Peyvên me ji kû tên?

Husein Muhammed

zimanekurdi

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne:

1) ji binemala wî zimanî bi xwe (di kurdî de ji proto-hindûewropî, proto-hindûarî û proto-îranî)

2) ji zimanên cîran (bo nimûne wergirtina ji hev di zimanên Rojhilata Navîn de: erebî, farisî, kurdî, tirkî…)

3) ji çavkaniyên navneteweyî (bo nimûne peyvên wek ”kamera, radyo, televizyon” ku di piraniya zimanên dinyayê de wek hev in.)

4) peyvên ku di filan zimanî bi xwe de ji peyvên heyî hatine çêkirin (ji peyvên xwemalî bo nimûne ”dest-pê-kirin” yan jî ji peyvên xwemalî û biyanî wek mînak ”fehm-kirin” yan jî ji peyvên biyanî meselen ”talih-û-nesîb”).

Armanca vê kurtevekolînê ew e ku diyar bike ka peyvên kurdî (bi taybetî kurmancî) ji kîjan çavkaniyan in. Hedefa vê vekolînê destnîşankirina çavkaniyên peyvên kurdî ye anku gelo peyvên di kurdî de heyî ji kû hatine. Merema vê vekolînê ya serekî ne ew e eşkere bike ka peyv ji kurdî çûne kîjan zimanan. Ew jî hêjayî vekolînê ye lê li vê derê ne mijara me ye.

Her zimanekî komek ji peyvên ”xwemalî” hene ku tenê di wî zimanî de hene yan jî di wî zimanî û zimanên lêzimî wî de hene ku wek mîras ji maka wan zimanan mane. Lê piraniya peyvên xwerû yên hemû zimanan eslen biyanî ne: ew ji zimanên din hatine wergirtin.

Sebebê vê ew e ku peyv li gel tiştan tên çêkirin. Dema ku kesekî televizyona yekem çêkiriye, peyva ”televizyon” jî bo çêkiriye. Piştî wê êdî ne hewce bûye ku her miletek navekî cuda bo wê tiştê çêke. Ev ne tenê bo tiştên çêkirî lê herwiha heta radeyekê bo tiştên xweristî û siriştî jî dibe. Bo nimûne, meymûn li Kurdistanê ne heywanekî berbelav e. Dema ku ji devereka din hatine Kurdistanê (yan kesan ew anîne), hingê peyva ”meymûn” jî li gel wê hatiye. Yan jî dema ku kurd çûne devereka ku meymûn lê hebûne, wan navê wê jî li wê derê bihîstiye û li gel xwe aniye Kurdistanê. Madem ku peyva ”meymûn” di zimanekê dî de hebûye, kurdan ti pêwîstî bi çêkirina navekê bo wî nedîtiye.

Kêm caran meyla bikarînerên ”sade” li ser çêkirina peyvên nû beramberî peyvên biyanî hebûye. Madem ku peyvek heye, ew dikare bi hêsanî derbasî zimanê(n) din jî bibe û mirov ne hewce ne ku serêşiyê bo xwe peyda bikin heta ku bi kotekî bo xwe peyvekê çêkin.

Lê ji ber hin sebebên siyasî û civakî, hin kurd û hin kesên ji miletên din jî dixwazin hefza xwe ji peyvên bi eslê xwe biyanî bikin. Bi baweriya wan çêtir e ku mirov peyvên ”petî” û ”paqij” yên kurdî li cihê yên eslen biyanî bîne.

Lê gelo bi te kîjan ji van peyvan şîrîntir in: ”belê, şekir, welat” yan jî ”diwazdeh, tirşî, xwê”? Eger illeh pêwîst bike, tu hazir î kîjan ji wan koma peyvan ji zimanê kurdî biavêjî?

Ya rast ”belê, şekir, welat” eslen biyanî û ”diwazdeh, tirşî, xwê” jî kurdiya ”petî” û ”paqij” in!

