Husein Muhammed
NASANDINA REHÊ DEMA NIHA
Rehê dema niha (inglîzî: present stem) ew beşa lêkerê ye ku dema niha jê tê çêkirin. Ew heman reh herwiha bo tewandina dema bê û raweya fermanî jî tê bikaranîn.[1]
Mirov dikare lêkerên kurdî li gor çêbûna rehê wan yê dema niha li ser 11 koman parve bike. 10 kom birêbaz in û ya 11em jî lêkerên awarte/istisna ne.
Em ê li jêr yek bi yek van koman bidin nasîn.
Rehê demên borî rader (lêkera sade ya ferhengî) e lê ”-in” yan ”-n” jê tê avêtin:
- girtin > girt
- zanîn > zanî
- çûn > çû
- pîva > pîva
Paşî paşpirtikên kesî lê tên zêdekirin:
- ez çû-m, tu çû-yî, ew çû_, em/hûn/ew çû-n
Veke û bixwîne!
Di vê lêkolînê de em ê li ser rehê dema niha bisekinin ku di kurdî de ji rehê demên borî yê sade gelekî aloztir e.
_______________________________
Koma 1
Ji bilî çend lêkerên taybet[2] hemû lêkerên bi herfên –în û –an bi dawî tên, dikevin vê komê. Di dema niha û ya bê de (present tense and future tense) -în, -an, -ûn jê dikevin û paşpirtikên kesî û pêşpirtikên demkî yan yên neyînî lê zêde dibin.
Nimûne:
forma ferhengî ”rader” | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
bezîn | -bez- | di-bez-im/na-bez-im,
di-bez-î/na-bez-î, di-bez-e/na-bez-e, di-bez-in/na-bez-in |
pîvan | -pîv- | di-pîv-im/na-pîv-im,
di-pîv-î/na-pîv-î, di-pîv-e/na-pîv-e, di-pîv-in/na-pîv-in |
Ev mezintirîn koma lêkerên kurdî ye. Bi pirranî lêkerên wê negerguhêz (intransitîv) in (bi taybetî yên bi ”-în” bi dawî tên: revîn, kenîn, helîn) lê hin jê gerguhêz in jî (birrîn, kirrîn). Pirraniya yên bi ”-an” bi dawî tên gerguhêz in (bo nimûne: kolan, kêşan) lê hin jê negerguhêz in (gihan).
______________________________________
Koma 2
Ji bilî lêkerên bûn û çûn[3], hemû hemû lêkerên bi -ûn yan -ûtin bi dawî tên, di vê komê de cih digirin. Bo nimûne: cûn/cûtin, dirûn/dirûtin, gurûn, sûn/hesûn/sûtin. Di rehê dema niha de ”-n” (yan jî eger ”-tin” hebe ”-tin”) jê dikeve.
Nimûne:
forma ferhengî | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
cûn/cûtin | -cû- | ez di-cû-m / na-cû-m,
tu di-cû(-yî) / na-cû(-yî), ew di-cû / na-cû, em/hûn/ew di-cû-n / na-cû-n |
dirûn / dirûtin | -dirû- | ez di-dirû-m / na-dû-m,
tu di-dirû- / na-dirû, ew di-dirû / na-dirû, em/hûn/ew di-dirû-n/ na-dirû-n |
(he)sûn/sûtin | -(he)sû- | ez di-sû-m / na-sû-m,
tu di-sû- / na-sû,0 ew di-sû / na-sû, em/hûn/ew di-sû-n/ na-sû-n |
gurûn | -gurû- | ez di-gurû-m / na-gurû-m, tu di-gurû(-yî) / na-gurû(-yî), ew di-gurû-/ na-gurû, em/hûn/ew di-gurû-n/ na-gurû-n em/hûn/ew di-dirû-n/ na-dirû-n |
Tenê hejmareke bisinor ya lêkeran dikeve vê komê.
____________________________________
Koma 3
Koma sêyem ji wan lêkeran pêk tê ku bi -andin yan -endin[4] bi dawî tên. Ew -andin/-endin jê dikeve û –în- lê zêde dibe (di hin devokan de û bi soranî –ên-).
