Close

METAFONÎ – çima ”welat” dibe ”welêt” û ”standin” dibe ”bistîne”?

Di zimannasiyê de mebest ji metafonî guherîna dengekî yan çend dengan bi dengekî yan çend dengên din e. Em ê di vê nivîsarê de li ser metafoniyê di rêzimana kurdî de rawestin.

.

Di devokên rojhlatî de çemandina navdêrên nêr yên yekhejmar ne bi guherandina A / E > Ê (welat > welêt, hesp > hêsp) lê bi zêdekirina herfa Î li dawiya peyvê dibe (welat > li welatî, hesp > bi hespî).

Heke cînavek li pêş navdêrê nêr hebe, hingê di herdu komên devokan de (rojhilatî û navendî) dîsa herfa ”Δ li navdêran tê zêdekirin û A/E nabe Ê:

– hesp > bi wî hespî (ne *wî hêsp)

– welat > li vî welatî (ne *li vî welêt)

Lê dîsa jî guherîna A/E bi Ê formeka berbelav e. Ew hem di devokên navendî de (û piraniya yên rojavayî de jî) serdest e û hem jî di zimanê nivîsînê de jî tê dîtin tevî ku di zimanê nivîsînê de herwiha li gel formên bi paşpirtika Î (welat > li welat-î, hesp > bi hesp-î) û formên neçemandî (welat > li welat, hesp > bi hesp) jî tên dîtin.

Lê guherîna A/E di rastiyê de ne tenê diyardeyeka devokî ye. Ew hem aliyê cografî û hem jî li hêla bikaranîna rêzimanî ve gelek berfirehtir e.

Metafonî di çemandina lêkeran de

Tê bîra gelek zimannasan ku behsa vê diyardeyê li gel navdêrên nêr bikin. Lê ne zimannasên kurd û ne jî yên biyanî bîr biriye ku behsa vê diyardeyê li gel lêkeran bikin.

Kerem bikin em li çend nimûneyan binêrin:

– çandin > diçînin

– xwandin/xwendin > bixwînim

– standin / stendin > nestîne / mestîne

– man > dimînin

Wek ku diyar dibe, A/E diguhere lê vê carê ew nabe Ê lê dibe Î. Lê heke em bidin ber soranî, em ê bibînin ku A/E ya lêkeran nabe Î lê bi piranî dibe Ê.

– sendin > mesêne

– man > demênin

Li aliyekê din, ji xwe A/E ya navdêrên nêr jî di hin devokên kurmancî de li şûna ku bibin Ê, dibin Î:

– ”şivan > nanê şivîn”.

Li aliyekê din, ev diyardeya guheramnîna A/E bi Ê yan Î di zazakî, farisî û gelek zimanên din yên îranî de nîne.

– farisî: x ʷanden (xwandin/xwendin) > bixʷan (bixwîne)

– zazakî: manden (man) > bimanên (bimînin)

Sebebên guherîna A/E bi Ê/Î

Guherîna A/E bi Ê/Î ji ber bişaftina (asîmîlasyona) dengan e. Mebest ji bişaftina dengan ew e ku dengekê peyvê dengekê din wek xwe lê dike. Lê vê derê em ê tenê behsa bişaftina vokalan bikin. Bişaftina dengan dikare ”pêşvero” yan jî ”paşvero” be.

Di bişaftina pêşvero (progressive) de dengekê pêştir dengekê li pey xwe diguherîne. Ev diyarde bi giştî bi navê ”ahenga vokalan” (vowel harmony) tê nasîn. Bo nimûne, di tirkî de paşpirtik li gor bingehê peyvê diguhere:

– kitap (kitêb) > kitap-lar (kitêban)

– el (dest) > el-ler (destan)

Lê di kurdî de tarîxiyen bişaftin ”paşvero” (regressive) bûye anku peyva bingehîn li gor paşpirtikê guheriye. Di zimannasiyê de bişaftina paşvero bi navê ”umlaut” tê nasîn û di zimanên hindûewropî de berbelav e:

– welat > li *welêtê[1]/ *welêtî > li welêt /welatî

– xwandin / xwendin > bixwînî / bixwênî

Sebebê cudahiya paşpirtika ”î” (wek ”hespî”) û ”ê” (wek ”hêsp”) diyarde û fenomeneka dengnasî ya dîrokî ye. Berê paşpirtika ”î” ya hin devokan ya niha ”ê” bû. Bo nimûne:

– kurdiya niha: hesp > bi hespî

– pehlewî: es > ped esê

Delîlên nivîskî yên kurdiya navîn û kurdiya kevn peyda nabin, lê wisa diyar e ku ”î” ya paşpirtika û ”ê” ya metafonîk di eynî demê de hebûne:

