Dengrêziya kurdî

Husein Muhammed

Peyv ji kîteyan (kiteyan, heceyan, bi inglîzî syllable) pêk tên. Peyv dikare yekkîteyî be, wek ”av”, dukîteyî be wek ”bi-rin” yan pirrkîteyî be wek ”gi-han-di-bû-yê”. Her parçeyeka peyvê, ya ku mirov dikare lê bêhna xwe bide berî ku parçeya din ya peyvê bibêje, kîte ye.

Mebest ji dengrêziyê birêzkirina dengan di kîteyan de ye. Navê dengrêziyê bi navneteweyî ”fonotaksî” yan ”fonotaktîk” e, bi awayê xwe yê inglîzî ”phonotactics” ji yûnaniya kevn ”phōnḗ ” (deng) û ”taktikós” (rêzkirin). Li gor qeyd û bendên dengrêziya her zimanekî, birêzkirina hin dengan li pey hev mimkin e û hin jî ne mimkin e. Bo nimûne, di kurdî de ”s” û ”t” dikarin li destpêka peyvê hebin (”stêr, stem, standin”) lê ”n” û ”d” nikarin dest bi ti peyvekê bikin (*ndêr, *ndem, *ndandin – di vê nivîsê de stêrka * nîşana wê ye ku ew form nîne yan ne mimkin e). Lê li dawiya yan nava peyvê hem ”st” û hem jî ”nd” dikarin hebin: ”mast, rast, ristin” û ”çend, çandin, bilind”.

PEYDABÛNA DENGAN DI PEYVAN DE

Di dengrêziya kurmancî de mimkin e ku her herfa di kurdî de heyî dest bi peyvê bike: ”av, baran, car, çav/çar, deng, ez, êvar, fanos, gemar, her/Hesen, izn, îro, jajî, kes, lêv /lep, mirov, nan, ode, pênc/perde/pez, qirêj, rev/…, ser/sed, şev, te/têr/teng/tep, Urdin, ûtî, van, wêran, xet/xem, yar, zirav/zanîn…” Bi nimûneyên bi nîşana ”/” hatiye diyarkirin ku dengên cuda yên bi eynî herfê tên nivîsîn hemû ew deng dikarin li destpêka peyvê hebin. Tenê herfa R li destpêka peyvê herdem şidandî ye, ti caran li destpêka peyvê nerm nabe loma nîşana ”/…” li ber wê hatiye danîn.

Hemû herfên kurdî dikarin li dawiya peyvê jî cihê xwe bigirin: ”bA, baB, baC, maÇ/…, keD, dE, bÊ, maF, beG, reH/ruH, bI, kÎ, kaJ, maK, maL, maM, naN, bO, geP, reQ, meR/beR, beS/…, goT/…/moT/…, dU, bÛ, aV, eW, reX/giX, eY, beZ (rûn)/beZ (rev). Nîşana ”/…” diyar dike ku ew deng di kurmancî de li dawiya peyvê nîne. Anku hemû herfên me dikarin li dawiya peyvê cihê xwe bigirin lê hemû deng nikarin. Dengên ku li dawiya peyvê di kurmancî de ne mimkin in awayên bihilm anku req (aspirated) yên ji van herfan in: Ç, K, P, T. Dengên wan yên wek di peyvên ”çar, kar, perde, têr” de nikarin bikevin dawiya peyvê lê dengên wan yên wek ”çav, kirin, pênc, te” li dawiya peyvê jî hene. Di kurmancî de herfa T du dengên din jî hene, wek di peyva ”teng” de (bêhilm/unaspirated û qelew/emphatic) û wek ”tep” (bihilm/aspirated û qelew/emphatic). Herfa P jî dengekê serbixwe yê bêhilm û qelew heye, wek di peyvên ”pez” û ”piling” de. Ji van herdu herfan jî dengên wan yên qelew û bêhilm dikarin bikevin dawiya peyvê lê deng qelew û bihilm (wek her dengê bihilm) nikare li dawiya peyvê cihê xwe bigire.

Anku dengrêziya kurmancî, ji bilî R-ya nerm, li destpêkê hemû dengan qebûl dike. Li dawiya peyvê jî hemû deng tên pejirandin, ji bilî dengên bihilm/”req” (Ç, K, P, T yên bihilm/req). Rewşa nava peyvên xwerû/sade (peyvên ku ne ji çend peyvan pêk hatine) jî wek ya dawiya wan e anku her dengê ku li dawiyê hebe dikare li nava peyvê jî hebe.