Nimûne:
forma ferhengî | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
kelandin | -kelîn- | di-kelîn-im/na-kel-în-im,
di-kelîn-î/na-kelîn-î, di-kelîn-e/na-kelîn-e, di-kelîn-in/na-kelîn-in |
standin/stendin | -stîn- | di-stîn-im/na-stîn-im,
di-stîn-î/na-stîn-î, di-stîn-e/na-stîn-e, di-stîn-in/na-xwîn-in |
Piştî koma 1, hejmara lêkerên vê ji hemûyên yên din zêdetir e. Heta mirov dikare bibêje ku ev kom bêsinor e jî. Hemû lêkerên vê komê gerguhêz in.
_____________________________
Koma 4
Koma çarem ji wan lêkeran pêk tê ku li dawiya wan a + konsontek + -tin heye: “bij-a-r-tin, ax-a-f-tin, par-a-s-tin, bir-a-ş-tin”. Di rehê dema niha de -tin jê dikeve û a dibe ê:
Eger konsonanta navbera ”a” û ”tin” bêlerz (f, s, ş) be, ew dibe bilerz (v, z, j)
- F > V
- S > Z
- Ş > J
Nimûne
forma ferhengî | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
bij-a-r-tin | -bij-ê-r- | di-bijêr-im/na-bijêr-im,
di-bijêr-î/na-bijêr-î, di-bijêr-e/na-bijêr-e, di-bijêr-in/na-bijêr-in |
ax-a-f-tin | -ax-ê-v- | di-axêv-im/na-axêv-im,
di-axêv-î/na-axêv-î, di-axêv-e/na-axêv-e, di-axêv-in/na-axêv-in |
par-a-s-tin | -par-ê-z- | di-parêz-im/na-parêz-im,
di-parêz-î/na-parêz-î, di-parêz-e/na-parêz-e, di-parêz-in/na-parêz-in |
bir-a-ş-tin | -bir-ê-j- | di-birêj-im/na-birêj-im,
di- birêj-î/na-birêj-î, di- birêj-e/na-birêj-e, di- birêj-in/na-birêj-in |
Agahî: “v”, “j” û “z” di peyvên xwerû de di kurmancî de nayên berî “t” loma nivîsîna “axaftin, parastin, biraştin” wek “axavtin, paraztin, birajtin” şaş e tevî ku di rehê dema niha de “v, z, j” cihê “f, s, ş” digirin jî. Bo guherîna V/Z/ berî T bi F/S bidin ber inglîzî ”leave > left”.
Hemû lêkerên vê komê gerguhêz in.
Li cihê ”-artin” ya kurmancî (hilbijartin, hinartin) di soranî de ”-ardin” e (helbijardin, nardin).
____________________________________
Koma 5
Di koma pêncem de ew lêker cih digirin ku li dawiya wan -tin heye û li berî wê jî herfeke konsonantî heye lê berî wê herfê a nîne. Di dema niha de ”-tin” dikeve:
Eger li berî ”tin”ê konsonanteke bêlerz (f, s, ş) hebe, ew dibe bilerz (v, z, j)
- F > V
- S > Z
- Ş > J
forma ferhengî | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
girtin | -gir- | ez di-gir-im / na-gir-im,
tu di-gir-î / na-gir-î, ew di-gir-e / na-gir-e, em/hûn/ew di-gir-in/ na-gir-in |
ax-i-f-tin | -ax-i-v- | di-axiv-im/na-axiv-im,
di-axiv-î/na-axiv-î, di-axiv-e/na-axiv-e, di-axiv-in/na-axiv-in |
lî-s-tin | -lî-z- | di-lîz-im/na-lîz-im,
di-lîz-î/na-lîz-î, di-lîz-e/na-lîz-e, di-lîz-in/na-lîz-in |
ku-ş-tin | -ku-j- | di-kuj-im/na-kuj-im,
di- kuj-î/na-kuj-î, di- kuj-e/na-kuj-e, di- kuj-in/na-kuj-in |
Pirraniya lêkerên vê komê gerguhêz in.
_____________________________________
Koma 6
Di vê komê de ew lêker cih digirin ku li dawiya wan -rin[5] heye û berî wê jî vokalek e. Di kurmanciya standard de û herwiha di devokên navendî de hem -rin û hem jî ew vokal di dema niha de dikevin[6].