Ji aliyê zimannasî ve qedir û qîmetên peyvên ”xwemalî” yan jî eslen biyanî ne ji hev cuda ye. Di ser re jî bi piranî peyvên eslen biyanî yên cihê xwe girtî ji peyvên nûçêkirî û kêmfehmkirî gelek baştir in. Hemû kurd ji peyvên ”kitêb, qelem, defter” yên eslen biyanî fehm dikin û danûstandina di navbera kurdan de bi wan peyvan gelek hêsan e. Lê peyvên ”pirtûk, pênûs, lênûsk” bo piraniya kurdan ”biyanî” ne tevî ku ew li ser bingehê peyvên kurdî hatine çêkirin jî.

Bi diyarkirina reh û rîşên peyvên kurdî, armanca min qet ne ew e ku hin peyvan di qedir û qîmetê de di ser hinên din re bigirim û bi ti awayî jî doza ”paqijkirina” kurdî ji peyvên biyanî nakim. Lê bi diyarkirina çavkaniyên peyvên kurdî dixwazim dîrok û der û deverên zimanê kurdî tê re derbasbûyî destnîşan bikim.

Wek din ji aliyê ”pîrozî” û qedirgirtinê ve hemû ev peyv li ber dilê min wekhev in: ”roj” ji protohindûewropî, ”şem(b)î” ji îbrî, ”welat” ji erebî, ”şekir” ji sanskrîtî, ”nivişt” ji farisî, ”savar” ji ermenî, ”sax” ji tirkî, ”semawer” ji rûsî, ”xerîte” ji yûnanî, ”qesr” ji latînî, ”kompûter” ji inglîzî, ”destpêkirin” ku di kurdî bi xwe de hatiye çêkirin, ”xuşîn” ku j dengê xweristî yê wî karî hatiye afirandin, ”

Ji hindûewropî

Zimanê kurdî ji bingehê xwe ve zimanekî hindûewropî ye. Piraniya zimanan ji Ewropayê (inglîzî, fransî, yûnanî, rûsî…) di ser Kurdistan û Îranê re heta Hindistanê ji zimanên vê binemalê ne. Lê bo nimûne erebî û tirkî ne ji vê malbatê ne.

Peyvên herî kevn yên zimanê kurdî ji proto-hindûewropî (maka zimanên hindûewropî) ne. Bo nimûne hemû hejmarên kurdî (ji bilî ”sifir”ê), hemû cînavên kurdî (ez / min, tu / te, ew / wê /wî, em / me, hûn / we, ew/wan), piraniya endamên leşî (ser, çav, dest, pê…), gelek heywanên kedî û yên nêçîrê (ga, hesp, mih/mî, se, gur, rûvî…), piraniya ji peyvên avûhewayê (av, ba, baran, berf, zevî…) ji rehên hindûewropî ne anku peyvên wek wan lê hinekî jê guherî di zimanên din yên hindûewropî de jî mane. Bo nimûne mirov dikare hejmarekê, cînavekî, heywanekî û parçeyeka leşî bide:

– cînavê ”min” (bi devkî ”mi”): kurdî ”min, mi”, farisî ”men”, avestayî ”mene-”, sanskrîtî ”ma, mam”, yûnanî ”me”, latînî ”me”, fransî ”me, moi”, inglîzî ”me, my, mine”, rûsî ”minya”…

– hejmara ”2”: kurdî ”du”, farisî ”do”, avestayî ”dve”, sanskrîtî ”dve”, rûsî ”dva”, yûnanî û latînî ”duo”, fransî ”deux”, inglîzî ”two”, swêdî ”två”, almanî ”zwei”…

– heywanê ”ga” (gamêş, çêlek, manga, golik): kurdî ”ga”, farisî ”gav”, avestayî ”gav”, sanskrîtî ”gav, go”, rûsî ”govyado”, ermenî ”kov”, inglîzî ”cow” (bixwîne: ”kaw”), almanî ”Kuh”, swêdî ”ku”.

