Rêbazên neyînîkirinê

Husein Muhammed

qedexe

Na, ne, nei, nexêr / nexê, no, nabêjin, negot, nebêje/mebêje, nizanin, nezan in, nemêr, nikarim / neşêm, kar, dijwate. Xêr-misilman, bilasebeb / bîlasebeb. Namûssiz. Antî-demokratîk, asosyal, anarşî, îlegal, imperfekt, infînît, enfantîl, non-verbal…”

Çi tiştek hevpar di navbera van gotinan de heye? Helbet rehên van peyvên serekî ji hev cuda ye: ti hevpariyeka diyar di navbera, bo nimûne, ”sebeb, kar, misilman, jiyan, sosyal” de nîne. Lê heke em li pêşpirtikên (prefîksên) wan binêrin, em ê bi hêsanî bibînin ku ew hemû nîşana neyînîkirinê ne: ew pêşpirtika formên neyînî/negatîv/nefî çêdikin: ”negot” dijwateya peyva ”got” e, ”xêr-misilman” dijmaneya kelîmeya ”misilman” e, ”asosyal” ew kes e ku ne ”sosyal” e, ”îlegal” ew tişt e ku ne ”legal” e anku ne qanûnî ye û hwd.

Lê madem ku maneya van pêşpirtikan eynî ye, gelo çima hinde pêşpirtikên ji hev cuda hene? Çima, bo nimûne, herdem pêşpirtika ”ne-” yan ”na-” nayê bikaranîn?

Di vê kurtenivîsê de em ê hewl bidin bersiva van pirsan bidim. Em ê tê bikoşin daku diyar bikin ku di bingehê xwe de ev pêşpirtik hemû eynî maneya serekî didin. Lê di heman demê de ev pêşpirtikên cuda hin nuansên cuda didin maneya peyvê: bo nimûne, di axiftinê de mirov nikare bibîne ku ”nizanim” bi hev re û ”nezan im” ji hev cuda tên nivîsîn lê bi pêşpirtika wan ya ji hev cuda mirov pê dihese ku cudahiyeka wateyî di navbera wan de heye.

Herwiha hemû pêşpirtikên diyarkirî ne alternatîvên hev in anku nikarin bi otomatîkî li cihê hev bên bikaranîn heta heke mirov rê bide cudabûna maneya wan jî: bo nimûne, gelo mirov çima nikare bibêje ”*nagot” lê illeh pêdivî ye ku mirov bibêje ”negot”? Li aliyekê jî hebûna hin pêşpirtikan, bo nimûne, ”xêr-” (xêr-misilman) yan ”antî-” (antî-demokratîk) bi dîrok û tarîxa zimanê kurdî ve girêdayî ye:.

Pêşpirtika serekî ya neyînîkirinê çi ye?

Ji nimûneyên me li jor dayî, yên di hevoka yekem de xwemalî ne: ”na, ne, nei, no, nabêjin, negot, nebêje/mebêje, nizanin, nezan in, nemêr, nikarim / neşêm, kar, dijwate”. ” Belkî ”nei” û ”no” bo hin kurmancîaxivan xerîb bin û di kurmanciya nivîskî de nadir in, lê dîsa jî ew di hin devokan de li kar in.

Pêşpirtikên di nimûneyên ”xêr-misilman, bîlasebeb” de ji erebî ne. Paşpirtika di mînaka ”namûssiz” (bênmaûs) de ji tirkî ye. Pêşpirtikên di mîsalên ”antî-demokratîk, asosyal, anarşî, anijiyan, îlegal, imperfekt, infînît, enfantîl, non-verbal…” de ji zimanên ewropî ne: van salan bi rêya frensî yan inglîzî ji yûnanî yan latînî hatine kurdî.