Nimûne
forma ferhengî | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
birin | -b- | ez di-b-im / na-b-im,
tu di-b-î / na-b-î, ew di-b-e / na-b-e, em/hûn/ew di-b-in/ na-b-in |
kirin | -k- | di-k-im/na-k-im,
di-k-î/na-k-î, di-k-e/na-k-e, di-k-in/na-k-in |
xwarin | -xw- | di-xw-im/na-xw-im,
di-xw-î/na-xw-î, di-xw-e/na-xw-e, di-xw-in/na-xw-in |
Di vê komê de tenê hejmareke kêm ya lêkeran heye.
____________________________________
Koma 7
Ev kom ji wan lêkeran pêk tê ku li dawiya wan -êtin yan -êhtin heye. Di rehê dema niha de ew dibe -êj-:
Nimûne
forma ferhengî | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
avêtin | -avêj- | ez di-avêj-im / na-avêj-im,
tu di-avêj-î / na-avêj-î, ew di-avêj-e / na-avêj-e, em/hûn/ew di-avêj-in/ na- avêj-in |
mê(h)tin | -mêj- | di-mêj-im/na-mêj-im,
di-mêj-î/na-mêj-î, di-mêj-e/na-mêj-e, di-mêj-in/na-mêj-in |
rêtin | -rêj- | di-rêj-im/na-rêj-im,
di-rêj-î/na-rêj-î, di-rêj-e/na-rêj-e, di-rêj-in/na-rêj-in |
- b-êtin > -bêj- (li bêjingê kirin)
Hejmara lêkerên vê komê gelekî kêm e.
___________________________________
Koma 8
Ev kom ji wan lêkeran pêk tê ku bi -otin bi dawî tên. Ew dibe –oş-.
forma ferhengî | rehê demên niha û bên | nimûne ji dema niha |
firotin | -firoş- | ez di- firoş-im / na- firoş-im,
tu di- firoş-î / na- firoş-î, ew di- firoş-e / na- firoş-e, em/hûn/ew di- firoş-in/ na- firoş-in |
dotin | -doş- | di-dos _-im/na-dos _-im,
di- dos _-î/na-dos _-î, di- dos _-e/na-dos _-e, di-doş-in/na-doş-in |
Lêkera sotin ya ferhengî dikare gerguhêz be (”şewitandin”) yan jî negerguhêz (”şewitîn”). Rehê forma gerguhêz yê dema niha –soj- e (di-soj-im/na-soj-e). Rehê dema niha yê lêkera negerguhêz li gor hin devokan –suj- e, li gor hinan jî –suş- (di-suj-e/na-suj-e, di-suş-e/na-suş-e.
Ji vê komê awarte: gotin > -bêj- (rehê eslî yê ”-bêj-” peyva ”bêtin” bû – binêre koma 7.)
Hejmara lêkerên vê komê gelekî kêm e.
____________________________________
Koma 9
Ev kom ji wan lêkeran pêk tê ku yekkîteyî ne û bi herfeke bêdeng dest pê dikin û bi ”-an” bi dawî tên. ”-an” di dema niha de dibe ”-ê-”:
- g-an > -g-ê- > di-gê-m / na-g-ê-m
- k-an > -k-ê- > di-kê-m / na-kê-m
- p-an > -p-ê- > di-pê-m / na-pê-m
- z-an > -z-ê > di-zê-m / na-zê-m
”Dan” (-d-) û ”man” (-mîn-) ji vê komê awarte ne.
Hejmara lêkerên vê komê gelekî kêm e.
________________________
Koma 10
Ev kom ji wan lêkeran pêk tê ku bi -istin yan -iştin bi dawî tên. Di dema niha de -istin / -iştin dikeve:
- x-istin > -x- > di-x-im / na-x-im, di-x-î / na-x-î, di-x-e / na-x-e, di-x-in / na-x-in
- êx-istin > -êx- > di-êx-im / na-êx-im
- gehiştin > -geh- > di-geh-im
- nivistin > -niv- > di-niv-im / na-niv-im, di-niv-î / na-niv-î
- maliştin > -mal- > di-mal-im / na-mal-im, di-mal-î / na-mal-î
- rû/niştin > rû/-n- > rû-di-n-im / rû-na-n-im, rû-di-n-î / rû-na-n-î
Hejmara lêkerên vê komê gelekî kêm e.
_______________________________________
Koma 11
Lêkerên vê komê awarte û istisna ne anku ne li gor rêç û rêbazeke diyar diçemin. Gelek ji wan lêkeran du yan zêdetir formên raderî hene ku yek yan hin ji wan li gor rêbaza komeke ji 1 – 10 ditewin. Ew formên ne-awarte di kevanan de hatine diyarkirin û hejmara koma wan li ber wan hatiye nivîsîn. Nîşana * dide diyarkirin ku ew forma hema-hema qet di kurmancî de nayê bikaranîn lê dîsa jî pirr kêm heye.
