Peyvên malbatî çi ne û ji kû tên?

Husein Muhammed

Em dizanin ku di gelek zimanan de hin peyv hene ku di gelek zimanên din de nînin. Bo nimûne, di kurdî de di mijara navên heywanên ku li Kurdistanê de tên xwedîkirin de, mirov zengîniyeke berçav ya zimanî dibîne. Bo nimûne, kit û yekeyên pezî di kurdî de li gor jî û temenê xwe û herwiha cinsê xwe gelek bi deqîqî û sexbêrî tên cudakirin. Berx, kavir, berindir, hogij, beran, berindirza, mih

Gelek kes dê bilezin û bibêjin ku ev zengîniya zimanê kurdî beramberî hin zimanên din diyar dike. Rast e ku ev zengîniya zimanê kurdî diyar dike lê ew nikare jarî û belingaziya ti zimanên din diyar bike.

Belkî di hin zimanên din de hinde nav bo endamên pezî tine bin lê di hin mijarên din de wan ji kurdî zêdetir nav hene. Bo nimûne, di kurdî de tenê du-sê (li piraniya deveran tenê yek) nav ji hêştiran anku deveyan re heye. Lê di erebî de gelek zêdetir hene. Di kurdî de tenê du-sê (li piraniya deveran tenê yek) nav ji berazan re heye lê di gelek zimanên ewropî de hejmara peyvên têkilî berazan pirr berfirehtir e. Sebeba van cudahiyan ew e ku kurdan pez xwedî kirine lê ne yan jî pirr kêm hêştir yan beraz. Ereban gelek hêştirvanî kiriye lê bi qasî kurdan pez yan wek ewropiyan beraz xwedî nekirine û hwd.

Ziman ji hev cuda ne û her zimanek di hin mijaran de zengîniya xwe diyar dike. Lê mirov nikare bi objektîvî bibêje ku zimanek zengîn e û yek jî jar e. Helbet rewşa zimanan ji hev cuda ye lê sebebên vê cudahiyê civakî û siyasî ne, ne ji ber wê ye ku zimanek wek ziman ji yê din çêtir yan kêmtir be.

PEYVÊN MALBATÎ ÇI Û ÇAWAN IN?

Lê berevajî xwedîkirina heywanên cuda yan berhevkirin û bikaranîna gulûgiyayên cuda li deverên cuda yên dinyayê, di meseleya malbatî de eynî endam li her derê hene: li her dera dinyayê mirov bi radana ji aliyê babê xwe ve û bi welidandina ji aliyê dayika xwe ve peyda dibe, mezin dibe û wisa mirovatî didome. Hejmara navincî ya zarokên malbatekê li hin deran kêm û li hin deran mezin jî be, dîsa jî piraniya mirovan li her dera dinyayê yek yan zêdetir bira yan xwişk hene. Ne hindî hev xurt be jî, dîsa jî li her dera dinyayê mirovan têkilî li gel bapîr û dapîr, mam/ap û met, xal û xaletên/xaltiyên xwe hene.

Loma peyvên nasandin û navandina kesên malî û endamên malê di her zimanî de ji peyvên herî sade yên wî zimanî tên hejmartin. Lê dîsa jî ziman di vê meselê de jî ne bi temamî wek hev in. Hin caran tê gotin ku hin ziman di vê mijarê de ji hev zengîntir in. Bo kurdî – bi taybetî kurmancî – jî tê gotin ku ji ber têkiliyên xurt yên navmalî yên civaka kurdî, zimanê me jî di vê meselê de ji gelek zimanên din zengîntir e.

Gelo ev gotin rast in? Û hê jî giringtir, gelo peyvên ku em maliyên xwe pê bi nav dikin bi rastî çi ji me re dipeyitînin anku diselmînin? Bi vekolîna naverok û reh û rîşên wan peyvan, em ê çi sirr û razan li ser civaka xwe û kultûra wê hîn bibin?

Wate û cotwate

Peyvên ku endamên malbatê pê tên nasîn, hin ji wan peyvan in ku herî zêde di ziman de tên bikaranîn. Peyvên wek “jin, mêr, bab/bav, bira…” ji aliyê her kurdîzanê sade û heta zarok ve jî tên fehmkirin û bikaranîn. Sebebê vê jî ew e ku kesên bi van peyvan tên nasîn di piraniya malbatan de û li her dora piraniya kesan hene.

Hin peyvên malbatî jî hene ku niha kêm tên xebitandin û belkî ti caran jî bi berfirehî û rojane ne li kar bûne. Bo nimûne, gelek kurdîzanên kurdînivîs jî maneya peyvên wek “diş, tî, hevling” nizanin yan deqîq nizanin yan jî bi kêmî ew bi xwe bi awayekî çalak nabêjin û nanivîsin. Ev ne tenê rewşa zimanê kurdî ye lê qisekerên gelek zimanên din jî hevwateyên van peyvên kurdî bi zimanê xwe nizanin.

Di kurdî de peyvên malbatî pir in lê li aliyekî din, du yan konsept gelek caran bi eynî peyvê tên naskirin. Di gelek zimanan de cudahiyek di navbera peyvên zayenddiyarder / cinsdiyarker û peyvên têkilîdiyarker de tê kirin lê di kurdî de bi piranî ev cudahî nayê kirin.

Rast e di kurdî de “mêr, zelam” (bi inglîzî “man”) maneya “mirovên nêr” didin û “bab, bav” (father) jî wateya “kesê ku yek yan çend zarok hene” radigihîne. Bi heman awayî “jin” (woman) maneya “mirovên mê” dide û “dayik” (mother) jî wateya “kesa ku yek yan çend zarok hene” radigihîne.

Lê ev cudahî di piraniya peyvan de nayê kirin. “Keç” maneya “mirovên mê yên ku hê nebûne jin” dide (bi inglîzî “girl”). Lê ew di heman demê de wateya “kesa ku zaroka kesekî ye” jî dide (bi inglîzî “daughter”). bi heman awayî “kur” anku “mirovên nêr yên ku hê nebûne mêr” (boy) lê di heman demê de ew maneya “kesê ku zarokê kesekî ye” jî dide (bi inglîzî “daughter”).

Wek ku tê dîtin, di inglîzî de du peyvên cuda bo her yekê ji ”keç” û “kur” hene:

kurdî inglîzî wateya peyva inglîzî
keç (1) girl zaroka mê
keç (2) daughter keça filan kesî
kur (1) boy zarokê nêr
kur (2) son kurê filan kesî

Helbet di kurdî de li cihê peyva ”keç” di hin devokan de ”kiç” û di hinan de jî ”qîz” heye. Lê ev peyvên devokî jî tam maneya “keç”ê didin. Ew hem maneya “zarokên mê” û hem jî “keça filan kesî” didin. Cudahiya wan ferqa navbera devok û deveran e, ne cudahiya watenasî ye anku maneya wan ne ji hev cuda ye. Lê cudahiya navbera “girl” (zarokên mê) û “daughter” (keça filan kesî) watenasî / semantîkî ye: ew ne li gor devok û deveran lê li gor maneya xwe ji hev cuda ne.

Bi heman awayî li cihê peyva “kur” ya kurmancî di hin devokan de peyvên wek “law(ik), gede, sebî” hene. Lê cudahiya wan jî tenê ferqa navbera devok û deveran e, ne cudahiya watenasî ye anku maneya wan ne ji hev cuda ye.

Di rastiyê de ev “cotwatetiya” peyvên malbatî di kurdî de gelek berbelav e. Bi heman awayî “jin” hem maneya “mirovên mê” (wek “Eyşê navê jinan e”) û hem jî wateya “zewiciya kesekî” dide. “Mêr” hem bi maneya “mirovên nêr” in (wek di peyva “pîremêr” de) û hem jî bi wateya ”zewiciyê filan kesê” dide (wek “Elî merê Eyşê ye”).

Gelek peyvên din jî wiha “cotwateyî” ne. Bo nimûne, “bûk” hem ”ew kes e ku aniha dawet û dîlana wê tê kirin” lê ew herwiha “jina kurê malbatekê ye”, wek “Eyşê bûka Fatê ye.” Bi heman awayî “zava” hem “ew kes e ku niha dawet û dîlana wî tê kirin” û hem jî “mêrê keça malbatekê” ye.

Berevajî kurdî, inglîzî û gelek zimanên din peyvên cuda bo diyarkirina van mebestên cuda bi kar tînin:

kurdî inglîzî wateya peyva inglîzî
jin (1) woman mirova mê
jin (2) wife jina filan mêrî
mêr (1) man mirovê nêr
mêr (2) husband mêrê filan jinê
bûk (1) bride kesa ku aniha daweta wê ye
bûk (2) daughter-in-law jina kurê malbatê
zava (1) bridegroom kesê ku aniha daweta wî ye
zava (2) son-in-law mêrê keça malbatê

Helbet di kurdî de çendîn peyvên din jî li cihê ”jin”ê hene: “afret, kulfet / kuflet, pîrek, bermalî, kabanî /kevanî…” Lê piraniya wan jî bi temamî bi herdu maneyên “jin”ê (1. mirova mê 2. jina filan mêrî) li kar in û cudakirineke zelal ya hemû-kurmancî di navbera wan de nîne. Herçi inglîzî ye, bi kêmî niha (lê ne bi temamî tarîxiyen) maneyeke bi temamî cuda dide “woman” û yeke cuda dide “wife” jî: bi temamî xelet e ku mirov bi maneya “mirova mê” bibêje “wife”.

Bi heman awayî li cihê peyva “mêr” jî çend peyvên din hene: “zelam / zilam, peya, kabra…” Herdu peyvên “peya” û “kabra” bi maneya “mêrê filan jinê” nayên bikaranîn lê ji xwe ew wek din jî di kurmancî de pir kêm li kar in. Herçi “zelam / zilam” e, ew li gor devokan bi yek yan herdu maneyên “mêr”î li kar e.

Hewlên devokî yên cudakirina maneyan

Di kurmancî de şiklê hin peyvên malbatî li gor devokan diguhere. Bo nimûne, di kurmanciya navendî de “bav, dê, keç, zilam” lê di kurmanciya rojhilatî de “bab, da, kiç, zelam”.

Ev cudahiya dengnasî yan şikilnasî baş tê zanîn. Lê li gor devokan hin cudahiiyên watenasî anku semantîkî jî hene.

Hin devokên kurmancî hewl daye ku du konsept û maneyên cuda yên peyvê – wek ku me li jor behs kiriye – herwiha di şiklê peyvê de jî bidin diyarkirin. Anku bo nimûne bi awayekî maneyên “zaroka mê” (bi inglîzî “girl”) û “zaroka filan kesî” (bi inglîzî “daughter”) ji hev cuda bikin. Wek mînak: di hin devokan de peyva “mêr” êdî tenê bi wateya “mêrê filan jinê” (bi inglîzî “husband”) li kar e û bi maneya “mirovê nêr” (inglîzî “man”) nayê bikaranîn. Bo diyarkirina mebesta “mirovê nêr” bo nimûne peyva “zelam” tê gotin:

  • Elî mêrê Eyşê ye. (bi inglîzî “husband”)
  • Elî navê zelaman e. (bi inglîzî “man”)

Ev cudakirin di nav devokên kurmancî de bi taybetî li Behdînan hatiye pêşxistin.

Herdem peyvên wiha bi temamî ji hev cuda nayên bikaranîn. Xaseten devoka behdînî paşpirtika ”-ik” ya bi eslê xwe dîmînutîv (biçûkker, şîrînker) bi kar tîne:

kurmanciya Behdînan inglîzî wateya peyvê
jin wife jina filan mêrî
jinik woman mirova mê
kiç daughter keça filan kesî
kiçik girl zaroka mê
kur boy kurê filan kesî
kurik son zarokê nêr

Bo nimûne:

  • Eyşê jina Elî ye.
  • Eyşê navê jinikan e.
  • Gulê kiça Hesenî ye.
  • Gulê navê kiçikan e.
  • Azad kurê Serbestî ye.
  • Azad navê kurikan e.

Lê heta li Behdînan jî ev cudakirin nû û nîvûvor (nîvco) ye. Bo nimûne, herdu maneyên peyva “bûk” (1. kesa ku niha daweta wê ye û 2. jina kurê malbatê) yan jî herdu wateyên peyva “zava” ji hev nehatine cudakirin.

Herwiha hemû maneya “mirovê nêr” neqlî peyva “zelam” nehatiye kirin. Em hê jî dibêjin “pîremêr”, ne “*pîrezelam” tevî ku mebest jê “mirovê nêr yê pîr e”, ne “mêrê filan kesê yê pîr” e. Herwiha “mêr” hê jî bi maneya “wêrek, bicesaret, bisteh” li kar e ku ew jî bi eslê xwe ji gotina “mirovê nêr” e, ne ji “mêrê filan jinê” ye. Li aliyekî din, bi taybetî di devê jinan de, peyva “zelam” dike ku bi temamî cihê hemû maneyên peyva “mêr” bigire. Loma gelek caran mirov gotinên wek “zelamê wê” anku “mêrê wê” dibihîze.

“Pismam” û “dotmam” lê ka “kuzen”?

Di kurdî de hin kesên têkilî binemalê peyvên xwe yên deqîq hene. Dotmam (domam, duhmam) anku “keça mamê / apê / amê kesekî” ye û pismam jî “kurê mamê / apê / amê kesekî” ye. Peyvên malbatî yên wiha pêkhatî (compound) di kurmancî de pir in:

  • pismam, kurap, kurmam, kuram
  • do(t)mam / duhmam, keçap, keçam, qîzap, qîzam
  • kurxal, pismal
  • kurxalet, kurxaltî
  • kurmet

Anku kurmancî cudakirineke pir deqîq û sexbêr dixe navbera binavkirina van lêziman. Di farisî, erebî û tirkî de jî peyvên wiha ji van kesan re hene. Di soranî de du peyvên piçekê giştîtir hene: “amoza” (zarokên mamê kesekî, hem pismam û hem jî dotmam) û “xałoza” (zarokên xalê kesekî, hem kurxal û hem jî keçxal). Bi heman awayî di kurmancî de jî peyvên wek biraza, birazî (zarokên birayê kesekî) û xwarza, xwarzî (zarokên xuşka kesekî) hene.

Di inglîzî û gelek zimanên ewropî de peyvên wiha bicihbûyî nînin. Helbet mirov dikare bibêje “kurê mamê min” (my uncle’s son) lê gotinên wek ”kismam, kurmam” yên qalibgirtî di inglîzî de nînin. Li cihê van hemû zarokên mam, met, xal û xaletan, peyva cousin (bixwîne: kazin) heye ku mirov nikare bi peyvekê tenê li kurdî yan zimanên din yên Rojhilata Navîn wergerîne.

Eslê peyva inglîzî ji fransî cousin [kûzen] e ku ji latînî ye. Vê dawiyê ew ji fransî wek kuzen derbazî tirkî jî bûye. Heman peyv bi taybetî bi rêya wergerandina tekstên ji zimanên ewropî êdî ketiye kurdî jî.[1]

PEYVÊN MALBATÎ JI KÛ TÊN?

Jin û mêr anku mirov

Jin û mêr du peyvên bingehîn yên mirovatiyê ne. Bêyî wan ne jiyan dibe û ne jî didome. Ev herdu peyv di kurdî de gelek kevn in, herdu jî ji proto-hindûewropî ve wek mîras bo zimanê kurdî mane.

Hevrehên peyva ”jin” di lehceyên din yên kurdî de û di piraniya zimanên hindûewropî de hene:

kurmancî, soranî, başûrî[2] jin
zazakî ceni
parsî, belûçî cen
farisî, pehlewî zen
peştûyî cinëy
avestayî cêni-
osetî зӕнӕг (jeneg)
sanskrîtî ceni-, gna-
yûnanî γυνή (gunê)
rûsî jêna
çekî žena (bixwîne: jêna)
polonî żona
toxarî B śana
yûnanî γυνή (gunê)
rûsî jêna
ermeniya rojavayî կին (gin)
ermeniya rojhilatî կին (kin)
gotîkî gino
danmarkî kone, kvinde
swêdî kvinna
inglîziya kevn cwene
inglîziya nû queen (şabanû, melike, kralîçe)

Lîste ne temam e: hê bi gelek zimanên din jî yên hindûewropî ev peyv hene lê nexwast ku lîste zêde dirêj bibe. Ji serdema makezimanê proto-hindûewropî ve maneya vê peyvê her “jin” bûye lê – wek ku ji nimûneya inglîzî diyar e – din hin zimanan de wateya wê piçekê guheriye: di inglîzî de ne bi maneya her jinê lê tenê “jina paşayî” yan “paşaya jin” li kar e.

Çendîn peyvên din bi maneya jin hene lê ji aliyê etîmolojiyê ve ew hemû bi rêjeyî bi vê wateyê nû ne: afret ji erebî ‘ewre[t] عورة (rûtî, rûsî, kêmasî), kulfet/kuflet ji erebî kulfet[t] كلفة (bar, berpirsiyarî), bermalî (ya li ber male, parêzvana malê), kebanî/kevanî/kabanî (parêzvana malê – li jêrtir li beşa “mal û malbat” binêrin) û pîrek (? ß pîrik, pîlik = alîkara dayikê di zarokanînê de). Di cotpeyvên wek erz û eyal de peyva yekem û di gotina zar û zêç de jî peyva duyem bi maneya jin tên fehmkirin.

Sebebê hebûna hinde navên cuda bi maneya jin tabûyên civakî ne: di civaka kevnar ya kurdî de, wek di gelek komelgehên din jî yên tradîsyonel de, eyb û şerm bûye ku mirov yekser behsa jinan bike. Loma hin bernav bo wan hatine danîn û niha ew peyv jî êdî bûne hevwateyên anku sînonîmên peyda jin.

Herçi peyva “mêr” e, ew û ”mirov, meriv” herdu jî dîsa ji proto-hindûewropî ne û hevrehên wan jî di piraniya zimanên hindûewropî de peyda dibin. Ew herwiha hevrehên peyva “mirin” in anku “mêr / mirov = kesên ku dimirin” wek dijwateya “xwedayan = heyberên nemir”.

kurmancî mêr herwiha: mirov, meriv, mero, merî, meri, mirin, mirar, mirî, merd, camêr
soranî mêrd mirdin, mirdar
zazakî mêrdek merdim, merdene
farisî merd (mêr, zelam), merdom (mirov, meriv), morden (mirin), mordar (mirar), mordê (mirî)
pehlewî merd mertum (mirov, meriv)
hexamenişî mertiye- (mêr, mirov)
sanskrîtî meret- (mirin), mṛtá (mirî)
ermenî մարդ (mard)
latînî mortuus (mirî)
fransî morir (mirin), mort (mirî) merdom, morden, mordar
spanî muerto (mirî)
inglîzî murder (qetil, kuştin)
rûsî мёртвый (myortviy: mirî), умира́ть (u-mîrat: mirin)

Ne bi qasî peyva jin be jî, dîsa jî çendîn bernav bo peyva mêr jî hene. Peyva zelam/zilam di hin devokên erebî de jî heye lê ne diyar e ku ew têkilî peyva zalim/zilm e yan jî wekheviya wan tiştekî tesedifî ye. Wek peyveke malbatî herwiha mêr gelek caran bi peyva malxwê (xwediyê malê) jî tên nasîn. Peyvên peya (bi soranî piyaw) û kabra jî hene lê di kurmancî de tenê bi maneya mirovên nêr û bi taybetî jî bi wateya mirîd û peyrewên hin kesên din li kar in. Ew wek peyvên malbatî nayên gotin. Peya peyveke îranî ye, eslê wê leşkerên peyade ne anku ew têkilî peyva peya, bi piyan e. Kabra ji aramî hatiye wergirtin.

Xuşk û bira

Ji ber ku ji destpêka mirovatiyê ve (ji roja ku mirov hebûne heta niha) dayik, bab, zarok, xwişk, bira û hwd. hebûne, peyvên ku ew kes pê tên navandin û nasandin jî di zimanan de hebûne. Loma ew peyvên gelek kevn in. Bo nimûne, peyva ”bira” di kurdî û di piraniya (heke ne hemû) zimanên îranî û hindûewropî de wek hev in û ji zemanekê ne ku ew ziman hemû yek bûn yan jî devokên eynî zimanî bûn. ”Bira” bi zaravayên kurdî ”bira” ye, bi farisî ”berader” e, bi rûsî ”brat” e, bi inglîzî ”brother”, swêdî ”bro, bröder”, bi latînî ”frater”, bi frensî  ”frère”… Hemû ji rehên eynî peyva proto-hindûewropî ne.

Wek ku tê dîtin, di gelek nimûneyên bi zimanên din de ”-er” li dawiya peyva bi maneya ”bira” ye (farisî ”berader”, inglîzî ”brother”, latînî ”frater”…) lê ew di kurdî de nîne. Ev ketina pirtika ”-er” ji kurdî di peyvên din de jî diyar e (li jêrtir li peyvên wek ”xweh, ma-k, dot-mam… binêrin.

Li gel birayan herwiha ”xuşk” jî hene. Ev peyv li gor devokan wek ”xuşk, x_ûşk, xwişk, xwîşk, xîşk, xwêşk” peyda dibe. Lê di hin devokan de ew wek ”xuh, xwih, xweh” jî tê dîtin. Di rastiyê de peyva ”xuşk” û formên din yên bi paşpirtika ”-şk” formên dîmînutîv (biçûkker) yên peyva ”xuh, xwih xweh” in wek çawa ku ”birak” forma dîmînutîv ji ya peyva ”bira” ye, ”mêrik” forma dîmînutîv ya peyva ”mêr” e, ”jinik” peyva dîmînutîv ya ”jin” e. Peyva ”xweh” di hin devokan de bo şîrînkirinê wek ”xuşk” hatiye guherandin. paşî forma ”xweh, xuh” bi temamî ji hin devokan winda bûye.

Lê forma bingehîn ”xweh, xuh” e ku di zazakî de wek ”way” heye (bi ketina X ji destpêka komkonsonanta XW wek: werden = xwarin, wenden= xwendin/xwandin). Heman peyv ji farisî de wek ”xʷaher” heye. Mebest bi herfa jornivîsî ʷ ew e ku ew tê nivîsîn lê di zimanê niha de nayê gotin: mirov bi farisî dinivîse ”xwaher / xvaher” lê dixwîne ”xaher”. Lê forma nivîskî belgeya wê yekê ye ku ev peyv carekê di farisî de wek ”xvaher / xwaher” dihat gotin.

Paşpirtika ”-er” ji peyva kurmancî ”xweh-” ketiye lê peyva ”xwaher” bi forma xwe ya kurtkirî ”xwar-” de di peyvên ”xwarza, xwarzê, xwarzî” de maye. Şopa R herwiha di peyva hewramî ”wale” (xuşk) de jî maye lê R bûye L (guherîna L/R di kurdî de diyardeyeke berbelav e) û wek zazakî, di hewramî de jî X ji komkonsonanta XW ketiye.

Di pehlewî de jî ev peyv wek ”xvaher” dihat gotin. Di avestayî de ew bi forma ”hveher” bû. Peyva bi heman maneyê di sanskrîtî de ”sveser” e. Mirov dibîne herfa dawiyê ya peyva avestayî li gel ya sanskrîtî eynî ye. Dîsa mirov dibîne ku vokalên peyvên (di her yekê de du caran E) eynî ne. Di peyva avestayî de du H hene ku di peyva sanskrîtî de peyda nabin û di peyva sanskrîtî de jî du S hene ku di peyva avestayî de peyda nabin. Lê sebebê vê cudahiyê baş tê zanîn: S-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe H loma:

  • kurdî: ”heft”, farisî ”heft”, avestayî ”hepte-”… (zimanên îranî)
  • sanskrîtî ”septan”, latînî ”septem”, frensî ”sept”… (zimanên ne-îranî)

Piştî girêdana peyva avestayî “hveher” bi ya sanskrîtî “sveser” ve, êdî hêsan e ku mirov bibîne ku heman peyv di gelek zimanên din yên hindûewropî de jî heye:

  • latînî “soror” (ji “*swesor”) à frensiya kevn “suer”, frensiya nû “sœur”, îtalî “suora, sorella”, portugalî “soror”, spanî “sor”
  • germencî: “*swestēr” à almanî “Schwester” (bixwîne: Şvêstêr), danmarkî “søster”, swêdî “syster”, inglîzî “sister”, holendî “zuster”…

Bo XW ya zimanên îranî ji SW ya proto-hindûewropî, herwiha li jêrtir li peyvên “xesû û xezûr” jî binêre.

Dê û mak

Jina ku mirov jê bûye di devokên kurmancî, soranî û kurdiya başûrî[3] de bi hin peyvan tê binavkirin ku bi herfa D dest pê dikin. Li gor devokan di kurmancî de bi kêmî ev formên wê hene:

  • da, dê (girêdayî ”diya” wek ”diya min), dayik, dayk, deyk (herwiha formên gazîkirinê ”dayê, ya-dê”)…

Di soranî de bi piranî ”dayik, dayk” li kar e, herwiha forma gazîkirinê ”daye”. Di kurdiya başûrî de peyva ”dałig” ihtimalen serdesttirîn forma bi vê maneyê ye.

Gava ku mirov li peyvên bi vê wateyê yên zimanên din yên hindûewropî dinêre, mirov li peyva kurdî ecêbgirtî dimîne: di ti zimanên din yên hindûewropî de ”dê, dayik” ne wek ya kurdî ye.

Di zimanên nêzîk depeyva ”dayik” wiha ye: belûçî ”mat”, farisî ”mader”, pehlewî ”mater”, avestayî ”mater”… Di zimanên din yên hindûewropî de jî ev peyv nêzîkî wan e: sanskrîtî ”matr”, latînî ”mater”, yûnaniya kevn ”mêtêr”, ermenî ”mayr”…

Di rastiyê de hevreha van peyvên hindûewropî herwiha di zazakî de jî maye: ”ma” (dayik, dê). Wek peyvên ”bira” û ”xweh”, ji vê peyva kurdî (zazakî) jî ”-er” ketiye. Herwiha D/T jî ketiye (bide ber farisî ”ma-d-er”), wek çawa ku ew di gelek peyvên din jî yên kurdî de ji dawiya peyvê ketiye:

  • kurmancî ”ba”, zazakî ”va” lê farisî ”bad” û pehlewî ”vat”, avestayî û sanskrîtî ”vate-”, latînî ”ventus” (anku D/T ji dawiya peyva kurdî ”ba/va” ketiye)

Di kurmancî de jî ev peyv heye lê bi maneya ”kesa mirov jê çêbûyî” êdî nayê bikaranîn. Ew peyva ”ma-k” e ku maneya wê ”dayika heywanan” e. ”Ma” hevreha ”ma” ya zazakî ye û K-ya dawiya wê jî nîşana forma dîmînutîv e wek çawa ku ”jin” dibe ”jinik”, ”mêr” dibe ”mêrik”, ”kur” dibe ”kurik”, ”keç” dibe ”keçik”, wisa ”*ma” jî bûye ”mak”. Lê tam wek ku peyva ne-dîmînutîv ”xweh, xwih, xuh” ji hin devokan bi temamî winda bûye û tenê forma dîmînutîv ”xuşk” maye, wisa forma ”ma” jî bi maneya ”dayik, mak” êdî bi yekcarî ji kurmancî winda bûye û tenê forma ”mak” wek peyveke serbixwe maye.

Lê formeke din jî ji eynî peyvê maye: ”mê”. Ew jî ne maneya ”dayik” lê wateyeke nêzîkî wê dide çunkî tenê mirov û heywanên mê dikarin bibin ”mak” anku ”dayik”.

Forma ”ma-” wek pêşpirtikeke neserbixwe jî maye, wek di peyvên ”ma-ker” (kerên mê) û ”mahîn” (mehîn, hespên mê) de.

Lê gelo peyvên kurdî ”dayik, dê, da, dayê, dałig” ji kû tên?

Rast e ku ”ma-” ya hindûewropî di kurmancî de bi maneya ”dayika mirovan” nemaye lê ”dayik, dê, da, dayê…” yên kurdî jî bi eslê xwe ji proto-hindûewropî anku ji maka hemû zimanên hindûewropî ji me re hatine.

Heman peyva ”da, dê, dayik” di hewramî de bi forma ”eda” heye. Kesa ku li şûna dayikê zarokan xwedî dike lê ne dayika wan e, bi kurdî ”dayên, dadik” e. Wek ku diyar e, ew jî ji eynî peyvê ye. Di pehlewî de ew wek ”dayeg” bû, bi avestayî ”daênu”, bi farisî ”dayên” e. Eslê peyva îranî bi maneya ”jina ku zarokên kesên din dimêjîne” (dayên) e lê di kurdî de paşî maneya peyva ”jina ku zarok jê çêbûye” (da, dê, dayik) wergirtiye. Di heman demê de vê peyvê peyva ”ma” ya bi maneya ”dayika zarokan” ji kurdî rakiriye û ew êdî tenê wek ”mak” bi maneya ”dayika heywanan” tê bikaranîn.

Ev peyva îranî ketiye ermenî jî: bi ermeniya kevn դայեակ (dayeak), bi ermeniya nû դայակ (dayak). Di îranî de jî ew wateya ”dayên” dide, ne ”dayik”.

Têkilî peyva ”dê” herwiha ”dêl, dêhl, dihl” (seyên mê, kûçikên mê, makên kûçikan) di kurdî de hene. ”Seyên mê” bi soranî ”dêł, deł” û bi hewramî jî ”dełe” ne.

Eslê peyvê rehê proto-hindûewropî *dʰeh₁(y)- e ku maneya ”dotin, mêtin, dayênî kirin” dide. Ji bilî ”da, dê, dayik, dêl”, herwiha peyvên kurdî dotin, dew, do(t)man / duhman jî ji eynî rehî ne. Ev rehê proto-hindûewropî bi berfirehî di gelek şaxên zimanên hindûewropî de bi maneyên hinekê ji hev cuda lê dîsa jî têkilî hev peyda dibe:

  • sanskrîtî de धयति (dhayati) mêtin, şîrê dayikê / makê vexwarin
  • ermenî: դիել (diêl): mêtin, şîrê dayikê / makê vexwarin; şîr dan, şîrê dayikê / makê danê
  • inglîziya kevn: delu (çiçik, memik, guhan), dēon (mêtin, dotin)
  • slaviya kevn: доити (doîtî): şîrê makê / dayikê danê
  • rûsî: дитя́ (dîtyá): zarok, sava, berşîr, kesa/ê ku şîrê dayikê / makê vedixwe
  • latviyayî: dēls: kur, kurik, lawik, zarokê nêr
  • θῆλυς (thêlus): mê (ya ku tê dotin/mêtin) û θηλή (thêlê): memik, çiçik, guhan (organa ku tê dotin/mêtin)
  • latînî: fello (mêtin), filius (kur), filia (keç), fetus (biber, bihemle, girane), femina (jin; mê)

Bab û bavê winda

Peyva ”bab” ya kurmanciya rojhilatî, ”bav” ya kurmanciya navendî û ”bawk, baw” yên soranî gelek dişibin peyvên bi heman maneyê yên gelek zimanên din jî:

  • tirkî: baba
  • albanî: baba
  • malezî: baba, bapa
  • swahîlî: baba
  • hawsayî: baba

Wek ku tê dîtin, hin ziman ji van qet ne ji binemala hindûewropî ne (bo nimûne tirkî) û gelek jê jî hem ji aliyê binemalîve û hem jî ji hêla cografî ve ji kurdî gelek dûr in lê dîsa jî ev peyv bi wan zimanan wek kurdî ye. Sebebê vê ew e ku peyva ”baba” (herwiha bi forma ”papa, pappa” û hin formên nêzîkî wan) peyveke gerok e: li derdora dinyayê heye ji ber ku ew ji zimanê zarokan e.

Di rastiyê de peyva ”bab, papa, pappa” di gelek zimanên hindûewropî de jî heye:

  • farisî: baba
  • inglîzî, fransî, holendî, latînî, almanî: papa
  • swêdî, norwecî: pappa

Lê di van zimanan de ev peyv tenê bi zimanê zarokan yan jî wek bernavê peyva ”bab, bav” li kar e. Peyva ”resmî” ne ew e lê heye din e:

  • farisî, pehlewî: pider
  • sogdî: p-t-r
  • xotanî: päter-
  • sankrîtî, hindî, urdûyî: pitṛ
  • yûnanî: πατήρ (patḗr)
  • latînî: pater
    • îtalî, portugalî, spanî: padre
    • fransî: père
  • inglîzî: father
  • holendî: fader
  • danmarkî, swêdî, norwecî: fader, far
  • almanî: Vater (bixwîne: Fatêr)

Ev peyv ji kurmancî û soranî winda bûye bêyî ku ti şopekê li dûv xwe bihêle. Lê ew di zazakî de hê jî maye: bi zazakî bab/bav ”pî” yan ”pîy” e. Bo ketina ”-der / -ter” ji kurdî, bide ber:

  • kurdî: ”bira” û farisî ”berader”, inglîzî ”bro-ther”
  • kurdî “ma-k” û farisî “mader”, inglîzî ”mother”
  • kurdî ”do[t]” wek ”do[t]mam” û farisî “doxter”, inglîzî “daugh-ter”
  • kurdî “xweh-“ (xuşk) û farisî “xʷah-er”, inglîzî “sist-er”
  • kurdî “pis-“ (di peyvên “pis-mam, pis-xal” de) û farisî ”pis-er” (kur)

Bo ketina “-er” ji dawiya vê peyvê herwiha binêre heman peyvê bi…

  • belûçî: pit
  • osetî: фыд (fid)

mam / am / ap û met

Bi maneya “birayê babê kesekî” di kurdî de bi kêmî sê peyv hene:

  • mam: di devokên kurmanciya rojhilatî de û herwiha di soranî de serdest e.
  • ap: di piraniya devokên kurmanciya navendî û rojavayî de li kar e.
  • am: li çend deverên kurmanciya navendî (xaseten di hin devokên derdorên Mêrdînê de) tê bikaranîn
  • amo-: wek pêşpirtikeke (prefîkseke) bi maneya “mam, ap” di hin peyvên soranî de tê bikaranîn: “amojin” (jinmam, jinap, jina mamê kesekî), “amoza” (zarokên mamê kesekî, pismam û/yan dotmam)

Ji van peyvan reh û rîşên etîmolojî yên peyva ”am, amo-” zelal in. Ew û ‘emo عمو ya farisî ji erebî ‘emm عم in. Bo guherîna ‘e (eyn+e) ya erebî di kurdî de bi A bide ber:

  • alif ji erebî ‘elef علف (hevreha akadî elêpu) (à tirkî yulaf)
  • aqil ji erebî ‘eqil عقل

Peyva “mam” bi ihtimaleke gelek mezin ji heman peyva erebî lê ji forma wê ya pirhejmar e’mam اعمام e. Bo ketina E ji destpêka peyvê, bidin ber van nimûneyan:

  • mîr ji erebî emir أمير
  • kurdî û farisî ”yar” lê pehlewî “eyar”
  • kurdî “wêran” û farisî “vîran” lê pehlewî “evêran”
  • kurdî “wan, van” ji “ewan, evan” ji “ew+an, ev+an”

Bo ketina E ji destpêkê, herwiha binêre peyva met li jêrtir.