Ev pêşpirtikên ji erebî, ji tirkî yan jî ji zimanên ewropî, her yek ji wan pêşpirtikan, tenê di yek yan çend peyvên di kurdî de li kar peyda dibin. Mirov dikare gelek ji wan bi pêşpirtikên xwemalî biguherîne: xêr-misilman: ne-misilman; bîlasebeb: bêsebeb; namûssiz: bênamûs antî-demokratîk: ne-demokratîk… Lê di piraniya haletan de mirov nikare pêşpirtikên xwemalî bi yên biyanî biguherîne: bo nimûne, li cihê ”nebêje” ne mimkin e ku mirov bibêje ”*xêr-bêje” yan ”non-bêje” yan jî li cihê ”bêkar” mirov nabêje ”bîlakar” yan ”a-kar”…

Ji ber ku pêşpirtikên xwemalî hem li gel peyvên xwemalî li kar in û hem jî dikarin bi peyvên esil-biyanî ve bên girêdan, ew di kurmancî de pêşpirtikên serdest û serekî ne.

Lê her pêşpirtika neyînîkirinê ya xwemalî jî li her cihî nayê bikaranîn. Em dibêjin ”nizanim” lê em nabêjin ”*nikim, *nidim, *nibim, *nixwim” lê em dibêjin ”nakim, nadim, nabim, naxwim” yan jî – bi maneyeka piçekê jê cuda – em dibêjin ”nekim, nedim, nebim, nexwim”.

Di kurmancî de li gor alfabeyê ”bê-, me- na-, ne-, ni-” hemû pêşpirtikên neyînîkirinê (negation) ne anku bi wan peyvên yan hevokên neyînî (negatîv, nefî) tên çêkirin. Lê gelo kîjan ji wan pirtika serekî ye? Anku kîjan ji wan ji hemû yên din zêdetir li kar e?

Bo bersivdana vê pirsê, em hewceyî diyarkirina erk û wezîfeyên her yekê ji van pêşpirtikên neyînîkirinê ne. Em ê pêşiyê ji wan peyvikan yan pêşpirtikan dest pê bikin ku bikaranîna wan bisinortir e.

”No” û ”nei” devokî û serbixwe ne

Bikaranîna peyvikên ”no” û ”nei” gelek bisinor e.

1) ”No” û “nei” peyvên devokî ne anku di hemû devokên kurmancî de ne li kar in. Yek yan herdu ji wan bi taybetî li hin derên Behdînan, Botan û Hekariyan tên bihîstin. Carinan ”no” di nivîsan de jî tê dîtin lê ”nei” hema-hema tenê bi devkî peyda dibe.

Tevî ku ”no” dişibe ”no” (na, ne) ya inglîzî û ”nei” jî wek peyva bi maneya ”na, ne” ya hin zimanên din e, ti ji van herdu peyvan ne ji zimanên din hatine wergirtin lê xwemalî ne: ew ji mêj ve di kurdî de hebûne, ne ji tesîra zimanên din in.

2) Berevajî ”na-, ne-, ni-, bê-”, peyvên ”no, nei” tenê serbixwe tên bikaranîn. Ew bi peyvên pey xwe ve nayên girêdan: gotinên wek ”*nobêjim, neibêjim” di kurmancî de nînin.

Peyvika ”no” ihtimalen tenê varyanteka ji peyva ”na” ye. ”No” di gelek ji wan devokan de heye ku wek din jî ”a” dikin ”o”: ”hat à hot”, ”nan à non”. Lê heke eslê peyvika ”no” ji van devokên ”o-yî” dest pê kiribe jî, ”no” di rastiyê de niha êdî di hin devokên wisa de jî peyda dibe ku wek din A-yê nakin O.

3) Peyvikên ”no” û ”nei” ji ber hindê jî bisinor in ku di devokên “no” û “nei” heyî de jî dîsa ”ne” yan ”na” wek hevwateyên wan dikarin li her derê bên bikaranîn.

“Nexêr, nexê” awayên qedirgirtinê ne

Gelek caran li cihê peyvika ”na” yan ”ne” ya serbixwe mirov peyva ”nexêr” dibîne yan jî dibihîze. Carinan forma wê ya sivikkirî ”nexê” jî tê bihîstin lê kêmtir tê nivîsîn.

Peyva ”nexêr / nexê” ne ji ”ne” ya kurdî û ”ẍeyr / ğeyr” (ne) ya erebî lê ji ”ne” ya kurdî û ”xêr” (başî, qencî) ya esil-erebî (bi erebiya nivîskî ”xeyr”, bi erebiya devkî ”xêr”) hatiye çêkirin. Di bingehê xwe de ”nexêr” maneya ”ne, lê bi xêr be” yan ”bi xêr be lê ne…” dide.