– parçeya leşî ”pê” (ling): kurdî ”pê”, farisî ”pa”, belûçî ”pad”, avestayî ”pade”, latînî ”pês”, yûnanî ”pous”, fransî ”pied”, inglîzî ”foot”, almanî ”Fuss”, swêdî ”fot”…

Herwiha piraniya lêkerên bingehîn yên kurdî jî ji rehên hindûewropî ne: ”bûn” (inglîzî: ”be”), ”dan” (fransî: donner), girtin (inglîzî: grab), ”man” (inglîzî: re-main)…

Li gor teoriyên niha, qisekerên zimanên hindûewropî ji başûrê Rûsyayê bi rê ketine, hinek ber bi rojavayê ve çûne û li Ewropayê bi cih bûne. Hinan jî berê xwe daye rojhilatê û li Hindistanê, Îranê û Kurdistanê bi cih bûne. Zimanê kurdî jî bi eslê xwe ve wisa hatiye Kurdistanê. Ev barkirin û bicihbûn texmînen 4000 – 3000 sal berî niha çêbûye.

Lê ev nayê wê maneyê ku hemû kurd bi eslê xwe ji dereka din hatine Kurdistanê: gelê kurd jî – wek piraniya, eger ne hemû – gelan encama têkilbûna komên cuda-cuda ye. Wek çawa ku hemû kurd ne ji eynî rehên xwînî ne, wisa hemû peyvên kurdî jî ne ji eynî rehê hindûewropî ne. Rewşa hemû zimanan wisa ye.

Ji îranî

Kurdî, farisî, belûçî, pehlewî, avestayî hin zimanên serekî yên îranî yên niha yan yên berê ne. Mebest bi ”îranî” ne tixûbên niha yên Îranê ne lê deverek û malbateke zimanan ya ji Îranê berfirehtir e. Di van zimanan de hin peyvên hevbeş hene ku di zimanên din yên hindûewropî de peyda nabin. Peyvên wiha wek peyvên ”îranî” tên nasîn.

Hin ji peyvên îranî siyasî û eskerî ne: azad, bac, ceng, leşker, qehreman. Hin jê hunerî ne: awaz, stran, newa, huner. Hin jî navên heywan û riwekan û têkilî wan in: ker, mirîşk, pîvaz, nok, avis. Hin jî peyvên rojane ne: birsî / birçî, xweş, xanî…

Ji sûmerî, akadî û aramî

Gava ku kurdî û zimanên din yên îranî hatin devera çiyayên Zagrosan û paşî Mezopotamyayê, berî wan hin şaristanî li deverê hebûn yan jî berê hebûn lê êdî nemabûn. Şaristaniyên îranî yên pêşîn Imparatoriya Medî û Imparatoriya Parsî bûn. Wan herduyan gelek tesîr ji şaristaniyên hevdemî xwe yan jî berî xwe (sûmerî, akadî anku babîlonî, aşûrî anku aramî) wergirtin. Hem nivîsîna bi sertîrikan (cuneiform) ji wan şaristaniyan hat kopîkirin û hem jî bi wan re gelek peyv ketin zimanên îranî.

Çend peyvên giring ji vê serdemê ev in: ”dîwan” (eslen bi maneya ”nivîsîngeh”) ji sûmerî ”tippu” (nivîsîn), ”şûşe” bi rêya akadî ji misriya kevn, ”şemî” (û ”- şem” ya bi dawiya piraniya peyvên hefteyê ve: duşem, sêşem…) bi rêya aramî ji îbrî.

Derengtir jî zimanê aramî wek cîranê zimanê kurdî gelek peyvên giring dane kurdî: ”gawir, gore, kirîv, pergal…”

Peyvên ji aramî di kurdî de hê jî gelektir in lê piraniya wan bi rêya erebî ketine kurdî.

Ji erebî

Baş tê zanîn ku zimanê erebî bi rêya îslamê û peyvên têkilî dînî tesîr li ser zimanê kurdî û hemû zimanên misilmanan kiriye. Peyvên wek ”dua, zekat, hec, şehde, Qur’an, ayet, mela, mizgeft, tobe, zikir…” ji erebî hatine kurdî.