Wek ku li jor hat gotin, her dengê kurdî dikare li destpêka peyvê be. Lê di rastiyê de hin deng li destpêkê mişe û pirr in, hin jî gelek kêm in. Her kesê ku çavekî li ferhengeka kurmancî bigerîne, dê bi hêsanî bibîne ku, bo nimûne, peyvên ku bi dengê B yan D dest pê dikin bi sedan yan bi hezaran in. Lê peyvên ku, bo nimûne, bi Î yan O dest pê dikin tenê çend lib in (bi taybetî eger mirov peyvên bi ”î” yên ji erebî û peyvên bi ”o” yên ji zimanên ewropî hatî hesab neke.)

Heke mirov peyvên xwerû bihejmêre, mirov dikare bi awayekê gelemperî bibêje ku di kurmancî de peyv bi konsonantan (herfên bêdeng) pirr dest pê dikin û bi vokalan (bideng) kêm dest pê dikin. Lê di nav konsonantan bi xwe jî cudahiyeka gelek mezin heye: B, D pirr mişe ne, K, M, N, P, Q, R, S, T, X, Z têra xwe hene, C, Ç, G, H, Ş kêmtir in, F, J, L, V, W, Y yekcar kêm in. Herçi vokal in, ”a” bi rêjeyî/nisbî li destpêka peyvan mişe ye tevî ku ne bi qasî konsonantên mişe be jî. ”E” li destpêka çend cînavên berbelav (ez, em, ew) hebe jî, wek din kêm e. ”Δ jî nadir e heke mirov peyvên pêkhatî yên wek ”îro, îşev, îsal” û peyvên biyanî jî nehejmêre. Ji bilî çend dengên gazîkirinê (of, oh, ox, of…) ”o” tenê di peyvên biyanî de peyda dibe. ”Û” wek peyveka serbixwe bi maneya ”herwiha” heye (wek ”ez û tu”) lê wek din bi çend peyvên biyanî yan navên deveran ve sinorkirî ye. Meseleya “u” û “û” yê aloz e: hin caran yek ji wan û carinan jî ya din tê nivîsîn: “Urdin/Ûrdin”, Ukrayna/Ûkrayna”, “urdûyî/ûrdûyî”. Bi heman awayî rastnivîsînê di meseleya “i” û “î” de jî cihê xwe negirtiye. Piraniya peyvên ji erebî yên bi “`i” dest pê dikin niha di kurmanciya nivîskî de bi “î” tên nivîsîn (îzin, îmtîhan, îhtîmal…) lê di rastiyê de dengê “i” zêdetir li wan peyvan tê û çêtir hem nêzîkî dengnasiya kurmancî ye û hem jî nêzîkî orijînaliya wî dengî ye.

Berevajî destpêkê, li dawiyê peyvê vokal di di kurdî de mişe ne. Lê ne di peyvên xwerû de (av, bar, heval) lê di peyvên çemandî/tewandî de (avÊ, wî barÎ, hevalA min) yan jî di peyvên pêkhatî de (avÎ, hevalTÎ). Lê dîsa jî “i” û “u” li dawiya peyvê nadir in: Di zimanê nivîskî de “i” tenê di van peyvan de: ”bi, çi, di, ji, li, ti” (li gel peyva “mi” ku forma devkî ji cînavê “min” e). “U” tenê di van peyvan de li dawiyê ye: “du, ku, tu” (li gel “çu” ya devokî). “O” paşpirtika forma gazîkirinê ya nêr ya kit e (hevalo! kurro!) û “-ino, -no, -îno” jî yên pirrhejmar in (hevalino, hevalno, hevalîno!), wek din “o” jî bi çend peyvên xwerû ve sinordar e: “bo, co, ço, do, go, no, ro, xo” ku ew jî bi piranî devokî ne û di zimanên nivîskî de bi hin awayên din yên nivîsîn: do > duh/duhî, go > got, ro > roj, xo > xwe”.
PEYV JI KÎTEYAN PÊK TÊN

Her peyvek ji yek yan zêdetir kîteyan pêk tê. Eger peyvek wisa be ku mirov nikare di dema gotina wê de carekê yan çend caran bêhna xwe vede, hinge peyv yekkîteyî ye anku ji kîteyekê bi tenê pêk hatiye. Bo nimûne, peyvên “av, ba, çav, dest, e, stran” yekkîte ne ji ber ku mirov nikare di dema gotina wan de bêhna xwe vede. Lê peyvên wek ”ava, baran, çavê, destî, stranan” dukîteyî ne anku her yek ji wan ji du kîteyan pêk hatiye ji ber ku di navbera gotina her yekê ji wan de mirov dişê carekê bêhna xwe vede: ”a-va, ba-ran, ça-vê, des-tî, e-rê, stra-nan”. (”-” nîşana cihê bêhnvedanê ye anku ew tixûbê navbera du kîteyan e.)

Di kurdî de peyvên xwerû bi piranî – eger ne hemû – yekkîteyî yan dukîteyî ne. Peyvên pirrkîteyî (ji yek yan du kîteyan zêdetir) peyvên pêkhatî ne anku ji çend peyvên xwerû yan jî ji peyveka xwerû û paşpirtikan (sufîksan) hatine çêkirin: bo nimûne ”serokkomar” ji du peyvên serbixwe ”serok” û ”komar” yan jî ”şivanî” û “revandin” her yek ji peyveka serbixwe ”şivan / rev” + paşpirtika ”-î /-andin” pêk hatiye. Li ber gelek zimanên din, rêjeya peyvên yekkîteyî di kurdî de mezin e anku gelek peyvên xwerû yekkîteyî ne.
AVANIYA KÎTEYAN

Çawa ku peyv dikarin li gor kîteyan bên parvekirin, wisa kîte bi xwe jî li gor taybetiyên xwe tên dabeşkirin. Her kîte dikare ji yek, du yan sê beşan pêk bê.

Navik

Di kurdî de di her kîteyê de bi kêmî vokalek (herfeka bideng) heye: ”a, e, ê, i, î, o, u, û”. Ew beşa kîteyê, ya ku ji vokalekê pêk tê, wek ”navik” yan ”kakil” tê binavkirin. Bi navneteweyî navê wê ”nucleus” e. Di kurdî û gelek zimanên din de kîte dikare tenê ji vê navikê jî pêk bê. Di kurdî de ”a, e, ê, î, û” ji xwe peyvên serbixwe ne jî. Lê wek din jî bo nimûne di van peyvan de kîteya pêşîn tenê ji navikê pêk hatiye: ”a-vê, e-rê, ê-var, i-zin, î-ro, o-de, u-mêd, û-tî”. Lê li navê yan dawiyê, ji bilî çend istisnayan, vokal nikarin bi tena serê xwe kîteyekê pêk bînin: ”i-di-a”.

Di her kîteyê de bi kêmî navik heye lê herwiha hin beşên din jî dikarin hebin. Konsonantên berî navikê ”serik” anku ”serkîte” ne (bi inglîzî ”onset”). Konsonantên li pey navikê jî ”dûvik” anku ”dûvkîte” ne (bi inglîzî ”coda”). Di peyva ”çav” ya yekkîteyî de ”ç” serik e, ”a” navik e û ”v” dûvik e.
Serik

Serik dikare ji yek, du yan heta sê konsonantan pêk bê. Konsonantên kurdî: b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z. Her konsonanta kurdî dikare bi xwe bi tenê serikê pêk bîne anku li serê kîteyê be. ”ba, car, çav/çar, dest, ferz, gul, hûn, kaj, lez/lep, mal, nav, pênc/perde, rast/…, ser/sal, şev, te/têr/teng/tep, vîn, war, xet/xem, yar, zer…” Nîşana bertirr / nimûneyên bi eynî herfê lê bi dengên cuda diyar dike.

Çend konsonant – lê ne hemû – dikarin li gel konsonanteka din jî li destpêkê bin. Di peyvên xwemalî yên kurmanciya nivîskî de de tenê ”sp-, st-, şk-, xw-”.  (spî, stêr, şkestin, xwê) dikarin serikê pêk bînin.

Heke em awayên devokî jî hesab bikin, hingê herwiha ”bw-, cw-, gw-, jw-, kw-, mwî-, nw-, sw-, tw-” (bwîk=bûk, cwîn=cûn/cûtin, gwîz=gûz, jwîjî=jûjî, kwîr=kûr, mwî=mû, nwî=nû, swîr, twî=tû”) dikarin di serikê de hebin lê di kurmancî de li pey wan tenê vokala ”î” dikare hebe, ne vokalên din. Di soranî de piraniya van komên konsonantan li destpêkê di zimanê nivîskî de jî li kar in û li gel ”ê” ew şûna ”konsonant+û” ya kurmancî digirin: gwêz=gûz, nwê=nû… Ji bilî wan, di soranî de ”dw-” jî dikare li destpêka peyvê hebe: ”dwênê” (duhî, duh, do, roja berî îro). Lê li aliyekê din soranî di peyvên xwemalî de ”st-” ya di kurmancî de heyî qebûl nake (li jêrtir binêre).

Di peyvên ku vê dawiyê ji zimanên ewropî deynkirî de gelek komên din jî mimkin in: ”bl-, br-, fl-, fr-, gl-, gr-, kl-, kr-, pl-, pr-, sk-, sl-, st-, sw-, tr-: blanket, Brîtanya, flora, Frensa, glas, gramer, klasîk, krîz, plan, skelet, slalom, statîstîk, Swêd, traktor…

Ji bilî van, herwiha komeka sê-konsonantî jî di peyvên xwemalî yên kurmancî de heye û di hin peyvên ji zimanên ewropî wergirtî de jî peyda dibe: STR-: ”stran, strî, stratejî”. Herwiha SPR- jî di çend peyvên ji Ewropayê hatî de heye: ”sprey, spring, sprî”.

Heke serik ji komeka konsonantan pêk bê, konsonanta destpêkê di kurmanciya nivîskî de – peyvên ji ewropî jî pê re – dikare tenê ”b, f, g, k, p, s yan t” be (bi devokî û/yan soranî herwiha ”c, j, m, n” jî dibin.) Konsonanta dawiya serikê tenê dikare yek ji herdu dengên ruhn (liquid) ”l, r” yan jî dengê nîv-vokal ”w” be. Tek dengên ku dikarin bibin konsonantên navîn yên serkîteyê ”p, t” ne.

Zimanên cuda di qebûlkirina komên konsonantan de di serkîteyê de ji he cuda ne. Kurmanciya nivîskî di peyvên xwemalî de tenê ”sp-, st-, şk-” û belkî ”şt-” qebûl dike. Inglîzî gelek komên din jî yên konsonantan gelekên din jî dipejirîne (bo nimûne ”kn-” û ”wh-” ku tên nivîsên lê wek ”n-” û ”w-” tên gotin), swêdî bo nimûne tehemila komeka wek ”stj-” dike (stjärna: stêr, bixwîne ”sterna”) û rûsî jî li gel gelek komên din bo nimûne koma ”vl-” qebûl dike (Vladîmîr).

Di zaravayên din yên kurdî de û di formên standard yên zimanên cîranên kurdî de (erebî, farisî, tirkî) di peyvên xwemalî de ti komên konsonantan li destpêka peyvê nayên qebûlkirin. Loma ”stêr” ya kurmancî yan bi sivikkirina koma konsonantan yan jî bi epentezê (zêdekirina herfan li peyvê) bi soranî bûye ”estêre”, kelhurî ”hesare”, lekî ”asare”, bi zazakî ”astare”, bi hewramî ”esarî” û bi farisî jî ”sêtarê”. Mesele ne ew e ku di kurmancî de peyv guherîne, ji ber ku di zimanên îranî yên kevn de wek kurmancî ”st-” li destpêka peyvê hebû: avestayî ”stêr”, pehlewî ”starek”, herwiha sanskrîtî ”star”, inglîzî ”star”, latînî ”stella”…

Helbet di farisî û erebî de vokalên kurt (e, i, u) nayên nivîsîn lê dîsa jî ew tên gotin. Di kurdiya bi alfabeya erebî jî de ”i” nayê nivîsîn lê dîsa jî tê gotin. Bo nimûne, bi soranî ”krdn” tê nivîsîn lê wek ”kirdin” tê gotin, ne wek ”kridin, kiridin, kirdn…”

Lê di kurmancî de jî komên konsonantan hatine sivikkirin. Bo nimûne, em bi kurdî dibêjin ”bira” û bi farisî ”berader” e lê di eslê peyvê de di gelek zimanên din de ne ”i” ya kurdî û ne jî ”e” ya farisî ya kîteya yekem heye: pehlewî ”brader”, avestayî ”brater”, sanskrîtî ”bhratar”, rûsî ”brat”, yûnaniya kevn ”phrater”, latînî ”frater”, inglîzî ”brother”…

Bi heman awayî zimanên îranî yên niha bi giranî ji komên konsonantan li destpêka kîteyê hatine rûtkirin. Bo nimûne, di farisiya hexamenişî de (nêzîkî 2300 – 2600 sal berî niha) dengê ”xş-” li destpêka peyvê normal bû (nimûne: ”xşep- xşayethe-” anku ”şev, şah”) lê ew deng di farisiya niha de nemaye. Ihtimalen eynî deng di kurdiya wê demê de jî hebû lê niha nemaye.

Heta eger niha kurmanciya nivîskî û hin devokên kurmancî peyvên wek ”stran, stêr” qebûl bikin jî, di gelek devokan de ew bûne ”sitran, sitêrk” yan jî ”istiran/histran, istêrk/histêrk”. Bi gotineka din, di kurmancî de jî nemana koma konsonantan li destpêkê li ser rê ye û tê – yan jî dihat.

Di eynî demê de tendenseka din di kurdî de cihê xwe digire. Van salên dawiyê bi sedan – eger ne bi hezaran – peyvên ewropî ketine kurdî ku tê de li destpêkê komeka konsonantan heye (blond, Brîtanya, flora, Frensa, glas, gramer, klasîk, krîz, plan, skelet, slavî, statîstîk, stratejî, sprey, Swêd, traktor…)

Berê koma konsonantên hin ji van peyvan dihat sivikkirin, bi taybetî ji ber ku ew bi rêya zimanên wek farisî, tirkî û erebî diketin kurdî: plan > pîlan, glas > gelas, statîstîk > îstatîstîk, Swêd > Îsweç, traktor > terektir…

Lê êdî bi taybetî kurdên ku yek yan çend zimanên ewropî dizanin van peyvan bê sivikkirina koma konsonantan dibêjin. Hê zû ye ku mirov pêşbîniya encameka mitleq bike lê ihtimalen hatina van peyvên ewropî û dengên wan dikarin rê li ber tendensa din, anku sivikkirina koma konsonantan, bigirin yan jî awayê eslî yê peyvên wek ”stêr” û ”stran” ji guherînê biparêzin.

Dûvik

Konsonantên ku di kîteyê de dikevin pey navikê, ”dûvik” anku ”dûvkîte ne. Berevajî navikê lê wek serikê, dûvik jî di kîteyê de ne zerûrî ye. Bo nimûne di peyvên ”ba, di, mû, xwê” de yan di kîteya pêşîn ya her yek ji van peyvan de ”a-gir, we-lat, bi-har, dû-man” dûvik nîne.

Dûvik di kurdî de dikare ji yek yan du konsonantan pêk bê: ”giR, deST”. Bi hin peyvên esil-biyanî de dûvika sê-konsonantî ”-kst” heye: ”tekst”. Di peyva devokî ya xwemalî ”heyşt” (heşt) de jî dûvik ji sê konsonantan pêk tê eger mirov nîv-vokala ”y” jî wek konsonant bihejmêre.

Hemû konsonantên kurdî dikarin di kurmancî de bikevin dawiya kîteyê anku di dûvikê de peyda bibin: baC, xaÇ, daD, reF, beG, riH, kaJ, maK, maL/saL, eM, baN, reP, reQ, maR/meR, keS, geŞ, meT/moT, eV, eW, reX/baX, ey, beZ (rûn) / beZ (rev). Nimûneyên wek ”mal/sal, rex/bax, bez/bez” du dengên cuda yên bi eynî herfê tên nivîsîn diyar dike. Lê ”ç, k, p, t” yên bihilm (req, aspirated), nikarin di dûvikê de hebin ji ku ew tenê li destpêka peyvan dikarin peyda bibin.

Hin ji komên konsonantan yên di peyvên xwemalî de di serkîteyê de mimkin di dûvkîteyê de jî mimkin in: sp-, st-, şk (hesp, rast, meşk) lê komên bi ”konsonant+w” di dûvikê de nabin.

Li aliyekê dî, di dûvikê de gelek komên konsonantan mimkin in ku di serkîteyê de peyda nabin. Bi kêmî ev komên konsonantan di kurdî de li dawiya kîteyê peyda dibin: -nd (çend), -st (rast), -rt (girt), -ng (deng), -rd (kurd), -ft (şkeft), -xt (rext), -sk (misk), -şk (mişk), -şt (mişt), -sp (hesp), -rf (herf), -rb (kerb), -wt (mewt), -yd (eyd), -lb (qelb), -lp (qelp), -rs (birs), -rç (hirç), -ld (cild), -rz (ferz), -mb (duşemb), -mp (kemp), -nc (kinc), -rc (xerc).

Hin ji van komên konsonantan di kurmancî de berbelav in, bo nimûne –nd, -st, -ng. Hin jê kêm peyda dibin: -ft, -rs. Hin jê sivik bûne: -rd (kurd > kur_manc, bir_in, bide ber soranî ”birdin”, zazakî ”berdene”.) Hin jî tenê di peyvên esil-biyanî de hene: -lb, -mp (hêjayî gotinê ye ku ”berz” di kurmancî de peyveka deynkirî ye, hevreha wê ya kurmancî ”bil-ind” e). Hin jî hem esil-biyanî ne û hem jî tenê di çend peyvan de hene: -yd, -wt.

Çawa ku meyla sivikkirina koma konsonantan li destpêka kîteyê heye, wisa li dawiya wê jî heye. Ya balkêş ew e ku soranî, zazakî û farisî destpêka kîteyê sivik kiriye, kurmancî dawiya wê: farisî ”bord, mord”, zazakî ”berd, merd”, soranî ”bird, mird” lê kurmancî ew sivik kirine, D ji pey R avêtiye: ”bir, mir”. Lê li aliyekî din di soranî û kelhurî de ji ”-st” ya dawiyê gelek caran tenê ”-s” û ji ”-nd” ya dawiyê tenê ”-n” dimîne (dest > des, nalbend > nalben). Ev heman diyarde di kurmancî de jî hebûye: çend > çen, bend > ben/benik.

CÛNÊN KÎTEYAN

Em ê di vê tabloyê de hemû tîpên kîteyên kurmancî pêşkêş bikin. Cûreya kîteyê çend zêdetir li jor be, wisa berbelavtir û mişetir e, çiqas jêrtir be jî nadirtir e û kêmtir peyda dibe. C: konsonant, V: vokal. Eger nimûne di kevokan de be, tê wê maneyê ku kîteyên wek wê gelek kêm peyda dibin: ”i.di.a”. ”-” diyar dike ku kîteyên wek wê li wî cihî nînin. ”1./2.3. kîte” tê wê maneyê ka kîteya wisa dikare di kîjan cihên peyvê de peyda bibe. Hemû cûnên van kîteyan dikarin li destpêka peyvê hebin. Lê li nava yan dawiya peyvê komên konsonantan bi piranî parveyî ser du kîteyan dibin: ST ”ra-weS-Tan-din”.

CÛNÊN KÎTEYAN PEYVÊN NIMÛNE
1. kîte 2. kîte 3. kîte
CV ma.lê ma. xwa.ri.na
CVC baş he.val di.gir.tin
CVCC dest da.girt da.ne.xist
CCV spî
CCVC stêr
V e.vîn (i.di.a)
VC av sa.et/ ber.av[1]
VCC ast
CCVCC şkest
CCCV (stra.tejî)
CCCVC (stran)
CCCVCC (strand)
CVCCC (tekst, heyşt)

TESÎRA LERZA DENGAN LI SER DENGRÊZIYÊ

Di kurdî de gelek deng hene ku pirr nêzîkî hev in: b/p, c/ç, d/t, g/k, j/ş, z/s, v/f. Lê ev deng ne bi temamî wek hev in. Desteya ”b, c, d, g, j, z, v” dengên bilerz in (bi inglîzî ”voiced”) û desteya ”p, ç, t, k, ş, s, f” dengên bêlerz in (bi inglîzî ”voiceless” yan ”unvoiced”).

Dengên bilerz, gava ku tên gotin, di bihurka dengî (vocal tract) anku cihê deng tê re tê di gewriyê de lerzekê peyda dikin. Anku ew bihurka dengî dilerize gava ku dengên ”b, c, d, g, j, z, v” jê derdikevin loma navê wan konsonantan ”dengên bilerz” e. Lê dengên ”p, ç, t, k, ş, f” wê lerzê peyda nakin loma ew dengên bêlerz in.

Tesîra cudahiya dengên bilerz û dengên bêlerz li ser cihgirtina dengan di peyvê de heye. Di peyvên xwerû de dengekê bilerz nikare bênavbirr bikeve pey dengekê bêlerz û dengekê bêlerz jî nikare bênavbirr li pey dengê bilerz hebe. Loma em dibêjin ”rast, mişk, heft” (ne *razt/*rasd, *mijk/*mişg, *hevd/*hefd) û ”mizgîn, hevde, hejde” (ne *misgîn, *hefde, *heşde). Dengên ”st, şk, ft” hemû bêlerz in û ”zg, vd, jd” hemû bilerz in û dikarin li pey hev hebin. Lê di ”zt, sd, jk, mg, sg, fd, şd” de herfek bilerz û yek jî bêdeng e loma ew nikarin li pey hev hebin.

Dema ku em li peyvên ”dikujin, dilîzin, dikevin” dinêrin, em dibînin ku ”j, z, v” di rehê peyvê de hene ku hemû dengên bilerz in. Lê dema ku em li forma wan ya raderî (infinitîv) dinêrin, em dibînin ku ew ”kuştin, lîstin, keftin” in (paşî ”keftin” di piraniya devokan de bûye ”ketin”). Sebebê guherîna ”j, z, v” bi ”ş, s, f” ew e ku ”t” hatiye pey ”j, z, v”. Lê ji ber ku ”t” dengekê bêlerz e û ”j, z, v” jî bilerz in, ”j, z, v” guherîne û bûne ”ş, z, f” yên bêlerz daku li gel T-ya bêlerz li hev bikin.

Nimûneyeka din jî peyvên ”hevde, hejde” ne (li gor hin devokan ”hivde, hijde/hîjde”). Ew ji peyvên ”heft+deh” û ”heşt+deh” pêk hatine ku di herduyan de peyva pêşîn ji du dengên bêlerz (-ft, -şt) pêk hatiye lê peyva duyem (-deh) jî bi dengekê bilerz dest pê kiriye. Bo sivikkirinê T û D heliyane nav hev û dengê bilerz D jê maye: ”heft+deh > *hefde” û ”*heşde”. Lê ji ber ku ”f, ş” bêlerz in û ”d” bilerz e, divê dîsa yek ji wan biguhere daku bikarin li hev bikin. Loma dengên bêlerz ”f, ş” guherîne û bûne ”v, j” loma em dibêjin ”hevde, hejde/hijde/hîjde”, ne ”*hefde, *heşde/*hişde/*hîşde”.

Bo hê baştir zelalkirina meseleyê mirov dikare guherîna peyva ”dest” li destpêka hin peyvên pêkhatî (hevedudanî) bide. Ji ber ku ”st” bi xwe du konsonant in, eger peyva bi wê ve kirî jî ji yek yan çend konsonantan pêk hatibe, hingê ”dest” tê sivikkirin. Carinan ew dibe ”des-” wek ”desmal, desnimêj, despêk, deskarî” lê carinan jî dibe ”dez-” (dezgeh, dezgir, dezgirtî, dezbilînk, dezvala). Sebebê guherîna S bi Z jî ew e ku di nimûneyên me de dengê G yan V yên bilerz S-ya bêlerz kiriye Z-ya bilerz.

Ev fenomen di gelek zimanên din de jî heye. Bo nimûne, di inglîzî de peyva ”leave” (hiştin, çûn, rê dan…) di dema borî de dibe ”left” (ne *levt) ji ber ku T –ya bêlerz û V-ya bilerz nikarin li pey hev hebin.

Di guherîna dengan de peyva pêştir li gor peyva paştir dike: ”heft+deh > hevde” (F-ya bêlerz ji ber D-ya bilerz bûye V-ya bilerz) lê ”di-kuj-im > kuş-tin” (J-ya bilerz ji ber T-ya bêlerz bûye Ş-ya bêlerz).

Hin kes, ji ber ku di rehê peyvên wek ”dikujin, dilîzin, dikevin” dengên ”j, z, v” hene, formên wan yên raderî jî wek ”kujtin, lîztin, kevtin” dinivîsin. Lê ev hem ne li gor dengnasiya kurmancî ye û hem jî li gor lerdarî û bêlerziya dengan xeletiyeka berçav e ku ji hîperkorektiya şaş tê kirin.

i-ya revok û kîtekirin

Di nivîsîna kurdî de mirov dikare gelek peyvan bi du awayan bibîne ku di yekê de ”i” heye û di awayê din de jî ”i” nîne. Bo nimûne: ”kevin/kevn, nizim/nizm, germ/gerim”…

Sebebê dudiliya li ser awayê rast yê nivîsîna van peyvan ew e ku li gor dengên li pey wan peyvan ”i” jî tê bihîstin yan jî nayê bihîstin. Bo nimûne, eger em bibêjin ”ev kiras kevn e”, hingê dawiya wê hevokê wek ”kev-ne” tê gotin, ne wek ”ke-vi-ne”. Anku ”kevn+e” bi hev re dikare bi du derbeyan bê gotin yanî dibe komikeka du-kîteyî. Lê eger em bibêjin ”ev derpê hê jî kevntir e”, hingê dawiya hevokê wek ”ke-vin-ti-re” tê bilêvkirin.

Ev diyarde/fenomen jî encama kêmkirin û sivikkirina koma konsonantan e. Bi heman awayî ”destpêk, destmal” di axiftinê de dibin ”despêk, desmal”. Kurmancî di nivîsînê de tehemila sê konsonantan li dawiya kîteyê bike jî, di axiftinê de ew sist dibe.

i-ya têrneker û kîtekirin

Wek qeyd û bendeka giştî mirov dikare bibêje ku her vokala kurdî bi tenê yan li gel konsonantên li dora xwe kîteyekê pêk bîne. Vokala ”i” jî wisa ye. Lê dîsa jî hin peyv hene ku ”i” tê de heye û vokaleka din jî heye lê dîsa jî ew ne dukîteyî lê yekkîteyî ne. Bo nimûne, di peyvên ”bira, jiyan, ziman” de di her yekê de du vokal hene lê dîsa jî her yek ji wan peyveka yekkîteyî ye. Anku di axiftinê de mirov divê wan bi derbekê bibêje (bira, jiyan, ziman) wek ku ”i” di wan de tine be (bra, zman). Tenê bi zor û tadeyeka nesiritî mirov dikare bibêje ”*bi-ra, *ji-yan, *zi-man”. Herwiha di peyvên wek ”siyaset, xiyanet” jî sê vokal hene lê dîsa jî ew di axiftinê de peyvên dukîteyî ne, ”siya-set, xiya-net”, ne ”*si-ya-set, xi-ya-net”.

Dengrêzî di ser kîteyan re

Heta niha me behsa wê kiriye ku deng çawa dikarin di kîteyekê de bên rêzkirin. Me diyar kiriye kul i dawiya kîteyê bi piranî vokalek, konsonantek yan jî herî zêde du vokal dikarin hebin. Tek kîteyên bi sê konsonantan bi dawî tên di peyva devokî ”heyşt” û peyva esil-biyanî ”tekst/têkst” de heye.

Lê di rastiyê de ji sêyan zêdetir jî konsonantan di peyvê de bikevin pey hev. Bo nimûne, di peyva xwemalî ”goştxwer” de çar konsonant (Ş, T, X, W) li pey hev in. Mirov dikare ji kesê ku di tekstan bixwîne re bibêje ”tekstxwîn” (bide ber Qur’anxwîn, kitêbxwîn, dersxwîn). Di ”tekstxwîn”ê de pênc konsonant li pey hev in.

Lê di peyvên wan de koma konsonantan li ser du kîteyan parve dibe: ”goşt-xwer, tekst-xwîn” loma hejmareka wiha mezin ya konsonantan li pey hev mimkin e. Ji ber parvebûna koma konsonantan li ser du kîteyan e ku komên wek CCCVC yan CCCVCC tenê di kîteya yekem ya peyvê de mimkin in lê ne di kîteyên li peyvê de: ”strand” (”stran got”, CCCVC) lê ”nes-trand” (”stran negot, nekir stran”, CVC-CCVCC).

Li gel peyvên bi pêşgir (bêstratejî: ”ya ku stratejî nîne”, bistran: ”ya ku stran heye”) mirov dikare pêşgirê wek kîteyeka serbixwe bihejmêre (”bê-stratejî, bi-stran”) yan jî li gor gotinê koma konsonantan sivik bike (”bês-tratejî, bis-tran”).
[1] Di nimûneya ”saet”ê de di nivîsînê de ”-et” VC ye lê di gotinê de CVC ye. Di ”berav”ê de bi nivîsînê kîtekirin ”be-rav” e lê bi gotinê û ji aliyê peyvsazî û etîmolojiyê ve kîtekirin divê ”ber-av” be. Di nimûneyên wek ”berav”ê de kîtekirin dikare bi du awayan be, ”ber-av” yan ”be-rav”. Lê kîtekirina li gor gotinê (ber-av) saxlemtir e. Bo nimûne, peyva ”binavkirin” li gor kîtekirina nivîskî ”bi-nav-ki-rin” e lê ew du maneyan dide: ”nav lê kirin” yan jî ”kirin bin avê”. Eger mirov wê bi maneya ”kirin bin avê” bi kar bîne, ew di gotinê de wek ”bin-av-ki-rin” tê kîtekirin û divê di nivîsînê de jî wisa bê kîtekirin.

One thought on “Dengrêziya kurdî

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s