Ne tiştekê nedîtî ye ku peyveka wisa bingehîn jî ji zimanekê din hatibe wergirtin. Di rastiyê de ”belê” ya kurmancî jî ji erebî ye û bi formeka piçekê jê cuda bi soranî û farisî jî li kar e. Ji xwe ”hayır” (nexêr, na, ne) ya tirkî jî ji eynî ”xeyr” (xêr, başî, qencî) ya erebî ye, pêşiyê wek ”nexêr” ya kurdî tenê bo qedirgirtinê hatiye bikaranîn paşî di hin rewşan de cihê ”yok” ya tirkî ya xwemalî girtiye.

Lê rûberê ”nexêr, nexê” jî teng e: ew tenê wek peyveka rêzgirtinê û serbixwe tê bikaranîn. Ew bi lêkeran yan birrên din yên peyvan ve nayê girêdan.

”Ni-” nadir e

Berevajî peyvikên ”no, nei”, mirov nikare bibêje ku ”ni-” pêşpirtikeka devokî ye: ”ni-” di seranserî kurmancî de heye. Lê dîsa jî bikaranîna wê gelek bisinor e, heta ji ”no, nei” jî kêmtir e heke di devokê de ”no, nei” hebin.

Di kurmanciya nivîskî de ”ni-” tenê li gel lêkerên ”zanîn, karîn, kanîn” tê bikaranîn. Di hin dem û helatên van lêkeran de tenê ”ni-” di kurmancî de mimkin e, mirov nikare bi awayekê giştî wê bi ”na-” yan ”ne-” biguherîne (li jêrtir binêrin). Di hin devokan de ”ni-” dikare di hin dem û rewşan de li gel lêkera ”hatin” jî bê bikaranîn. Lê heta di wan devokan de jî herdem minkin e ku li gel lêkera ”hatin” pêşpirtika ”ne-” cihê ”ni-” bigire.

Di kurmanciya rojhilatî de (Behdînan, Hekariyan û rojhilat û hin derên Botan jî) lêkera ”karîn, kanîn” nîne lê li cihê wê lêkera ”şiyan” (rehê dema niha -şê-) li kar e. Sebebê tinebûna lêkera ”kanîn, karîn” di kurmanciya rojhilatî de ew e tarîxiyen ”karîn, kanîn” ji ermenî ketine kurmancî û li wan deverên kurmancî tên bikaranîn ku carekê ermenî yan lê serdest bû yan jî li gel kurmancî yek ji herdu zimanên serdest bû. Ji bilî kurmancî, şopa ”karîn/kanîn”ê di zaravayên din yên kurdî yan di zimanên din yên îranî de jî peyda nabe. Berevajî texmîna gelêrî, ew ne hevreha ”can” ya inglîzî nej î lê ”can” ya inglîzî di rastiyê de hevreha ”zanîn” ya kurdî ye. Bo zêdetir zanyariyan li ser vê binêrin nivîsa li ser peyva ”karîn” di Wîkîferhengê de.

Tek lêkera tevkurmancî (pankurmancî, ya hemû kurmancîaxivan) ya ku carinan illeh pêşpirtika ”ni-” dixwaze lêkera ”zanîn” e.

Di dema niha de formên ”nizanim, nizanî, nizane, nizanin” hema-hema tek alternatîv in tevî ku hin caran li gor modelkirina soranî formên wek ”nazanim, nazanî, nazanin” tên dîtin jî. Di demên borî de jî demên borî de jî ”ni-” li kar e: ”min nizanî, min nizaniye, min nizanîbû”.

Lê li gel dema borî ya berdewam li cihê ”ni-” pêşpirtika ”ne-” li kar e: ”min ne-di-zanî, te ne-di-zanî, wî ne-di-zanî…”

Li gel lêkera ”karîn, kanîn” jî rola ”ni-” û ”ne-” wek li gel ”zanîn”ê ye: ”ez nikarim/nikanim, tu nikarî/nikanîn, min nikarî/nikanî, min nikariye/nikaniye, min nikarîbû/nikanîbû…” lê di dema borî ya berdewam de ”min ne-di-karî, te ne-di-karî…”

Li gel lêkera ”hatin” pêşpirtika ”ni-” tenê dikare di hin devokan de di demên borî de (ji bilî dema borî ya berdewam) bê bikaranîn: ”ni-hat, ni-hatiye, ni-hatibû” lê ”na-yê/ na-hê, ne-di-hat, ne-yê / ne-hê”… Di devokên ku ev formên lêkera ”hatin”ê yên bi ”ni-” hene jî, dîsa formên bi ”ne-” herdem mimkin in û heta li hevberî formên bi ”ni-” serdest in jî.