Bi hin zimanên Hindistanê mama bi maneya xal, birayê dayikê heye û ew peyv ketiye belûçî yê îranî jî. Lê sebebê peydabûna vê peyva ji zimanên Hindistanê di belûçî de, cîraniya wan e. Ihtimala ku ev peyva kurdî ji e’mam ya erebî hatibe gelek zêdetir e ji ku ji mama ya hindistanî hatibe ku di ser dûriya Kurdistan û Hindistanê ji hev re, ew herwiha bi maneyên ji hev cuda – lê têkil – in.

Ji vê desteya peyvan peydakirina etîmolojiya peyva ”ap” piçekê ji yên din dijwartir e lê ew jî ne mehal e lê mimkin e. Ev peyv di zimanên din yên îranî de û di zaravayên din jî yên kurdî de peyda nabe. Ew herwiha di kurmanciya rojhilatî de jî nayê dîtin. Cihê ku ev peyv di kurdî de lê tê bikaranîn cîranên tirkî ne. Loma etîmolojiyên mihtemele yên ji tirkî ji hemûyan beraqiltir in. Di rastiyê de peydakirina alternatîvên pêbawer ji tirkî ne gelek zehmet e jî. Wisa diyar e ku ew ji peyva devkî ya tirkî “abi” (keko) ya tirkî ye ku kurtkirina ji “ağabey” (birayê mezin, “axa-bey”) e yan jî hevreha “amca” (“mam, ap” bi tirkiya nû) ya tirkiya niha ye ku ji tirkiya navîn “abıca / abuca” (mam, ap)e ku ji tirkiya kevn “apa” (bab, bav) + “-eçe” (kek birayê mezin).

Xuşka babê mirovî di kurmancî de bi peyva met yan metik/metk tê nasîn. Ti guman ji etîmolojiya wê nîne: ew ji erebî ‘emme(t) عمة. Bo ketina ‘E ji destpêka peyvê, li jortira vê beşê binêrin.

xal û xalet

Birayê dayika mirovî bi nave xal / xalo tê nasîn û xuşka dayikê jî xalet (kurmanciya rojhilatî) yan xaltî (kurmanciya navendî) ye. Peyva xal wek xałoخاڵۆ di soranî de, wek xalo di zazakî de û wek xalû خالو jî di farisî[4] de li kar e.

Xalet û xalet ji erebî xale(t) خالة yan ji forma pirhejmar xalat خالة in. Heman peyv wek xalê خاله ketiye farisî û bi forma hala di tirkî de cih girtiye lê bi tirkî niha maneya met (xuşka babê kesekî) dide.

xesû û xezûr

Dayika mêrê jinekê xesûya wê jinê ye. Herwiha dayika jina mêrekî jî xesûya wî mêrî ye. Ji bilî forma xesû, di devokên kurmancî de herwiha varyatên xwesû û xeswî/xesî jî peyda dibin.

Babê mêrê jinekê xezûrê wê jinê ye û herwiha bavê jina mêrekî jî xezûrê wî mêrî ye. Ji bilî forma xezûr, herwiha varyantên xwezûr / xezwîr / xezîr di kurmancî de peyda bidin.

Berevajî hin zimanên din (bo nimûne ermenî û rûsî) kurdî cudahiyê naxe navbera xesû û xezûrên jinan û xesû û xezûrên mêran.

Herdu peyvên xesû û xezûr jî bi eslê xwe ji makezimanê proto-hindûewropî wek mîras bo kurdî mane. Hevrehên wan di zimanên nêzîk û yên dûrtir jî yên hindûewropî de peyda dibin. Ew herdu ji eynî reha proto-hindûewropî ne ku bi şiklê *swekuros hatiye veavakirin. *SW- ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de di vê û gelek peyvên din de jî dibe XW-.

kurmancî xezûr xesû
soranî xezûr xesû
farisî xosor xoşû
zazakî vistewre[5] vistewrî
avestayî xvesure
sanskrîtî श्वशुर (śveśure)[6]
ermenî սկեսրայր (skesrayr) սկեսուր (skesur
rûsî свёкор (svyokor) свекровь (svêkrovi)
inglîziya kevn sweor
almanî Schwäher, Schwieger-
almanî svär-far svär-mor
latviyayî šešuras
yûnanî ἑκυρός (hêkuros)
latînî socer socrus
îtalî suocero suocera
spanî suegro suegra
portugalî sogro sogra

Lîste dikare hê jî bê dirêjkirin lê dîsa jî ev peyv ji çend zimanên giring yên hindûewropî ketiye. Bo nimûne, di inglîzî û fransî de hevrehên van herdu peyvan nemane û hin peyvên nû li cihê wan niha li kar in. Herwiha di farisî de jî xosor û xoşû ne peyvên serdest yên bi vê maneyê ne.

dotmam û pismam

Keça mamê kesekî ji wê/wî kesî re dotmam (domam, duhmam) e û kurên maman jî pismam in. Dawiya van herdu peyvan ji mam (ap, am, birayên baban) pêk tê. Lê destpêka herdu peyvan ji du peyvan pêk tên ku wek peyvên serbixwe di kurmancî de di nav gel de peyda nabin.[7]

Lê herdu pêşpirtikên dot- û pis- dikarin bi hêsanî bi hevrehên xwe yên zimanên din yên îranî û hindûewropî ve bên girêdan.

