Ferîduddîn Ettar
Evîna te têkilî nav giyanê min bûye, jê nayê cuda kirin. Êdî biheşt û dûjehê ji hev ferq nakim. Eger min bigurûyî yan bisojî jî, ji bilî xwe ti tiştî di min de nabînî.
Baweriya min bi te heye, ne bi xweda yan zirrxwedayan. Tu min bihêlî jî, ez vî dîn û ayinê xwe terk nakim.
Tenê te dinasim û baweriya min bi te heye! Tu can û giyanê min î, can û giyanê min tu yî. Li hemû vê dinyayê tenê hewceyî te me. Li dinya û axretê min tenê tu divêyî.
Dilê min pêwîstî bi te heye. De hema carekê xwe nîşanî min bide! Bihêle ku bîskekê bêhn bikim te.
Ger giyanê min bi qasî daveka mûyî jî ji te veqete, ruhê di min de nehêle!
ji farisî: Husein Muhammed, sala 2009