Lê ji bilî peyvên dînî herwiha peyvên siyasî û îdarî jî bi piranî ji erebî ne: ”dewlet, izin, meaş, medrese, next, siyaset, ticaret, welat, zilm, zerer, zewac, ziraet…” Lê herwiha piraniya peyvên zanistî yan teknîkî jî: ”wext, saet, deqîqe, ilm, kitêb…”

Lê herwiha gelek peyvên sade yên kurdî jî:”belê, lê (bi maneya ”ema, feqet” ku ew jî ji erebî ne), cîran, bela, hez, hevîr, cerr, mal, eyal, aîle, xelk, zêde, razî…” Herwiha gelek lêkerên rojane yên kurdî jî ji erebî ne: ”sekinîn, hez kirin, fehm kirin, cemidîn, şidandin”… Kurdiyeka ji peyvên erebî ”paqijkirî” nikare bê fikirkirin bê ku mirov zimanê kurdî bikuje!

Lê divê ew bê gotin ku gelek ji peyvên bi rêya erebî hatî bi eslê xwe ne erebî ne lê erebî jî ew ji zimanekî din wergirtine: ”dikan, Dîcle, heykel, kursî, necarr, nîsan, temûz…” bi eslê xwe ji sûmerî ne lê bi rêya erebî ketine kurdî. ”Erş, keleh, ticaret, terciman, zebanî…” bi eslê xwe ji akadî (zimanê Babîlonyaya berê) ne lê bi rêya erebî hatine nav zimanê me. ”Bereket, ceza, cizye, hec, hikmet, sirat” peyvên têkilî dînê îslamê ne lê eslê wan aramî ye (zimanê serekî yê fileyên Rojhilata Navîn). ”Namûs, qanûn, xerîte” wek peyvên ji erebî tên nasîn lê ew bi rêya erebî ji yûnanî ne.

Erebî jî gelek peyv ji zimanên îranî wergirtine: ”benefşe, bernamec, beqşîş, bûstan, cam, cewher, cezer (gêzer), destûr, enbar, fincan, fistiq, fulaż (pola), hendese, meydan, muhr, rizq, sirac (çira), tac, terz, ustaż (hosta), weḥşî, werd (gul), wezîr, xencer, xiyar, zenbeq, zendîq, zencî, zincîr…”

Berî îslamê û li destpêka îslamê erebî bi piranî peyvên teknîkî û îdarî ji zimanê edebî yê îranî anku ji pehlewî wergirtine. Paşî hin peyvên helbestî yên îranî bi rêya helbestên dîwanî yên farisî ketine erebî: “yasemîn, bûse/bewse (bi maneya “maç”, ji farisî “bûsê”, bi kurdî “ra-mûsan”).

Ji sanskrîtî

Di heman demê de, ku kurdî û zimanên din yên îranî li Rojhilata Navîn bi cih bûbûn û gelek peyv zimanên samî (akadî, aramî, erebî…) yên ji xwe rojavatir werdigirtin, ji zimanên îranî rojhilattir şaristaniya hindî gurr û geş bû. Zimanê serekî yê vê şaristaniyê sanskrîtî bû ku hejmareka peyvan jê ketiye kurdî û zimanên din yên îranî.

Piraniya peyvên ji sanskrîtî riwek û berhemên wan in: “bacan, birinc, bîber, lîmon, mûz, nargîle, nîlûfer, qend, şekir…” Lê herhwiha bo nimûne “ferfûr” jî ji sanskrîtî ye.

Ji farisî

Kurdî û farisî du zimanên ji eynî rehî ne. Gelek peyvên wek hev di farisî û kurdî de hene lê ne kurdî ew ji farisî wergirtine û ne jî farisî ew ji kurdî wergirtine lê herdu ji zimanên makên wan (proto-îranî, proto-hindûîranî, proto-hindûewropî) hatine wergirtin. Lê dîsa jî hin peyv di farisî de hatine çêkirin û paşî kurdî ew peyv yekser ji farisî wergirtine.

Kurdî û farisî di hemû dîroka xwe de zimanên cîran bûne loma peyvên ji farisî ne tenê ji serdemekê ne lê hin nû ketine kurdî û hin jî bi sedsalan û belkî hezarsalan berî niha. Farisî di serdema berî îslamî de wek farisiya navîn (pehlewî) û piştî îslamê jî wek zimanê fermî yê Îranê û zimanê edebiyata bilind bû. Farisî piştî îslamê bi giranî ket bin tesîra erebî lê dîsa jî wek zimanekî zengîn û berhemdar bûye û wî tesîreka mezin li tirkî, kurdî û hemû zimanên derdorî xwe hebûye.

