Cinsê heywanan yê rêzimanî

Husein Muhammed

dikumirisk

Di sirişt û tebîetê de heywan ji du cinsan anku du zayendan in: nêr û mê. Çawa ku bo zêdebûna biyolojîkî mirov hewceyî jin û mêran in, wisa heywanan jî pêdivî û pêwîstî bi nêr û mêyan heye.

Di nav birrên hirçan de, di nav revdeyên xezalan de, di bi refên çûçik û çivîkan re hem takeyên (indivîdên) mê û hem jî yên nêr hene.

Mêyîtiya yan nêrîtiya heywanan cinsê wan yê siriştî / tebîî diyar dike. Lê gelo cinsê heywanan yê rêzimanî çi û çawa ye?

CINSÊ HEYWANÊN KEDÎ

Cinsê rêzimanî yê peyvên ”beran, nêrî, ga” nêr e: em dibêjin ”beranê malê, nêriyê malê, gayê malê” wek çawa ku em dibêjin ”mêrê malê” yan ”kurê malê”. Anku cinsê rêzimanî yê van heywanan li gor cinsê wan yê siriştî ye: Em nabêjin ”*berana malê” ji ber ku beran ne mê ne lê nêr in.

Cinsê rêzimanî yê peyvên ”bizin, mih/mî, çêlek/çêl” mê ye: em dibêjin ”bizina malê, miha malê, çêleka malê” wek çawa ku em dibêjin ”jina malê” yan ”keça malê”. Anku cinsê rêzimanî yê van heywanan li gor cinsê wan yê siriştî ye: Em nabêjin ”*çêlekê malê” ji ber ku çêlek ne nêrin lê mê ne.

DU CINS Û DU NAV

Piraniya heywanên guhandar (memkidar, şîrdar, bi inglîzî ”mammals”) yên kedî yên gihiştî du navên cuda bo cinsên nêr û mê hene: bizin/nêrî, mih/beran, çêlek/ga, hesp/mahîn, ker/maker, se/dêl”. Heta hin heywanên çengdar/baskdar yên kedî yan xwedîkirî jî navên cuda bo her cinsekî heye: ”mirîşk/dîk(il), kew/mêkew”.

Piraniya zimanên din jî du navên cuda bo gelek heywanên kedî hene. Bo nimûne, em ê navê ”mirîşk” û ”dîk(il)”î bi çend zimanan bidin:

kurdî dîk, dîkil mirîşk
erebî dîk[1] ديك decace دجاجة
farisî xorûs[2] خروس morğ مرغ
tirkî horoz tavuk
inglîzî rooster, cock hen, chicken
fransî coq poule, poulet
spanî gallo gallina

Bi heman awayî di piraniya zimanan de navên cuda bo ”bizin û nêrî”, ”mih û beran”, ”ga û çêlek” û hwd. hene. Bala xwe bidinê ku di nav van zimanan de hin yên wisa jî hene ku cinsê rêzimanî tê de nîne: ji zimanên li jor di kurdî, erebî, fransî û spanî de cinsên rêzimanî hene lê di farisî, tirkî û inglîzî de cinsên rêzimanî nînin. Lê dîsa jî tirkî, inglîzî û farisî jî li gor cinsên siriştî yên hin heywanên kedî û bernas navên cuda li wan dikin.

DU CINS Û SÊ NAV

Hin heywanên mê û nêr, ji bilî navek bo yê nêr û yek jî bo ya mê, herwiha navekê hevpar jî bo herduyan heye. Bo nimûne, mih/mî mê ne, nêrên wan beran in lê mih/mî û beran bi hev re dibin ”pez”. Bi heman awayî bizin û nêrî li gel hev ”terş” in.

Tiştê balkêş ew e ku ”pez” û ”terş” herdu jî peyvên nêr in tevî ku di nav pezî de hem mih û hem jî beran hene û terş jî hem ji nêriyan û hem jî ji bizinan pêk hatiye.

NAVÊN KOMÊN HEYWANAN

Gelek navên cuda yên komên heywanan jî hene. Komeka ga û çêlekan/mangayan/çêlan bi hev re ”garan” e. Komeka teyran ”ref” e, koma pezî ”kerî”, ”celeb” yan ”birr” e, koma hespan ”revde” yan ”revo” ye û hwd.

Helbet di nav her yek ji wan koman de heywanên nêr û yên mê jî hene. Lê ”kerî, celeb, birr” peyvên nêr in û ”garan, ref, revde, revo” mê ne.