”Ni-” eslen formeka sivikkirî ji ”na-” yan ”ne-” ye û tenê li gel çend lêkerên pirr li kar tê xebitandin.

”Me-” devkî û fermanî ye

Pêşpirtika “me-“ jî bo neyînîkirinê tê bikaranîn. Lê meydana wê jî teng e:

Ew tenê li gel formên fermanî / emrî (imperatîv) li kar e: “meke, mebêjin” lê ne li gel dem û raweyên (moods) din.

Di nav devokên kurmancî de ew li her derê peyda nabe. Bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de li cihê “me-“ di rewşa fermanî de jî “ne-“ li kar e: “neke, nebêjin”.

Ji aliyê berhevdana ziman û zaravayan vet tiştê balkêş li vê derê ew e ku “me-“ di kurmanciya navendî û ya rojavayî de (ji Botan rojavatir û bakurtir) di raweya fermanî de li kar e lê di kurmanciya rojhilatî de (ji Botan rojhilattir û bi taybetî başûrtir) ne li kar e. Di zazakî de tenê awayê “me-“ bo neyînîkirina raweya fermanî li kar e. Di heman demê de di ser kurmanciya rojhilatî re di soranî de jî “me-“ bi heman awayê kurmanciya navendî û rojavayî li kar e. Belkî hê jî balkêştir: di kurmanciya rojhilatî û di zimanê farisî de – anku di ser soranî re – li cihê wê pêşpirtika “me-“ – pêşpirtika “ne-“ di raweya fermanî de jî li kar e û formên bi “me-“ nînin.

”Bê” rengdêran ji navdêran çêdike

Pêşpirtika ”bê-” tenê dikare bikeve pêşiya navdêran: ”bêkar, bêheval, bênimûne, bêmal, bêxweşî, bênamûs…” Ew di soranî de jî heye, hevreha ”bî-” ya farisî ye û maneya ”bidûn” ya erebî, ”-less” ya inglîzî û ”-sız, -siz, -suz, -süz” yên tirkî dide (vokala paşpirtika tirkî li gor vokalên di peyva serekî de diguhere). Ew dijwateya ”bi-” ye gava ku ”bi-” li gel navdêran tê bikaranîn.

Bo neyînîkirinê pêşpirtika ”bê-” li gel navdêran di rastiyê de monopolî heye: ji pêşpirtikên xwemalî tenê ”bê-” dikare rengdêran ji navdêran çêke. Rast e ku peyvên wek ”nemêr” yan ”nemirov” hene lê di van peyvan re bi rastî ”mêr” û ”mirov” ne navdêr in lê rengdêr in: ”mêr” liv ê derê maneya ”wêrek, bicesaret” û ”mirov” jî wateya ”baş, qenc” dide.

Bi gotineka din, pêşpirtika ”bê-” di karê neyînîkirinê de berbelav e. Lê meydana wê tenê bi navdêran ve girêdayî ye. Di neyînîkirina lêker û rengdêran de ew bêpar û bêpişk e.

”Na-” neyînîkirina dema niha ye

Bi pêşpirtika ”na-” lêkerên di dema niha de tên neyînîkirin: ”dikim > nakim, dibêjin > nabêjin, diçî > naçî, digere > nagire…”

Ji ber ku formên dema niha ji formên demên din (yên borî yan ya bê) di pratîkê de zêdetir li kar in, ”na-” mişe û berbelav e: mirov dikare hema-hema wê di her nivîsê de bibîne û di her axiftinê de bibihîze.

