayên kurdî ye loma di helbestên xwe de gelek peyvên kurmancî (yên ku wek din di soranî de nayên xebitandin) bi kar tîne û mirov dikare di helbestên wî de herwiha şopên hewramî û zaravayên din jî bibîne. Li hêleke din, di helbestên wî de devoka wî ya derdora Hewlêrê jî xwe diyar dide der.

Veke û bixwîne

Mijarên helbestên Peşêw bi kêmî evîn, welat, welatperwerî, bêtifaqiya kurdan, felsefeya jiyanê, êşa xerîbiyê û jana nivîsînê ne. Dirûvên helbestên wî dikarin – bi hinek sadekirinê – li ser sê qonaxan parve bibin: di helbestên pêşîn her rêzik biqafiye ye, paşî qafiye tê kêmkirin û tenê di hin rêzikên helbestê de heye. Vê dawiyê jî qafiye bi temamî hatiye terkkirin. Min hewl daye ku heta mimkin be, piralîtiya helbestvaniya Peşêw di vê çapa kurmancî de jî diyar bibe. Loma lê xebitîme ku ji hemû mijar û dirûvên helbestên wî hin nimûneyan bidim.

Heta niha hin helbestên Ebdulla Peşêw li gelek zimanan hatine wergerandin: rûsî, inglîzî, erebî, fînlendî, swêdî, danîmarkî, elmanî, ermenî, farisî û tirkî lê ew werger kêm bûne kitêb. Bi kurmancî berî niha pirtûkeke helbestên wî bi wergerandina Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb bi navê Veger – Birakujî û helbestên bijarte sala 1996ê li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye belavkirin. Pirtûk ji hin helbestên dîwana bi navê Birakujî û bîst kurtehelbestên bijare pêk tê. Herwiha deh sal derengtir Weşanxaneya Belkî li Diyarbekirê pirtûkeke bi 50 helbestên bijare ji hemî dîwanên Peşêw bi soranî lê bi alfabeya latînî û bi ravekirina hin peyvên helbestan bi kurmancî raberî xwendevanan kiriye.

Peşêw ji camêriya xwe hem hemû helbestên xwe yên soranî û hem jî wergerên erebî (nêzîkî sed helbestên kurt) û inglîzî (pêncî kurtehelbest), farisî (dîwana Berew Zerdeper), fîn(lend)î (wergerên ji wergerên inglîzî) û yên ta niha bi kurmancî derketine berdestî min kirin. Bêguman di wergerandina her helbestê de çavkaniya bingehîn helbesta resen ya bi soranî bûye lê wergerên erebî û inglîzî û bi taybetî jî yên fairsî hin car bo fehmkirina peyvekê yan biryardana li ser çawaniya wergerandina helbestekê yan beşek wê alîkariya min kiriye. Helbestên ku niha bi kurmancî pêşkêş dikim bi giranî ew in ku ta niha ne li kurmancî û ne jî li ti zimanên biyanî hatine wergerandin. Ji ber ku gelek helbestên dîwana Birakujî ji mêj ve bi kurmancî li ber destê xwendevanan bûne, min piraniya wê dîwanê niha wernegerand lê tenê çend nimûne jê dan.

* * *

Dema ku min xwest dest bi kurmancîkirina helbestên Peşêw bikim, hinekî ketim bêbaweriya bi xwe. Erê ev 15 sal in ku ji çend zimanan edebiyatê werdigerînim kurdî û rast e ku min berê ji soranî jî çend berhemên wêjeyî kirine kurmancî. Herwiha rast e ku helbestên Peşêw ne dijwartirîn berhemên wergerandinê ne bo min yê ku xwe li wergerandina berhemên wek Qur’anê, dîwanên Hafizê Şîrazî û Celaledînê Rûmî û şanoyên Shakespeare jî ceribandiye. Lê ketim wê bêbaweriyê ku dê neçar bibim di şêwe yan jî naveroka helbestan de kêmasiyên zêde peyda bibin. Herwiha hinekî ditirsîm ku encama kurmancîkirina helbestan ne bi dilê Peşêw bi xwe jî be dema ku ew wan bi kurmancî bixwîne.

Lê ku danûstandina min û birêz Peşêw li ser wergerandina helbestên wî germ bû, wî bi nerînên xwe yên di derbarê wergerandinê de tirsa min verevand. Peşêw bi xwe masterê wergerandina zimanên rûsî û inglîzî ye û doktoraya edebiyatê wergirtiye. Pisporiya wî ya di warê wergerandinê de, ne ku ez tirsandim lê rehet kirim: Peşêw baş dizane ka prensîpên wergerandinê çi ne û werger divê çawa be. Herwiha ew baş tê digihe ku her tiştê di helbesta jêder de heye herdem bi temamî nikare di helbesta werger de jî hebe yan bi heman awayî be.

