Rojavabûn*

image_db

Mehabad Qeredaxî

ji soranî: Husein Muhammed

Diyarî canên pelatînkan e yên zarokên enfalkirî, yên wan pelatînkan yên me nedizanî ka kîjan mêrg kiriye biheşt ta ku taliyê li roja zaroyên cîhanê – 1.6.2003 – ji dojeha çalgorên enfalkiriyan serik û hestîkên wan yên nazik û narîn li gel pêlîstok û yarîkên wan hatin dîtin… Bo canê wan yên ji bîra min naçin diyarî ye ev çîrok û her bîr û tîrê ji qelema min biçe. (**)

Dixwaze mirinê bibîne lê dîmenê rojavabûnê nebîne. Dema rengê narincî yê avabûna rojê dibîne, hindî jê bêt dike hawar û qîrîn ta biweste û gêj bibe. Êvaran dibin hindir daku rojavabûnê nebîne. Lê nebîne jî, hest pê dike. Hawar dike, hawareka wa ku pencere û dîwarên odeyê vedilerizîne. Dorberên xwe çol dike; pir car xwe rahiştiye kêrê û dixwaze xwe bikuje û aram bibe. Cigare jî lê hatine qedexekirin; çendîn car cigare bi leşê xwe venaye ta ku temiriye: bi her awayî xwe jan dide da ku fikr û endîşeyên xwe kêm bike. Ku cigare bi leşê xwe vedina, hesteka tijî aramî û asûdeyî ew digirt û rûyê wî vedigeşî.

Demek e neynik û awêne nedîtine. Nizane ew sîmayê esmerî delal, ku berê miştî şadî û hêwirî bû, niha reş dageriye û çendîn xetik û xîçikan li eniya wî nexşeya pîriyeka nedem nîgarandiye. Salek e li ber ti neynik û camên pencereyan rastî dêm û dîmenê xwe nebûye. Awêne lê hatine veşartin; pêşî dijminî bi awêneyan re hebû. Dema westayî vegerî, Wefayê wek her car bi rûgeşî ew hemêzand lê ew – mîna ku her ne li vê dinyayê be – bêyî peyvek ji devî derbikeve ket odeyê. Wefa ji westîn, nerehetî û xerîbiya wî haydar bû lê nedizanî ka çi qewimiye, çima rengê xwe avêtiye. Xwest wî dilşad bike bi wê mizgîna xêrê ya ew çar sal li bendê bûn:

– Mizgîn, me zarokek bûye!

Vê nûçeyê ne tenê ew dilxweş nekir lê hê pirtir eniya wî şidand. Bêyî qet gotinekê bike çû odeya nivistinê û xwe pal da. Çi belayê ev peya guherandiye? Wefa ket şikan ji wê bêdengiya sosret. Her dinijinand û diherifand lê ti bersiv peyda nedikir.

Wî li binbanî dinerî û her dipûnijî mîna ku rûberî binbanî destanan bixwîne. Belkî li hemû jiyana xwe ya raborî pûnijîbe, li xortaniya xwe, belkî ta li yekem cotê pêlavên xwe yên bavo bi boneya çûna dibistanê jê re kirîbûn. Soz dabûyê, ger ew biçe dibistanê, cotekê solên sor bo bistîne. Bi şev, dema diçû binive, li hindê diramî ka dê kengî mezin bibe û jiyê wî bibe şeş sal û biçe dibistanê. Hind dibistan û pêlav di serî de bûn ku bawer dikir herdu peyv her hevwate ne. Dibistan û pêlav mijarên fikirîn û devikên xeyalên wî bûn. Sê sal hiş û bîrên wî li ser dibistanê û pêlavê bûn. Diçû kêleka diya xwe û dipirsî:

– Ez ê kengî biçim dibistanê?

– Dema didanên te yên şîrî bikevin, dê biçî dibistanê.

– Kengî didanên min yên şîrî dê bikevin?

– Dema bibî şeşsalî.