Ji bilî dema niha, ti demên din bi pêşpirtika ”na-” nayên neyînîkirin. Heta di dema niha de jî neyînîkirina çend lêkeran ne bi pêşpirtika ”na-” ye: Wek ku me li jêr diyar kiriye, lêkerên ”zanîn, karîn, kanîn” di kurmancî de di dema niha de pêşpirtika ”ni-” digirin (”nizanim, nikarî, nikane…)

Lêkera ”şiyan” (karîn, kanîn) ya kurmanciya rojhilatî jî di dema niha de bi pêşpirtika ”ne-” tê neyînîkirin: ”ez neşêm, tu neşê/yî), ew neşê, em neşên/neşêyn, hûn/ew neşên.”

Formên dema niha yên lêkerên ”viyan, wêriyan” jî di piraniya devokan de ne bi ”ne-” tên neyînîkirin, ne bi ”na-” ya di dema niha de normal: ”wê tu nevê, te ew nevê, wan ez nevê… ez newêrim, tu newêrî, ew newêre, em/hûn/ew newêrin…

Lê di hin devokên kurmancî de jî ”viyan, wêriyan” bi alîkariya pêşpirtika ”na-” tên neyînîkirin: ”ez navêm, ez nawêrim…”

Ji aliyê berhevdana zaravayên kurdî û zimanên jî ve jî, rewş wiha ye: Di soranî de jî wek kurmancî neyînîkirina lêkerên dema niha bi pêşpirtika ”na-” tê çêkirin. Di rastiyê de di soranî de, berevajî kurmancî, ”na-” di dema niha bêawarte û –istisna li kar e: heta lêkerên wek ”zanîn, wîstin, wêriyan” jî bi ”na-”yê tên neyînîkirin.

Lê di zazakî û farisî de ”na-” bo neyînîkirina dema niha nayê bikaranîn: Di zazakî de ”nê-” hem bo dema niha û hem jî bo demên din li kar e (lê bo raweya fermanî ”me-” tê bikaranîn). Di farisî de ”ne-” di dema niha û demên din de li kar e. Lê li aliyekê din, farisî ”na-” bo çêkirin rengdêran ji rehê lêkerê yê dema niha bi kar tîne (na-dan: ne-zan) û carinan jî bi ”na-” rengdêrên neyînî ji navdêran çêdike (na-omîd: bê-bê-hêvî, bê-umêd).

Yek ji tiştên balkêş jî li vê derê ew e ku “na-“ ya neyînîkirinê “di-“ ya dema niha diavêje: “dibêjim > nabêjim”. Di soranî de jî eynî diyarde berçav e: “delêm / elêm > nalêm”. Lê di zazakî û farisî de nîşana dema niha ya erênî nayê avêtin: zazakî “ez vana > ez vana” û farisî “gûyem > negûyem”. Lê di dema borî ya berdewam de “di-“ ya kurmancî (û “de- / e-“ ya soranî) jî tê parastin: dikir > nedikir”.

”Na” herwiha week peyveka serbixwe bo neyînîkirina hemû hevokê tê bikaranîn (di hin devokan de li cihê ”ne” ya devokên din: ”- Tu Hesen î? – Na, ez Hisên im. ”)

”Ne-” pêşpirtika serdest e

Li jor em tê koşîne ku erk û wezîfeyên peyvikên ”na, ne, nei, nexêr/nexê, no” û pêşpirtikên ”bê-, me-, na-, ni-” diyar bikin. Li rasta her yekê ji wan me diyar kiriye ku bikaranîna wan hin sinor hene û me hewl daye ku wan sinoran jî aşkera bikin. Niha jî em gihiştine pêşpirtika ”ne-” ku bi baweriya min di nav pêşpirtikên neyînîkirinê de di kurmancî, soranî û farisî de pêşpirtika serdest û serekî ye.

Helbest serdestî û serekîtiya pêşpirtika ”ne-” nayê wê maneyê ku ew dikare herdem cihê pêşpirtikên din din yên neyînîkirinê bigire. Ya rast, pêşpirtikên din bi piranî di nav sinorên xwe yên diyarkirî de zal û serdest in: hin dever bo wan parastî ne û pêşpirtika ”ne-” heq nîne ku xwe li cihê wan ferz bike.