NAVÊ CINSEKÎ WEK NAVÊ GIŞTÎ

Helbet heke em behsa komeka mezin ya hesp û mahînan yan bizin û nêriyan yan mih û beranan bikin, hingê peyvên ”revo, kerî” yên navkom (navên koman) dikarin bên bikaranîn.

Lê carinan mirov behsa tenê heywanekê dike ku cinsê wî nizane yan jî tenê behsa çend heywanan dike ku belkî di nav de nêr û mê hebin. Wek ku me li jortir diyar kir, hingê bo mih û beranan mirov diakre bibêje ”pez” û bo bizin û nêriyan jî peyva ”terş” bi kar bîne.

Lê gelo em ê bo hesp û mahînan, se û dêlan, ker û makeran, kew û mêkewan, dîk û mirîşkan çi bibêjin?

Me ti navên sêyem û hevpar bo mirîşk û dîkan nîne. Bo hesp û mahînan jî peyda nabe. Se û dêl jî ji navekê hevpar bêpar in.

Di rewşên wiha de navê yek ji herdu cinsan wek navê hevpar tê bikaranîn:

Em dibêjin ”kolikê mirîşkan” yan ”koxê mirîşkan” anku mala xanîkê mirîşkan. Lê em dizanin ku hin dîk/dîkil jî li wan dilîsin û vedihewin. Ew ne tenê mala mirîşkan lê ya dîkan e jî.

Em dibêjin: ”Li wî gundî gelek seyên / kûçikên har hene”. Erê mihtemelen seyên nêr di nav wan de hene lê bi ihtimaleka gelek mezin – heke koma wan seyan boş û mişe be – di nav de dêl jî hene.

Em dibêjin: ”Filan kes di siwariya hespan de jêhatî zîrek e”. Lê di eynî demê de ew dikare siwariya mahînan jî bike.

Erê kewgir diçin kewan bigirin yan bikujin. Lê heke mêkew jî bi ber destê wan bikevin, bawer nakim ku wan negirin.

Ev nimûneyên me diyar dikin ku ”mirîşk” bi maneya xwe ya teng cinsê mê yê cûreyeke teyrên xwedîkirî ye. Lê bi maneya berfireh ”dîk û mirîşk” herdu jî ”mirîşk” in. ”Se, hesp, kew” bi maneya xwe ya teng tenê cinsên nêr yên hin cûnên heywanan in. Lê bi maneya xwe ya fireh ”se” maneya ”se û dêl”an, ”hesp” wateya ”hesp û mahîn”an û ”kew” jî ramana ”kew û mêkew”an dide.

Bi zimanên din jî ev diyarde heye. Bo nimûne, bi inglîzî ”horse” hesp e û ”mare” mahîn e. Lê navê hevbeş yê herduyan ”horse” e. ”Dog” se ye û ”bitch” dêl e lê navê hevpar yê herduyan ”dog” e. ”Cow” çêlek/manga ye û ”ox” ga ye lê navê mişterek yê herduyan ”cow” e.

Tiştê balkêş ew e ku carinan cinsê nêr û hin caran jî cinsê mê dibe navê hevpar. Ev belkî bi piranî li gor bikêrhatina heywanan be: mirîşk bi hêkên xwe, hesp bi barhilgiriya xwe, se bi çavdêrî û dirindetiya xwe bo mirovan feydeyên ji dîk, mahîn û dêlan berçavtir û yeksertir tînin. Tevî ku helbet bo hêkkirinê mirîşk hewceyî dîkan in, bo canîkanînê hesp pêdivî mahînan û bo têjikanînê se lazimî dêlan in anku bo zêdebûn û venûbûnê herdu cins zerûrî ne.

DU CINS Û NAVEK

Piraniya cûnên heywanan navên cuda bo her cinsî nînin: ”elok, qaz, werdek” hem navê elok, qaz û werdekên mê û hem jî yên nêr in. ”Pisîk/pişîk”an anku ”kitik”an di kurdî de du nav hene lê herdu nav jî bo herdu cinsan. Mişk û mar jî wisan in.

Sebebên hebûna navên cuda bo ”dîk(il)” û ”mirîşk”an lê tinebûna du navên cuda bo ”elok, qaz, werdek, pisîk/pişîk/kitik”an helbet aborî û dîrokî ne: mirîşk û dîk(il) berê li gundan teqrîben li her malê hebûn lê elok, qaz, werdek gelek jê kêmtir bûn. Herçi ”pisîk/pişîk” anku ”kitik in jî, cinsê wan di aboriya malbatî de ne giring bû: berhemê wan anku şîrê wan ji aliyê mirovan ve nayê vexwarin. Mirovan ew bo nehiştina mişkên ziyandar xwedî kirine lê ne zêde giring bûye ka ew pisîk mê yan jî nêr in.