Peşêw bi xwe bawer dike ku di wergerandina helbestan de ya giring ne tenê dilsoziya ji helbesta orijînal re lê encama wergerê ye. Bi baweriya wî wergerandina peyv bi peyv bi taybetî di wergerandina helbestan de pûç e, divê wergêr helbestê veafirîne anku helbestekê li ser bingehê helbesta resen lê bi temamî li qeyd û bendên zimanê wergerê guncandî vehûne. Li gor qenaeta wî, divê werger wisa be ku ji xwendevan re welê diyar be ku ew qet ne werger e lê nivîskar ew bi zimanê xwendevan nivîsiye. Peşêw bi xwe jî helbestên xwe li hin zimanan (bi kêmî erebî û inglîzî) wergerandine û tê de ev prensîpên wî diyar in.

Van gotinên hişmendane yên Peşêw ez ji bêhntengiyê rizgar kirim û baweriya min xurt kir. Ev helbest ne peyv-bi-peyv hatine wergerandin. Herwiha wezna rêzikan jî herdem nehatiye parastin yan jî bi awayekî din hatiye avakirin. Madem ku Peşêw li destpêka helbestvaniya xwe helbestên xwe wezndar dinivîsîn, paşî qafiye kêm kir û taliyê bi temamî terikand, min jî xwe di wergerandinê de azad dîtiye ku helbestên wî yên berê bi wezn nivîsandî di wergerandina niha de wek helbestên wî yên vê dawiyê bêwezn bikim yan jî wezna wan biguherînim.

Lê, tevî ku Peşêw bawer dike ku helbesta werger ne hewce ye ku dilsoza helbesta jêder be jî, ez ta ku gengaz û pêkan bûye dilsozê wî bûme: ti ramanên ku di helbestên wî de tine bin, min ji nik xwe ve lê zêde nekirine. Rakirina yan guherandina weznê helbestê jî tenê ji neçarî hatiye kirin. Hin car heta peyvek yan çend peyvên soranî di helbestê de hatine hiştin tevî ku ew di kurmancî de bi giştî nayên bikaranîn û li cihê wan peyvên din hene. Lê wiha min xwestiye ku weznê helbestê biparêzim. Ew peyv – û hin peyvên kurmancî yên ku belkî ji xwendevan re nenas bin – bi stêrkê (*) hatine destnîşankirin û li binê helbestê hatine ravekirin.

Peşêw li dawiya dîwanên xwe ferhengokekê datîne bo şirovekirina hin peyvên asê yan kêmnas. Me jî li gor pêwîstiya çapa kurmancî wiha kir. Li dawiya vê pirtûkê hin peyvên wisa li gor alfabeyê hatine rêzkirin û ravekirin. Eger peyva ku Peşêw bi soranî bi kar aniye û ya ku di vê çapê de bi kurmancî hatiye xebitandin ne eynî bin, peyva soranî jî piştî ya kurmancî di kevanokan de hatiye danîn.

Helbestên vê berhevokê ne li gor kronolojiyê hatine rêzkirin lê Peşêw dem û devera nivîsîna her helbesta xwe li binê wê diyar kiriye loma xwendevan dikare jê agadar bibe. Helbestvan bi xwe hin agahî û têbînî li ser hin helbestên xwe yan kesên di wan de dane. Carinan jî wergêr pêdivî bi ravekirina wan hebûye.

Eger xwendevanên kurdî – heta nivîskar û ronakbîrên kurd jî – navê nivîskarên zaravayên din bihîstibin jî, mixabin gelek kêman ew xwendine. Helbestên ku min wergerandine yên Peşêw in lê ne bo Peşêw hatine wergerandin. Bêguman her helbestvan dê bawer bike ku di wergerandinê de helbesta wî hin ji gewhera xwe ji dest dide. Tevî vê jî Peşêw giringiyek mezin dide wergerandinê bi giştî û wergerandina navbera zaravayên kurdî bi taybetî. Ev wergerandin bo xwendevanên kurmancî, bo dewlemendkirina wêjeya kurmancî û bi hêviya hevnasandina kurdan hatiye kirin.

Husein Muhammed

Strasbourg 2011

[1] Ev pêşgotin li gel van hemû helbestan sala 2012 wek kitêb di nav weşanên Dîwan de li Stembolê hatiye çapkirin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s