Gelek ji peyvên ji farisî di kurdî de wisan in ku hevrehên wan bi xwe jî heman demê di kurdî de hene lê peyva ji farisî bi maneyeka piçekê ji ya xwemalî ya kurmancî cuda tê bikaranîn. Peyvên ji farisî li derveyî kevanan û yên xwerû kurmancî jî di kevanan de hatine nivîsîn: “bazarr (bajarr), geşt (gerr, gerrîn), keman (kevan), meh (heyv / hîv), peyam (peyv), peyman (pîvan), tuxm (tov)….”

Wek tê dîtin ew peyv hem bi maneya xwe û hem jî bi dengê xwe nêzîkî hev in. Eslen ew eynî peyv in lê bi demê re ji hev guherîne û kurdî maneyên cuda dane her yekê ji wan kita cotpeyvan.

Lê gelek peyv jî ji farisî hatine ku hevrehên wan yên kurmancî yan nînin yan jî nemane: amade (ji “ameden = hatin”), nivişt (ji “nivişten = nivîsîn”), rewş (ji “reften = çûn, meşîn”), saz (ji rehê dema niha yê lêkera “saxten = çêkirin”), “sexte” (ji “saxte = çêkirî”), werziş (ji “verzîden = rahênan, temrîn kirin; çandin”)…

Hin peyv jî vê dawiyê ji farisî hatine ji ber ku ew di zimanê kurdî yê di nav gel de nayên bikaranîn: “cîhan, derya, ferheng…”

Ji ermenî

Têkiliyeka gelek dirêj di navbera zimanên îranî û zimanê ermenî de hebûye. Ji ber serdestiya şaristaniyên îranî beramberî ermenî, gelek ji peyvên hevbeş yên îranî û ermenî ji zimanên îranî ketine zimanê ermenî. Lê ermenî jî hin peyv dane zimanên îranî, bi taybetî kurmancî û zazakî ku dîrokiyen bi ermeniyan re û di nav ermeniyan de hebûne.

Hin ji peyvên ji ermenî di kurmancî de ev in: boç (dûvik, kilik, kurî), kulîn, kulox, law, savar, torin (nevî), xaç, hêlî (awêne, neynik)… Belkî herwiha “kar/ karik, gom / gov…”

Ji tirkî

Nêzîkî hezar salî ye ku kurdî û tirkî cîranên hev in. Tirkî bi sedan peyv ji zimanên îranî wergirtine lê gelek peyv dane zimanên îranî jî, bi taybetî kurmancî û zazakî lê herwiha soranî û farisî jî. Peyvên ku li vir bên rêzkirin ne tenê di “tirkmancî” de lê di kurmanciya standard de jî hene.

Hin ji navên heywan û riwekan ev in: “beq, çîçek, çîlek, deve (hêştir), ordek / werdek, qaz, qû, wilax (dewar), qawin, quzilqurt, qûm (xîz).” Hin xwarin jî ji tirkî ketine kurdî: “aprax / îprex, dolme, dodirme, doner…”

Balkêş e ku tirkî hin peyvên eşîrî û gundewarî jî dane kurdî: “axa, çol, dol, êl, koç, koçer, kok.” Hin rengdêr û hoker jî ev in: “boz, genc, sax, tim”. Hin navên cografî jî bi temamî yan beşek jê ji tirkî hatine çêkirin: “Gilîdax, Kurdax, Qeredaj, Qerejdax…”

Ji rûsî

Şaristaniyên destpêkî li Rojhilata Navîn bûn lê nêzîkî hezar salî ye ku Rojava di teknîk û kultûrê de pêşketîtir e. Ev jî bûye sebeba wergirtina peyvan. Hin ji van peyvan ji rûsî gihiştine zimanên Rojhilata Navîn: ”îskan (glas, peyale, perdaq), kalaşnîkov, kartol (petat), mazot, polîtbîro, semawer, sol (di zazakî de bi maneya ”xwê”), zimanok…”

Ji Rojavayê: yûnanî, latînî, fransî, inglîzî…

Niha Rojava di teknîk û bi dehsalan yan sedsalan li pêş Rojhilata Navîn E. Loma niha piraniya peyvên nû yên zanistî, teknîkî, siyasî û civakî ji Ewropayê tên zimanê kurdî û hemû zimanên cîhanê.

Ji berê ve yûnanî û latînî du zimanên bitesîr bûne. Ji yûnanî bi piranî peyv bi rêya fransî yan inglîzî ketine kurdî lê gelek peyv bi rêya erebî jî (yan jî kêm caran bi rêya tirkî). Ew ji peyvên teknîkê, tibê, felsefeyê, siyasetê û pîşesaziyê pêk tên: ”belxem, fanos, felsefe, fener, Iblîs, Incîl, kelemî, kilîd / kilîl, mencenîq, namûs, qalib, qanûn, qelem, ritil (< lîtir/lître), temel, tirb, tirpan, tiryak, zewac”. Hin peyv hê ji serdema zimanên navîn yên îranî (pehlewî) jî: zimpare, zîv.

Ji latînî peyv bi piranî bi rêya zimanên ewropî (fransî, inglîzî) vê dawiyê ketine kurdî lê hin jê bi rêya zimanên rojhilatî jî hê ji mêj ve: ”beledî, firrin, fîstan, gumirk, lenger, mase / mêze, qefes, qemîs, qesr.”

Heta nîva sedsala bîstem zimanê serekî yê ku peyv jê li dinyayê belav dibûn fransî bû. Piraniya ewropî yên vê dawiyê wergirtî di zimanê kurdî de bi forma xwe ya fransî ne. Bo nimûne peyvên bi –lojî yan jî bi –syon bi dawî tên bi rêya fransî ketine kurdî.

Niha inglîzî serdest e. Peyvên teknolojiyê: kompûter, Internet, telefon, televizyon, smartfon, iPad, iTouch; kultûrê: aktor, film, karton, sînema; sporê: basketbol, beyzbol, futbol, voleybol, handbol…

Lê inglîzî ne niha tenê peyvan dide zimanên din lê di heman demê de bi berdewamî peyvan ji zimanên din jî werdigire. Em çend nimûneyên bidin ku ji zimanên îranî yan bi rêya zimanên îranî ketine inglîzî: bulgur (bulxur, savar), caravan (karwan), caviar (xavyar, xerz, hêkên masiyan), check/cheque (çek, wereqe), chess (kişik, şetrenc, ji peyva ”şah”), dervish (derwêş), gravity (giranî), henna (hene, xena), jackal (çeqel, keftar), jasmine (yasemîn), khaki (xak, xakî), kiosk (ji ”koşk”), meze (meze, xwarinên ji cûnên cuda li ser maseyê), orange (ji ”narinc”), pajamas (pêcame, derpê), Susan (navekî jinan e), tulip (lale, ji ”tilbend”)…

Di kurdî bi xwe de çêkirî

Gelek peyvên kurdî pêkve (hevedudanî, compound) ne anku ji du yan zêdetir peyvan hatine çêkirin. Hemû beşên wê dikarin xwemalî bin, bo nimûne wek ”dest-pê-kirin, nû-çe, bi-ser-ketin, vir (ji ”vê derê”), wir (ji ”wê derê”), pêk (bi yek/hev)…”. Carinan beşek dikare xwemalî û yek jî biyanî be, bo nimûne ”fehm-kirin, dehf-dan, sax-bûn, cemid-în, şid-andin…”.

Carinan heta hemû beşên peyvê dikarin biyanî bin lê dîsa jî ew di kurdî de li gor rêzimana kurdî hatiye çêkirin: ”filmkarton”. Hin caran jî beşên peyva hevedudanî xwemalî bin lê peyva pêkve bi xwe wergera yekser ya gotineka biyanî be, bo nimûne: ”binnivîs, jêrnivîs”.