– hesp > *hêspê > hespê / hêsp / hespî

– welat > *welêtê > *welatê / welêt / welatî

Paşpirtika berê ihtimalen ”ê” bû (bide ber nimûneya li jor ya pehlewî) û wê paşpirtika ”ê” dengê ”a, e” jî wek xwe lê dike û dike ”ê”:

– hesp > + -ê (ya dîrokî li cihê ”-î” ya niha) > *hêspê

Bi demê re ”ê” ya paşpirtika di hin devokan de bûye ”î” û di eynî demê de dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” hatiye berdan

– *hêspê > hespî

Di hin devokan de dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” nehatiye berdan lê paşpirtika ”î” hatiye avêtin:

– *hêspê > hêsp

Di hin devokan de jî ”ê” ya paşpirtik wek xwe maye lê dest ji guherandina ”a, e” bi ”ê” hatiye berdan:

– *hêspê > hespê

Şopa metafoniyê di navdêrên kurmanciya rojhilatî de

Wek ku me li jor diyar kiriye, guherîna A/E yên navdêrên nêr bi Ê xusûsiyeteka devokên kurmancî yên navendî û rojavayî ye. Di devokên rojhilatî de ev diyarde / fenomen peyda nabe. Devokên rojhilatî çemandina navdêrên nêr bi alîkariya paşpirtika ”-î” çêdikin: ”welat > li welatî, hesp > bi hespî” (li şûna ”li welêt, bi hêsp” yên kurmanciya navendî).

Lê dîsa jî hin peyv hene ku mirov dikare jê bibîne ku demekê guherandina A/E bi Ê di devokên rojhilatî de jî hebû. Bo diyarkirina vê kerem bikin li van nimûneyên li jêr yên devoka behdînî binêrin:

– bajêr/bacêr (bi kurmanciya navendî ”bajar”, bi farisî ”bazar”, pehlewî ”vaçer”)

– cêrr (bi kurmanciya navendî ”cerr”, ji erebî ”cerr”)

– zêvî (bi kurmanciya navendî ”zevî”, soranî ”zewî”, farisî ”zemîn”)

– kitêb (bi kurmanciya navendî û soranî jî ”kitêb” lê ji erebî ”kitab”)

– hêk (bi kurmanciya navendî jî ”hêk” lê bi zazakî ”hak” û farisî ”xa-yê”, pehlewî ”xa-yek”)

Wek ku diyar e, gelek caran ”a/e” di kurmanciya rojhilatî (behdînî) de dibe ”ê”. Ev guherîn wisa berbelav e ku bi texmîna min nikare tiştekê sitfî/tesedifî be.

Wisa diyar e ku eslen ”bajêr, zêvî, hêk, kitêb” formên çemandî yên peyvên ”bajar, zevî, hak, kitab” bûne. Lê hin ji wan peyvên çemandî bergeha xwe berfireh kiriye û cihê formên neçemandî jî wergirtiye.

Ev ne diyardeyeka nedîtî ye. Bo nimûne, di soranî û farisî de li cihê du desteyên cînavên kurmancî (ez/min, tu/te, em/me, hûn/we, ew/ wê, wî, wan) tenê desteyekê cînavên serbixwe heye. Ji cînavên kevn yên îranî yên di kurmancî de parastî bi piranî tenê bi formên xwe yên çemandî di soranî û farisî de mane: soranî: ”min, to, ême, êwe, ew, ewan”; farisî ”men, tû, o, ma, şoma, îşan/anha/anan”.

Wek ku berçav e, cînavên soranî û farisî ji cîranên kurmancî yên neçemandî (ez, tu, em hûn, ew) zêdetir dişibin yên çemandî (min, te, me, we, wê/wî/wan).

Anku bi piranî cînavên çemandî di soranî û farisî de hatine parastin û formên wan yên neçemandî hatine avêtin. Bi heman awayî di kurmancî de jî – xaseten di devokên rojhilatî de – ji hin peyvan forma kevn ya çemandî maye û ya kevn ya neçemandî hatiye jibîrkirin.


[1] Nimûneyên bi stêrk (*) nemane û nehatine qeydkirin lê bi berhevdana dîrokî ya dengan û dengnasiyê tê texmîn kirin ku ev form hebûne. Li nav nivîsê de li jêrtir binêre

Advertisements

One thought on “METAFONÎ – çima ”welat” dibe ”welêt” û ”standin” dibe ”bistîne”?

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

Back to top
%d bloggers like this: