Stembol û dengnasiya kurmancî

Husein Muhammed

Stembol

Berî demekê di medyaya civakî de suhbeteke gurr li ser mezintirîn bajarê kurd û Kurdistanê hat kirin. Hin kesan got ku mezintirîn bajar Diyarbekir e, hinan idia kir ku Kirmaşan e, hin li ser wê baweriyê ne ku Hewlêr e. Herwiha navê Rihayê/Urfayê, yê Mûsilê û yê Entabê/Dîlokê jî di mijarê de berçav bû.

Lê herwiha diyar bû ku di rastiyê de bajarê ku ji hemûyên din zêdetir kurd lê dijîn bajarekî rojavayê Tirkiyê ye ku navê wî bi tirkî İstanbul e.

Lê gelo navê vî bajarî bi kurdî çi ye û divê çawa bê nivîsîn? Ev pirs ne tenê bo diyarkirina formeke standard ya navê vî bajarî lê herwiha bo vekolîna li ser hin taybetmendiyên dengnasiya (fonetîka) kurmancî jî gelekî giring e.

Hin kes alîgirên bikaranîna navekî nêzîkî yê tirkî ne anku dixwazin ku em wê wek Îstanbul, Îstanbûl yan Istanbul binivîsin û formên din yên devkî yên kurdî ji zimanê devkî re bihêlin.

Lê ka em pêşî binerin ka navê vî zimanê dîrokî bi zimanên din çi ye. Helbet gel û zimanên ku têkiliyeke nêzîk û kûr li gel vî bajarî nîne, navekî nêzîkî yê tirkî bi kar tînin. Anku ew bi gelek zimanan Istanbul e. Lê ka em li navên vî bajarî bi zimanên nêzîkî wî binerin: yûnanî Konstantinoúpolis, bulgarî (berê) Çarigrad, ermenî Stambul, erebî Istenbûl, farisî Estenbûl (bi nivîsînê) û Estembûl (bi gotinê), gurcî Stambuli, rûsî Stambûl, mecarî Isztambul, îtalî û portugalî Istambul, spanî Estambul, polonî Stambuł…

Wek ku tê dîtin, zimanên cîran navê vî bajarê giring li gor zimanê xwe eyar kiriye. Bi heman awayî navê gelek bajarên din jî yên dinyayê di gelek zimanan de ne wek hev in. Moskova û London du nimûneyên wiha ne ku di zimanên cuda de navên wan ne herdem wek hev in.

Gelo navê vî mezintirîn bajarê kurdan ji kû ve tê? Berî Komara Tirkiyê, ew paytextê Imparatoriya Osmanî bû, berî wê jî serbajarê Imparatoriya Bîzansî bû û ji wê jî kevntir e. Du teorî li ser etîmolojiya peyvê hene û herdu jî diyar dikin ku eslê navê wî bajarî ji yûnanî ye: 1) ji yûnanî ”Êys tên polîn” (ber bi Bajarî ve) yan jî ji navê berê yê bajarî ku bi yûnanî ”Konstantînopolîs” (bajarê [qeyser] Konstantînosî) ye.

Hin xwendevan ê ecêbgirtî bimînin û bibêjin ”Istanbul” li kû û ”Konstantînopolîs” li kû? Lê eger em binivîsin ”konSTANtînoPOLîs” û bibêjin ku herfên hûr nivîsandî jê ketine (konSTANtînoPOLîs > *STANPOL), her kes ê bi hêsanî bibîne ku ”*Stanpol” di ”Konstantînopolîs” de veşartî ye.

Ketina ”-îs” ji dawiya peyva yûnanî ”Konstantînopolîs” dê bi xwendevanan ne ecêb be ji ber ku di gelek zimanên rojavayî de navê berê yê vî bajarî Constantinople bû anku ”-îs” jê ketiye. Di piraniya peyvên din de jî yên ji yûnanî li zimanên din belavbûyî ev ”-îs” hatiye avêtin.