CINSÊ NAVÊ HEVPAR

”Elok, qaz, werdek, pisîk/pişîk/kitik”ên kurdan jî illeh yan mê yan jî nêr in. Qaz û werdekên ereban, elmaniyan, frensiyan, rûsiyan û spaniyan jî wisan in. Helbet yên faris, tirk û inglîzan jî lê ji xwe di farisî, tirkî û inglîzî (gelek zimanên din de jî) ne hewce ye ku mirov cinsê rêzimanî diyar bike: bibêje ka ”qaz” nêr e yan jî mê ye.

Di kurdî de, wek di hin zimanên din de jî (bo nimûne: almanî, fransî, rûsî, spanî) mirov mecbûr e ku carinan yan herdem cinsê peyvê diyar bike. Hin peyvên kurmancî eslen bêcins in lê cinsê wan li gor cinsê kesa/ê ku behs jê tê kirin tê diyarkirin. Bo nimûne, peyva ”heval” yan ”doktor” bêcins e lê li gor cinsê hevala/ê xwe yan doktora/ê xwe mirov dibêje ”hevala min” yan ”hevalê min”, ”doktora min” yan ”doktorê min”.

Lê em ê çi li ”elok, qaz, werdek û pisîk/kitikan”an bikin?

Kurmancîzanan bi ihtimaleka mezin bihîstiye ku mirov behsa ”eloka me, qaza me, werdeka me” û bi taybetî jî ”pisîka/ kitika me” tê kirin. Mirov dikare hema-hema sond bixwe ku te gotinên wek ”werdekê me” yan ”qazê me” nebihîstine – heke di devoka te de ”ê” li cihê ”-ên” ya pirhejmariyê neyê bikaranîn.

Anku di kurmancî de cinsê rêzimanî yê ”elok, pisîk/kitik, qaz, werdek”an mê ye.

Lê dîsa jî em dizanin ku elokên nêr, qazên nêr, werdekên nêr jî hene. Heke tine bûna, elokên mê, qazên mê, werdekên mê hêk nedikirin. Kitikên/pisîkên nêr jî hene. Heke tine bûna, yên mê jî têjik nedianîn.

Bi taybetî heywanên kûvî tenê navek bo herdu cinsên biyolojîkî heye: ”şêr, piling, hirç, keroşk, xezal, mişk, masî, gur(g), çûk/çivîk/çûçik, teyr, baz, rûvî, kêvjale, sûsk, fîl, sivore, sîxur…” Hin ji van navên hevpar mê ne: ”hirç, xezal, keroşk, kêvjale, sûsk, çûk/çivîk/çûçik”. Hin jî nêr in: ”şêr, piling, mişk, masî, gur(g), teyr, baz, rûvî, fîl, sivore, sîxur”.

LÊ HEKE CINSÊ KITÊ BÊT ZANÎN?

Heke em bizanin ka filan hirç mê ye yan jî nêr e, li gor wê em dikarin bibêjin ”hirça pîr” yan ”hirçê pîr” wek çawa ku em dikarin bibêjin ”hevala pîr” yan ”hevalê pîr” yan jî ”doktora pîr” yan ”doktorê pîr”.

Di nav birrên guran (gurgan) de, di nav revdeyên şêran de, bi mişkan re jî takeyên nêr û mê hene. Heke em bizanin ka filan gur mê ye yan jî nêr e, li gor wê em dikarin bibêjin ”gurê pîrr” yan ”gura pîr”. Bi heman awayî heke em cinsê takeşêrekî yan kitemişkekî bizanin, em ê li gor cinsê wê/wî bibêjin ”şêrê pîr” yan ”şêra pîr” yan jî ”mişkê pîr” yan ”mişkê pîr”.

Helbet hirçên nêr û mê hene lê çima peyva ”hirç” mê ye? Bê guman şêrên mê jî hene lê ji ber çi peyva ”şêr” di kurmancî de nêr e?

Gelo sebebekê siriştî heye ku çima em ”elok, qaz, werdek” bi kurmancî mê ne?

Hin caran tê gotin ku cinsê rêzimanî yê heywanên dirinde/har nêr e û cinsê rêzimanî yê heywanên delal/spehî mê ye. Bo nimûne: qaz, werdek, mirîs_k ne zêde tirsnak in û ne dirinde ne loma mê ne. S_êr, piling û se dirinde û har in loma nêr in.