Bi tilên xwe yên hûrik didanên xwe yên pêşîn zeft dikirin û bi tundî dileqandin da ku bi pêşdemî bikevin. Carekê bo xatirê pêlavan kevir li didanek xwe da da ku leqok bibe û bikeve. Dixwest xap û lêban li temenê xwe bike da ku herî zû bigihe şeşsaliyê. Didanên wî ketin lê hê jî bo şabûna bi pêlav û dibistanê dem mabû.

– Dayê can, va ye didanên min yên pêşîn ketine.

– Qurban, hê saleka te bo dibistanê maye.

Xewn didîtin ku diçe dibistaneka sor ya bi dirûvê pêlavê. Li serbanê dibistanê jî alaya welatî dipêle. Werîsekê sor yê zirav bi stûnê ve ye, werîs jî ji qeytana pêlavê diçe!

Bû şeşsalî, pêlava sor kir piyên xwe û çû dibistanê. Ji xweşiya pêlavê ji dibistanê jî pir hez kir û çi ji devê mamosteyan derketiba, wî ji ber dikir. Birêveberê dibistanê her sal diyariyek didayê lê ti diyariyê bi qasî wê sola sor ew dilxweş nedikir, ta wê rojê jî ya taximek li xwe kir û yekem stubenda xwe kir stuyê xwe da biçe xwendingeha bilind.

– Kurê min, bi gotina min bike, here fêrgeha leşkerî.

– Bavo can, heza min li hîngeha endazyarî ye.

– Kurê min, îro nan tenê di leşkeriyê de ye. Va ye sedan endazyar bêkar mane û paletî jî bi dest nakeve. Bi hezar sergêjiyan min tu dayî perwerdekirin. Niha pîr bûme û min şiyana karkirinê nemaye. Bi gotina min bike, bila tu jî betal nemînî!

Çû fêrgeha leşkerî. Bavê wî rûgeş dibû bi dîtina bejna bilind ya kurê xwe, bi cilên wî yên leşkerî yên havînan bergspî û zivistanan bergşîn û şewqeyê wî yê pir lê dihat! Tevî ku serê wî hatibû tiraşîn jî, sîmayê wî her balkêş bû. Her bi wan cilan dên û bala Wefayê jî kişandibû. Dema hevdu nasî û li kinarê Dîcleyê raz û niyazên xwe pev guherandin, pir ji hev hez kir. Evîneka mezin herdu girtin. Li gel Wefayê zewicî û çar sal bû bi hev re dijiyan. Heyamek bû wan bêriya zaroyekî dikir ku jiyana wan rontir bike lê dema bû bav, êdî nedizanî ka bavînî çi ye!

– Welîd can, bêje, çi qewimiye! Çi tu nerehet kiriyî ku dilê te bi savakê me xweş nabe?! Binere, çendî spehî ye, tam bi te ve çûye.

Qey çavên wî ranebin li zarokî binere, çavên xwe dineqandin û xwe dixwar. Ta êvarê bêdeng bû, bêyî ji ciyê xwe bilive paldayî bû. Dema rojavabûnê dîmenê xwe yê narincî di pencereyê re diyar kir, rabû piyan, hawar kir, hawareka bilind, pir bilind. Xwe di neynika mezin re dît, mistek lê da û hûr-hûr kir û xwîn bi dest û tilan de hat. Dema xwîna destê xwe bînî û hest bi jana birînên dest û lepên xwe kir, henaseyeka aramiyê hilkişand û li erdê di xew çû.

Wefa heyirîbû, nedizanî çima wa qewimî. Ev akar û reftar li bal wê pir neasayî bû. Pehitî. Lê piştî her rojavabûnê dubare û sêbare û dehbare wa qewimî û hawar û nalîna Welîdî hat bîstin. Ya ji wê hat tenê ew bû ku dixwest bizane ka sedema vê guherîn û nearamiya Welîdî çi ye!

Salek e li vê odeya vê nexweşxaneya taybet li ber çavdêriya bijîşkan e. Li ber her rojavabûnê jî dibe volkan û hilditeqe. Demên din jî ne asayî ye lê rojavabûn canê wî dide ber şûjinan. Dibê bombeyek e û di bedena wî de diteqe. Naxwaze çavê wî ta bi tekane zarokê wî jî bikeve, nemaze li dema rojavabûnê. Sola sor û mezin wî dîn û har dike: her ku pêlava sor a mezin dibîne, giş canê wî wek agirî germ dibe û wî tûşî hîsteryayeka tund dike û ew dike hawar û sedhawar ta gêj dibe û dikeve!

Wefa matmayî dibe ji wê belayê! Wê pir car bîstiye ku wî wek bîranîneka xweş basa cotê pêlavên xwe yên sor yên zarokiyê kiriye. Wî digot: “Tevî ku pir dirêj vekêşa ta bûm xwediyê wî cotê pêlavan lê dîsan jî ew yadgareka şirîn ya serdema zarokiya min e.” Her ku ew bîranîn vedigot, bi beşoşî digot: “Niha jî ji pêlava sor hez dikim, her dîsan jî dîmenê pêlavên sor min dîn û har dike.” Matmana wî her zêdetir dibû dema didît ew savayê ku ew bendewarî bû û hê ji yekem roja zemawenda xwe navê wî plan kiribû Xalid eger kur be yan Heyfa eger keç be. Dema niha Xalidî dibîne, dibizde mîna ku sawirên mirinê bibîne. Xwedêyo, ev çi ye qewimiye?! Berê dema vedigerî, diyariyeka nedîtî a delal bo Wefayê dianî û demekê dirêj her dera wê dimaçand û digotê: “Hevsera min ya wefadar.” Guhê xwe dida bi zikê wê re û digotê: “Savakê me dê kengî bê?” Lê niha awirekê jî nedide wê û ne jî yê sava! Ta ger bangî jî bêt kirin, bersivê nade mîna navê xwe ji bîr kiribe yan nexwaze guh li wî navî bibe. Berê çi gava Wefayê gazî kiribayê, wî digot: “Bi dengê te navê min pir xweş e. Dema bangî min dikî, hest pê dikim ku min xweştirîn nav heye!”

Bi hemû wan xet û xîçên kurt û dirêj li devûlêv û serûçavan kî bawer dike ku tenê sî-û-pêncsalî ye?! Yê niha bibîne, dê bawer bike ku ducarî wî temenî ye. Yê li wêneyên wî yên dema şagirtiyê û leşkeriyê hûr binere, dê şik bike ku ev ew be: Hingê bedenekê xurt û milpan, bejneka bilind, du çavên gir û geş, kenekê jidil û balkêş… Niha dibê qey hatiye hêrandin!

Hez dike mirinê bibîne lê rojavabûnê nebîne. Stêran dinya lê tal kiriye, wan stêran yên ew kiriye delodînek ku niha nojdar jî ji halê wî heyirî dimînin. Wan stêran wa kir ku kerb û kîna wî bigihe kurê wî yê sava jî û dîmenê rojavabûnê lê bibe dojeh û pêlavên sor wî har û dîn bikin. Wan stêran wa kir ku bikerb bibe ji çirisîna stêran û ta ji navê xwe jî!

Dixwaze guh li mirinê bibe lê li navê bavê xwe nebe. Ta pirtir ji navê xwe, kîna wî li yê bavê wî ye – wî bavî yê du kitî rojan xuha xwe li ber tavê darijand daku jê re bide bi cotekê solên sor – ma kî hebû ji wî kurî pêve! Heft keç li ber wan wek pûşê li ber ba bûn! Encax piştî jidayikbûna wî wan hest bi hebûna piştevaniyekê kir. Wan dixwest bi ti awayî dilê wî neêşînin lê nedariyê rê nedida her tiştî bo bikirin. Her ew destkurtî bû ya bû sedema hindê ku bavê wî bixwaze ew bibe efser. Çi rojeka tirsnak bû ji serdema xortaniyê, çi belayek bû ku bêyî vîna xwe bû efser!