Lê gelo çawa ”kon-” û ”-tino-” hatine avêtin? Di rastiyê de avêtina kîteya yekem ji peyvên ji yûnanî ketî zimanên rojhilatî tiştekî asayî ye: Incîl ji ”Êvangelyon” ya yûnanî ye anku ”Êv-” û ”-yon” hatine avêtin. ”Iblîs” ji yûnanî ”Diabolos” e anku ”di-” yan ”dia-” hatiye avêtin. ”Skender / Iskender” ji ”Alêksander” e anku ”ale-” ji destpêkê hatiye avêtin (-ks- > -sk- bi metatezê anku guherîna cihê dengan di peyvê de). ”Zîv” (bi farisî û zazakî ”sîm”) ji yûnanî ”asêmon” e anku ”a-” û ”-on” hatine avêtin…

Sebebê guherîna ”*Stanpol” bi ”*Stanbûl” ew e ku di alfabeya zimanê erebî de P nîne û ew bi B tê nivîsîn û herwiha O jî nîne û ew bi Û (waw) tê nivîsîn. Li serdema osmaniyan tirkî bi alfabeya erebî dihat nivîsîn.

Lê gelo çima di zimanê tirkî de ”i” li destpêka peyvê zêde bûye? Sebebê vê ew e ku zimanê tirkî nikare tehemila du herfên bêdeng (konsonant) li destpêkê bike. Loma di tirkî de ”station” ya ji fransî bûye ”istasyon” û ”statistique” bûye ”istatistik” anku ”i” li serê peyvê zêde bûye. Bi heman awayî ”i” li navê vî bajarî jî zêde bûye û bûye ”İstanbul”.

Ne tirkî tenê, lê gelek zimanên din jî wisa dikin. Bo nimûne, farisî, erebî û soranî jî di nav van zimanan de ne. Loma ”stêr” di soranî de ”estêre” û ”şkeft” jî ”eşkewt” e anku ”e-” lê hatine zêdekirin.

Kurmancî ne hewceyî ti herfeke bideng (vokal) e di van nimûneyan de. Bi kurmancî ”stran, standin, stêr, şkandin, şkestin” û bi sedan peyv hene ku ”st” yan ”şk” li destpêkê ye. Loma ji mêj ve ye ku kurd navê vî bajarî wek Stembol dibêjin.

Ji ber ku bi tirkî kîteya duyem ya navê vî bajarî bi ”n” (-tan-) bi dawî tê û di navê wî yê berê de jî KonstaNtînopol-” e, ne ”*KostaMtinopol-”, gelek kurd bawer dikin ku awayê rast yê nivîsîna navê vî bajarî SteNbol e.

Lê hem kurd bi gotinê dibêjin ”Stembol”, ne ”Stenbol” û hem jî dengê -NB- ne li gor dengnasiya kurmancî ye. Di peyvên xwerû yên kurmancî de dengê ”-nb-” peyda nabe. Kurmancî herdem dengê ”mb” li hemberî ”nb” tercîh dike: ”hember, beramber, embar, bombe, simbêl, çember, pêxember, pembû, tembûr, zembeq…” Dema ku B dikeve, baş diyar dibe ku deng M ye, ne N: simbêl > simêl (ne *sinêl), duşemb > duşem (ne *duşen), kember > kemer (ne *kener). Farisî bi piranî NB dinivîse lê ew jî nêzîkî MB dibêjin.

Di gelek zimanên din de jî, wek zimanê kurdî, dengê ”-nb-” xerîb e û dengê rast ”-mb-” ye loma bi wan zimanan jî navê vî bajarî jî bi ”-mb-” tê nivîsîn: ermenî Stambul, gurcî Stambuli, rûsî Stambûl, mecarî Isztambul, îtalî û portugalî Istambul, spanî Estambul, polonî Stambuł…

Loma divê em bi awayê gotina bab û bapîrên xwe bawer bin û navê mezintirîn bajarê kurdan rast binivîsin: Stembol.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s