Onomatopoetîk

Kurdî bi taybetî bi peyvên li ber dengên xweristî û tebîî çêkirî zengîn e: birde-bird, gurme-gurm, xuşîn, qîjîn, qebqeb… Di hemû zimanan de hin dengên xweristî dibin peyv. Carinan ew peyv wisa nêzîkî dengê xweristî dimînin ku hêsan e mirov pê bihese, wek ”gurmîn”. Hinc caran jî ji dengê xweristî dûr dikevin, bo nimûne ”maç” ku ji dengê bilind yê lêdana lêvan li tiştekî tê yan jî ”reyîn” (lêkera ku dengê seyan/kûçikan diyar dike) ku formeka guherî ji ”rewîn” e ku ew bi xwe jî ji ”hewîn” e ku ji ”hew-hew” e.

Ji zaravayên din

Ziman ne tenê peyvan ji zimanên biyanî werdigirin lê herwiha ji devok û zaravayên din jî neqlî xwe dikin. Her zimanê nivîskî li ser bingehê yek yan du-sê zaravayan yan devokan hatiye avakirin lê ti zimanên standard nînin ku xwe tenê bi devokekê ve sinordar bikin.

Kurdî zimanekî wek hin zimanan (bo nimûne norwecî, yûnanî, albanî û heta inglîzî jî) pirrnavendî ye. Çend formên wî yên nivîskî hene: bi kêmî kurmancî, soranî, zazakî. Kurmancî bi xwe jî du-sê navend he(bû)ne: bi alfabeya latînî li Ewropayê, Tirkiyê, Sûriyê, bi alfabeya erebî li Iraqê, bi alfabeya krîlî li Ermenistanê.

Van salan wergirtina peyvan di navbera zaravayên kurdî de zêde bûye. Bo nimûne kurmancî ev peyv ji soranî wergirtine: ”ajel, gewre, netewe, peywendî, pêwîst, pênûs…” Li aliyekî din kurmancî bo nimûne ev peyv dane soranî: ”dever, evîn, heval, mirov …”

Kurmancî bi rêya soranî herwiha peyv ji hewramî jî wergirtine, wek mînak: ”wane, wate”. Herçi zazakî ye, wê pirtir peyv ji kurmancî wergirtine ji ku dabin kurmancî. Lê bo nimûne paşpirtika ”-ox”, ya ku di hin nivîsên kurmancî de tê dîtin (gotox= bêjer, kirox = bikir, kesa/ê ku dike), ji zazakî derbasî kurmancî bûye.

Encam

Armanca vê kurtevekolînê ew bûye ku bi nimûneyan diyar bike ka peyvên kurdî ji kû tên. Armanca min bi ti awayî ne ew e ku bibêjin filan peyv ji yên din ”paqijtir”, ”kurdîtir” yan ”pîroztir” in. Armanca vê vekolînê fehmkirin û danfehmkirina têkiliyên dîrokî yên zimanê kurdî û civaka kurdî ye.

Divê vekolînên li ser zimanê kurdî li ser bingehê zimannasiya zanistî bin, ne li ser hewldanên îdeolojî ku dixwazin yan kurdî ji peyvên bi eslê xwe biyanî ”paqij” bikin yan jî eslê biyanî yê peyvan bi qest bikin ”kurdî”.

Piraniya hemû peyvên hemû zimanan bi eslê xwe biyanî ne ji ber ku madem peyvek di zimanekê din de hebe, wergirtina wê ji çêkirina peyveka nû hêsantir e: gelek hewl hatine dan daku navên xwemalî bo ”televizyon”ê yan ”kompûter”ê bên çêkirin lê piraniya kurdan her van peyvên cihê xwe girtî bi kar tînin.

Avêtina peyvên cihê xwe girtî yên bi eslê xwe biyanî ji zimanê kurdî 1) ti feydeyî nagihîne zimanê kurdî û 2) ti ziyanê jî nagihîne ”dijminan”. Lê avêtina wan peyvan dê zerereka mezin bide zimanê kurdî û kurdî li ber kurdîaxivan giran û seqet bike.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s