Wa ji her tiştî mat mabû! Baş li bîra wê ye ew cara vegerî û destê xwe li stuyî aland û bi kenek tîqtîqî got:

– Min stêrek din jî wergirt.

Digot: “Divê spasiya bavê xwe bikim ku pêşniyar kir biçim fêrgeha leşkerî.”

Heman rojê destekê gulan bir ser gora bavê xwe.

Ji pîşeyê xwe pir hez dikir, belkî ji wê rêzdariya bêpayan bû ya bindarên wî û xelkê didayê. Carinan şik dibir ji wê rêzdariya bênimûne, guman dikir û di dilê xwe de digot: Gelo ev ya xelk dike ji rêzdariya yan jî ji tirsa ji min e, ji tirsa ji efserekî? Lê taliyê baweriya wî xurt bû ku pîşeya wî giring e û hejî rêzdariyê ye.

Li leşkergeha xwe li hemû rojavabûnan li dîmenê narincîbûna rojê dipûnijî ta ku roj bi tevavî ava dibû. Wa hişên wî diçûn bal Wefayê ya ku ji ber dûrî û karî mehê tenê carekê lê vedigerî û hefteyekê li hemêza wê diborand. Evîna xwe ya li dema rojavabûnê li kinarê Dîcleyî bi bîr dianî dema herduyan bi pistînan danûstandin dikir. Dîmenê narincî yê rojê ew nazik û narîn dikirin û destên wan di hev de bûn û ta roj ava dibû çavên wan li hev vediman û bedenên wan dibûn heman parçeya dildarî. Wa diman ta roj ava dibû û wan Dîcle bi cî dihêla û her yek ber bi mala xwe vedigerî lê bi şev jî her xewn bi hev û bîskên tijî hezkirin yên rojavabûnê ve didîtin…

Niha hez dike mirinê bibîne lê dîmenê rojavabûnê nebîne. Dîsan êvar e, kêlîka avabûna rojê teqînek di hindirî de hildibe! Yekcar lawaz bûye, maye tenê hestî û çermikekê çir û qaştîk. Rûyê wî tirsnak dixwiye, dibê qey mirî ye û ji bin axê derketiye. Rojavabûn jê re ne zeman e lê volkan e û di wijdana wî de diteqe û her roj komek ji hicreyên mejiyê wî dişewitîne. Dema rojavabûnê roj lê dibe goristan û bedena wî jî dibe gorekê kûr û teng bo canê wî!

Tenê çend lib hicreyên sax di mejiyî de mane. Dilê wî sist bûye û tenê têra teqîneka din ya volkanî dike. Dîsan êvar e. Dîsan hat ber çavan, ber wan çavan yên êdî têra tenê dîtineka dî ya wî dîmenê tirsnak dikin.

Li odeya xwe rûniştî bû, eskerek hat hindir, silaveka eskerî dayê, lîsteyek da dest û dubare silavek dayê û derket. Li lîsteyê sedan nav hebûn. Ji odeya xwe derket û dîtin sê otobusên dirêj yên rawestî û komeka xelkê: jin û mêr, zar û zêç, genc û pîr. Hemûyan serê xwe wa berjêr kiribû ku dibê qey ti car wan serê xwe ranekiriye… Ma ne dibe ev lîste şaşiyek be?! Nav yek bi yek xwendin, û yên navên wan xwendiban, diviya bibêjin: Belê.

Giha navê Şaxewan, Ti kesî bersiv neda. Pirsî: – Şaxewan kî ye? Çima bersivê nade?

Dayikekê dergûşanek raber kir. Nê ev zarokê sava hê ji çilikên xwe derbas nebûye! Seyr û sosret e! Hebe-nebe ev lîste xelet e!

Çû nik rayid Elî, silaveka leşkerî dayê û lîste da dest:

– Mezinê’m, wa diyar e ev lîste şaş e!