Bi taybetî di neyînîkirina navdêran de û di lêkerên di dema niha de pêşpirtika ”ne-” ti rol û dewr nîne (ji bilî lêkerên ”şiyan, viyan, wêriyan” yên li jor behskirî). Li gel lêkerên ”zanîn, karîn, kanîn” di demên borî û dema bê de bikaranîna ”ne-” (min nekarî, min nekariye, ez ê nekarim) mimkin be jî, fiiliyen bikaranîna wisa kêm e. Di devokên ku bo neyînîkirin raweya fermanî pêşpirtika ”me-” bi kar tînin de, dîsa ”ne-” di nav wî sinorê bikaranînê de bêtesîr e.

Lê ev sinordariyên rêzkirî jî nikarin wê rastiyê veşêrin ku dîsa jî bikaranîna pêşpirtika ”ne-” ji bikaranîna hemû pêşpirtikên din yên neyînîkirinê bi hev re jî piralîtir û berbelavtir e. Em ê hewl bidin li vir hemû awayên cuda yên bikaranîna pêşpirtika ”ne-” rê bikin:

  • Neyînîkirina lêkerên di demên borî de: ”kir > nekir, dikir > nedikir, kiriye > nekiriye, kiribû > nekiribû”.
  • Neyînîkirina lêkerên di dema bê de: ”ez ê bikim > ez ê nekim”.
  • Neyînîkirina lêkeran di rewşa bêdem de: ”kirin > nekirin, hatin > nehatin, man > neman”.
  • Neyînîkirina rengdêran: ”baş > nebaş, xweş > nexweş, sax > nesax”.
  • Neyînîkirina raweya fermanî (ji bilî hin devokan ku ”me-” bi kar tînin: ”bike > neke, bibe > nebe, bixwe > nexwe.”
  • Çêkirina rengdêran ji rehê dema niha yê lêkeran: ”-zan- > nezan.”
  • Neyînîkirina navdêran: ”misilman > ne-misilman, kurd > ne-kurd.”
  • Neyînîkirina lêkera ”bûn” ya sabit / statîk de: ”ew kurd e > ew ne kurd e.”
  • Neyînîkirina lêkerên ”şiyan, viyan, wêriyan” di dema niha de (li şûna pêşpirtika ”na-” ya ku wek din di neyînîkirina lêkerên di dema niha de serdest e.)
  • Wek peyveka serbixwe bo neyînîkirina hemû hevokê (di hin devokan de li cihê ”na” ya devokên din: ”- Tu Hesen î? – Ne, ez Hisên im. ”)

Gerdûnîtiya neyînîkirinê

Kurmancî ”na-, ne-, ni-, me-”, soranî ”ne-, na-”, zazakî ”nê-”, farisî ”ne-, na-”, rûsî ”nê-”, frensî ”ne, non”, inglîzî ”no, not”…

Ev çend nimûne ji zimanan diyar dikin ku çawa neyînîkirin di piraniya zimanên hindûewropî de wek hev e. Helbet ev zimanên hindûewropî ne û ”ne, na” ji xwe yek ji giringtirîn peyvên zimanî ye, ew ji mêj ve hebûye û hemû ev formên piçekê ji hev cuda yên zimanên hindûewropî ji wê hatine wergirtin.

Lê di rastiyê de wekheviya van peyvan ne tenê bi zimanên hindûewropî ve sinordar e. Bo nimûne ”-ma, me, mi-” yên tirkî jî, ku bi lêkeran ve tên girêdan, hema-hema dibêjî ku ji eynî qabilî ne (em ji bîr nekin ku di kurdî de jî ”me-” heye û ji xwe ”m” û ”n” du dengên pirr wek hev in).

”Ma, la, lem, miş” yên erebî jî ne dûrî wan in. Em bînin bîra xwe ku carinan ”n” û ”l” di kurdî de bi hev diguherin: ”nimêj > limêj, nivîn > livîn…”

Ji bilî zimanên hindûewropî û yên Rojhilata Navîn, heta zimanên xwecihî yên amerîkayî (hindiyanî) û zimanên Rojhilata Asyayê jî neyînîkirinê bi hin peyvên pirr şibî hev diyar dikin. Bo nimûne, bi çînî ”méi” û bi keçwayî (Quechua, zimanekê hindiyaniyên Amerîkaya Başûr) ”ama”.

Zivistan 2014

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s