- anîn (înan 1) > -în- > t-în-im > na-în-im
- dan (binere koma 9) > -d- > di-d-im / na-d-im, di-d-î / na-d-î[7]
- dîtin (*bînan 1) > -bîn- > di-bîn-im / na-bîn-im
- girîn (giriyan 1) > -girî- > di-girî-m / na-girî-m
- gotin (*bêtin 7) > -bêj- > di-bêj-im / na-bêj-im
- hatin > -ê- > t-ê-m / na-y-ê-m
- hiştin (hêlan 1) > -hêl- > di-hêl-im
- jîn (jiyan 1) > -jî- > di-jî-m / na-jî-m
- ketin (keftin 5) > -kev- > di-kev-im
- man (*mandin 3) > -mîn- > di-mîn-im / na-mîn-im
- mirin (*mirîn 1) > -mir- > di-mir-im / na-mir-im
- patin / pehtin / pahtin (pêjan 1) > -pêj- > di-pêj-im / na-pêj-im
- ristin (rêsan 1) > -rês- > di-rês-im / na-rês-im
- şiyan > -şê- > di-şê-m / na-şêm yan ne-şê-m
- şkestin (şkan 9, şkiyan) > -şkê- > di-şkê-m / naşkê-m
- şûştin > -şo- > dişo-m / naşo-m
- viyan > -vê- > di-vê/ ne-vê, di-vên / ne-vê-n
- xwestin (forma resen “xwastin” 5) -xwaz- > di-xwaz-im / na-xwaz-im
Min hewl daye ku hemû lêkerên awarte di vê koma 11 de diyar bikim. Eger hinên din jî hebin, kerem bikin, ji qenciya xwe, min jê agadar bikin daku lê zêde bikim.
_________________________
JÊRENOT
[1] Lêkera ”hatin” û ya ”çûn” ji bilî rehê dema niha herwiha rehên taybet jî bo raweya fermanî û herwiha raweya mercî jî hene. ”Hatin > -wer-” (were=bê!, ez werim = ez bêm) û ”çûn > -herr-” (herre=biçe!, ez ê herrim= ez ê biçim). Forma wan ya neyînî jî taybet e: ”newe=neyê!”, nerre=neçe!”
[2] Bo nimûne ev lêker ne li gor vî rêbazê ne: anîn, gan, girîn, jîn, man/mayîn, nan/niyan, şiyan û zan/zayîn.
[3] Du lêkerên awarte ji vê komê ”bûn/bûyîn” û ”çûn/çûyîn” in ku di dema niha de rehê wan ”-b-” û ”-ç-” ye. Berevajî lêkerên din yên vê komê, ew herdu negerguhêz in.
- bûn > -b- > ez di-b-im / na-b-im
- çûn > -ç- > di-ç-im/na- ç-im
[4] Tenê “stendin” û “xwendin” bi “-endin” bi dawî tên. Eslen ew jî “standin” û “xwandin” in. Rehê lêkera ”şkandin” bi gelemperî ”-şkên-” e lê ”-şkîn-“ jî heye.
[5] Di soranî de ”-rdin”, di zazakî de ”-rden” heye. Lêkera mirin ya kurmancî bi herfên xwe yên dawiyê (-irin) wek van e lê bi çemîna xwe jê cuda ye ji ber ku ”-irin” di dema niha de jê nakeve, tenê ”-in” dikeve, ”di-mir-in”, ne ”*di-m-in”.
[6] Di kurmanciya rojhilatî de û herwiha di soranî de piştî ketina vokalê û ”rin”ê, ”e” li rehê lêkerê zêde dibe: ke-m / na-ke-m, di-be-m / na-be-m. Tarîxiyen rehê van lêkeran ”-ber-, -ker-, -xwer-” bû ku di peyvên wek ”karker, pêxember/peyamber, mirovxwer” de hê jî maye. Ew herwiha di zazakî de, di rehê fermanî û bilanî (subjunktîv) de maye.
[7] Li gor hin devokan û bi soranî rehê wê ”-de-” ye: di-de-m / na-de-m, di-de-y(î) / na-de-y(î)