Elî lê nerî û eniya xwe kir girêk. Bazên sermilkên wî bi livîna kelexê wî yê gembolan re dibiriqîn mîna ku bixwazin serî lê bixwin!

– Çima diyar e ku şaş e?

– Mezinê’m, zarokekê sava tê de ye, tenê yekmehî ye!

– Vêca ma ew jî şaşî ye!?

– Mezinê’m, lê…

– Aniha fermanê bi cî bîne!

Derket. Elî rawestî û destên xwe danîn ser kemerê û piyên xwe ji hev belav kirin. Bazên ser milî dibiriqîn, dibê qey devên xwe beş kirine û dixwazin serî lê bixwin, pencirkên wan li ber bûn çavan jê biqoqilînin. Xelk kirin rêz. Şaxewan di hemêza diya xwe de bû, bi sînga xwe ve şidandibû. Dayikê serê xwe şor kiribû ser, wek bipiste guhî: – Ruha’m, çima hatî vê dinyaya kembax?!

Şaxewan girî. Elî destên xwe li hewa şepandin. Ku Şaxewanî dest bi girînê kir, Elî jî jest û hêma da leşkerên xwe. Hawara hemûyan bilind bû û kêlîkekê xayand lê paşî veçopirî û tenê qoreqora pêt ya Şaxewanî dihat bîstin – mîna ku ji dêlva tevan biqîre. Elî hêma da Welîdî ku Welîd pênekê lê bide û dengê wî vebibire. Şaxewan mîna çûçelokekê çivîkan yê bêper û bêbask bû. Kiraskekê spî lê bû, spî wek rengê kefenî. Welîd çirkeyekê rawestî û li Elî nerî. Çavên Elî zîq û biloq bûn û agir jê hildibarî, bazên ser milî dibiriqîn û dest li ser demanceyê bû. Hicreyên mejiyê Welîdî di bîskekê de ketin lebitîneka lezgîn. Kêlîka piyê xwe rakir ta giha ser zikê yê sava, li sermilkên xwe nerî: stêrên li ser milî diçirisîn; dê stêrek dî wergirtiba û bûba balyoz. Berê xwe da asoyê: dîmenê narincî yê rojavabûnê dît, mîna tabût be û wijdana wî tê de be… Berê xwe dagerand: postala wî ya mezin di zikê yê sava re çûbû! Piyê xwe hilda, postala wî sor bûbû! Dawî li dengê Şaxewanî hat! Li Elî nerî: bo li çepikan dida. Stêrek din jî li ser milî ket zîqzîqanê. Bazekî jî devê wî daxist!

Roja din, eynî dem, ji odeya xwe derket. Çal hatibûn dagirtin. Serê xwe hilda. Dema dîmenê narincî yê rojavabûnê dît, volkanek di derûnê de hilteqî! Volkan bû yan jî qarewara Şaxewanî? Qîjîna Şaxewanî bû yan jî teqîna wijdanê?! Herdu çavên xwe miçandin da ku rojavabûnê nebîne. Kir hawar, hawara xwe bilind kir ta ku gêj bû û ket!

Bênvedan bo hat nivîsîn lê qet ti car rehet nebû! Her êvarê ew dengê Şaxewanî wek volkanê di dilî de diteqe. Hez dike mirinê bibîne lê rojavabûnê qet nebîne!

– – –

Zivistana 1993ê
Skinnskatteberg
Swêd

Ji soranî: Husein Muhammed, 9/2003

_______________________________________________

* Ev çîrok 1993 hatiye nivîsîn û 1994 di pirtûka Koç ya nivîskarê de çap û belav bûye. 9/2003-ê ew bo “Antolojiya Çîrokên Kurdî” (amadekar: Firat Cewerî, Weşanên Nûdem) ji soranî hatiye kurmancîkirin.

** Ev pêşgotin di çapa soranî de nîne, Mehabad Qeredaxiyê ew bo wergera kurmancî nivîsiye.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s