Lê heke wisa be, çima cinsê rêzimanî hirç mê ye? Bi gis_tî teyr wek heywanên delal û ne-dirinde tên naskirin. Lê madem ku wisa be, çima peyva ”teyr” nêr e? Heke hûn bibêjin ku ew ji erebî ye loma nêr e, lê gelek peyvên bi erebî nêr jî, gava ku tên kurmancî, dibin mê: bo nimûne ”kitab” bi erebî nêr e lê di kurmancî de bûye mê.

Yan gelo çima masî û sivore nêr in heke nêrîtiya rêzimanî ya heywanan bi rastî bi harîtî û tirsnakiya wan be? Ma ne masî û sivore li ber mirovan û piraniya heywanên din tirsnak û revok in?

Heke tirsnakî û dirindetî s_ertê nêrîtiya rêzimanî be, gelo çima kitika/pisîka nêçîrvan mê ye lê mis_kê nêçîrbar nêr e? Ma de divê berevajî bûya?

Hêvîdar im bi van nimûneyan as_kera bûbe ku cinsê rêzimanî yê heywanan ne bi delaliya/spehîtiya wan yan jî dirindetiya wan be.

Lê gelo hin sebebên din yên cinsê rêzimanî yê heywanan hene ku em nizanin û jê bêhay in? Dixwazim bi berhevdana çend zimanan li bersiva vê pirsê bigerim.

Ji ber ku li her dera dinyayê elok, qaz, werdek hema-hema wek hev in, heke sebebekê tebîî bo mêkirina navên wan di kurdî de hebe, ma ne divê ku ew sebeb wan peyvan bi zimanên din jî bike mê. Ka em li cinsê van peyvan bi kurmancî û pênc zimanên din yên bi cinsên rêzimanî diyar bikin.

  elok qaz werdek
kurmancî
erebî nêr
almanî nêr/mê
fransî mê (/nêr)[3] nêr
rûsî nêr nêr
spanî nêr nêr nêr

Em dibînin ku – berevajî kurmancî – bi spanî her sê peyv nêr in ne. Bi erebî yek (elok) nêr e lê du (qaz, werdek) mê ne. Bi almanî qaz û wedek mê ne lê elok bi giştî nêr e. Bi fransî qaz mê ye, werdek nêr e û elok jî bi giştî mê ye. Bi rûsî elok û qaz nêr in lê werdek mê ye.

Mirov dikare hê jî nimûneyan bide: bi kurmancî ”kitik, pisîk/pişîk” mê ye lê ”mişk” nêr e. Bi almanî herdu jî mê ne, bi fransî herdu nêr in. ”Hirç” bi kurmancî mê ye lê bi erebî, almanî, fransî, rûsî û spanî nêr e. ”Sivore” (sivorî, sihorî) bi kurmancî, erebî û fransî nêr e, bi rûsî û spanî mê ye û bi almanî nêremok (notir, neuter) e. Mirov dikare lîsteyê dirêj bike.

Ev nimûne diyar dikin ku ti taybetiyeke siriştî nîne ku çima em wan peyvan dikin mê yan jî nêr: heke hebûya, hemû zimanan (yan piraniya zimanan) dê eynî cins bidaya wan. Herwiha wisa diyar e ku ti sebebên civakî yan kultûrî jî nînin ka çima navê wan mê yan jî nêr e. Heke sebeb hebûna, hingê cinsdana wan dê li ba kurd û ereban ji kurd û spaniyan yan kurd û elmaniyan zêdetir wek hev bûya çunkî bêguman e ku civak û kultûra spaniyan ji ya ereban zêdetir ji civak û kultûra kurdan cuda ye. Almanî û fransiyên cîranên hev yan jî fransî û spaniyên hevsî (cîran) jî eynî cinsî nadin van peyvan.

Tiştekê din jî yê balkêş ew e ku di almanî û rûsî de (lê ne di kurdî, erebî, fransî û spanî de) ne du lê sê cins hene: mê, nêr, nêremok (notir, neuter). Lê dîsa jî rûsî û almanî bi piranî cinsê nêr yan mê daye heywanan tevî ku di nav wan de kitên nêr û kitên mê jî hene.

Bi kurtî: cinsdana van peyvan tesedifî ye. Ti sebebekê siriştî yan civakî jê re nîne. Lê di zimanên bi cinsên rêzimanî de, her navdêrek hewceyî cinsekî ye loma bi tesedifî cinsek lê tê kirin.

[1] ”Dîk, dîkil” yên kurdî ji erebî hatine wergirtin.

[2] ”Horoz” ya tirkî ji farisî hatiye wergirtin.

[3] Forma mê (dinde) bo herduyan li kar e (û wek navê goştê elokan) lê peyva nêr (dindon) tenê bo elokên nêr dikare bê gotin.

Advertisements

One thought on “Cinsê heywanan yê rêzimanî

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s