Dot di kurdiya başûrî de bi forma düet (keç) li kar e. Ew herwiha bi şiklê xwe yê doxter bi berfirehî di farisî de tê bikaranîn. Bo ketina X ji berî T, bide ber kurmancî dotin û farisî doxten yan kurmancî firotin û farisî forûxten. Bo ketina paşpirtika “-er” jî ji dawiya peyvên kurmancî bide ber kurmancî xweh (xuşk) û farisî x(w)aher, kurmancî bira û farisî bera-d-er, kurmancî ma-k û farisî ma-d-er.

kurmancî dot(mam)
kurdiya başûrî düet
belûçî duht
farisî (doxter) دختر
pehlewî duxter
avestayî duɣđer (avestayiya nû),
dugider (avestayiya kevn)
sanskrîtî दुहितृ (duhitṛ)
ermenî դուստր (dustr)
inglîzî daughter
swêdî dotter
almanî Tochter
yûnanî θυγάτηρ (thugatēr)
rûsî дочь (doçi)

Lîste hê jî dirêjtir e. Di gelek zimanan de ev peyv bi maneya “keça filan kesî” (bi inglîzî “daughter”) tê bikaranîn û bi mebesta “mirovên mê yên hê nebûne jin” peyveke din (bo nimûne bi inglîzî “girl”) heye. Lê di kurdî de ji bilî “dotmam”ê, di rewşên din de herdem “keç”[8] yan ”qîz” li kar e (li jêrtir binêrin).

Pêşpirtika pis– di peyva pismam (kurên maman/apan) û peyva kêmtir li kar ya pisxal (kurên xalan) de jî ji proto-hindûewropî ye tevî ku ne bi qasî peyva hevrehên peyva dot- berbelav e jî. Di zimanên îranî de ew hem wek pis- û hem jî wek pûr-/putr- tê dîtin.

kurmancî pis(mam)
farisî piser, -pûr
pehlewî pus, puser, -puhr
parsî buhr
avestayî puthre-
sanskrîtî पुत्र (putre-)
latînî puer
yûnanî παῖς (paîs)

Di piraniya zimanên li jor rêzkirî de ev peyv maneya kur dide. Lê di hin zimanan de jî ew bi maneya zarok e. Bi wê wateyê di kurdî de jî bi forma pizo (kurikên sava/berşîr) heye. Hêjayî gotinê ye ku şopa peyva “pis” herwiha di peyvê pizdan û avis de jî maye: di peyva yekem de S bûye Z û di ya duyem de jî P bûye V.

 

bûk û zava

Hem bûk û hem jî zava di kurdî de her yek xwedî du maneyan e:

peyv wate bi inglîzî
bûk (1) keça/jina ku niha daweta wê tê kirin bride
bûk (2) jina kurê/birayê kesekî daughter-in-law
zava (1) kurê/mêrê ku niha daweta wî tê kirin bridegroom
zava (2) mêrê keça/xuşka kesekî daughter-in-law

Bi heman awayî di tirkî de jî gelin maneya herdu bûkên kurdî û damat jî wateya herdu zavayên kurmancî dide. Di farisî de jî damad herdu maneyên zava û ‘erûs herdu wateyên bûkê didin lê di farisî de herwiha sonoh û sonhar yên tenê bi wateya jina kurê kesekî jî hene. Tirkî damat ji farisî wergirtiye, farisî ‘erûs ji erebî.

Zava peyveke îranî/hindûewropî ye. Mirov dikare bi hêsanî hevrehên wê di zimanên lêzim de peyda bike:[9]

kurmancî zava
soranî zawa
zazakî zama
belûçî zamat, zamas
avestayî zamater
hexamenişî (farisiya kevn) damater
farisî damad داماد
sanskrîtî γαμβρός (camater-)
rûsî зять (zyati)
yûnaniya kevn γαμβρός (gambros)
latînî gener
frensî gendre
îtalî genero
portugalî genro
romanî ginere
spanî yerno

Mirov dikare lîsteyê hê jî bi hevrehên peyva zava dirêjtir bike.

Peyva bûk (bi devokî herwiha bük, bwîk, bîk) jî bi heman şêweyî îranî/hindûewropî ye. Hevrehên wê jî di gelek zimanan de peyda dibin[10]:

kurmancî bûk
soranî bûk
farisî beyû(g)
kurdiya başûrî beü, weü
kurdiya şêxbizinî wevî, wewî
hewramî weywe
zazakî veywe, veyve, vêke
talişî weyû
avestayî wed- (zewicîn)
pehlewî veyûdegan (dawet, zemawend)
inglîzî wed (zewicîn), wedding (dawet, zemawend)
latînî vadis, vas (ehd, soz, garantî)

Gava ku bûk û zava dizewicin, dibe dawet û zemawend û govend û dîlan tên kirin. Peyva zemawend ya kurmanciya nivîskî bi rêya soranî ji hewramî zema-wend (“zava-bend”, “zava-girêdan”) hatiye. Ji heman paşpirtika bend herwiha peyva kurmancî govend jî hatiye çêkirin.[11] Go-/gu- maneya gilovir, gilor, çember, xirxal dide, wek gog, gundor/gindor. Lê peyva zewac, zewicîn, zewicandin, izdiwac ji aliyê etîmolojî ve ne hevrehên peyva zava ne. Ew bi rêya erebî z-w-c- bi rêya aramî z-w-g- ji yûnaniya kevn ζυγός (zugos: cot) e ku ji proto-hindûewropî *yeug- e ku hevreha farisî یوغ (yûğ) û جغ (coğ) yên bi maneya nîr in û hevrehên kurmancî cot, soranî cût, farisî جفت (cuft: cot) in ku ya farisî wek çift ketiye tirkî jî. Anku zewac  tê maneya hevgirtina yan hevgirêdana du kesan.

Peyva dewat tevî şikl û dengê xwe jî ne hevreha peyva damad (zava à tirkî damat) e. Ew ji erebî de’we[t] (gazîkirin, vexwandin, dawetkirin) e. Bo guherîna e’ bi a, bidin ber nal ji erebî ne’l yan maqûl ji erebî me’qûl.

Helperkê ya soranî ji pêşlêkera hel/hil- (ber bi jor ve: hildan, hilkirin) û per ku di ermenî de jî wek par bi maneya dans (ji frensî yan inglîzî) û reqs (ji erebî) heye. Mixabin etîmolojiya peyva dîlan nayê zanîn. Hem ew û hem jî govend di kurdî de tenê di kurmanciya navendî û belkî di zazakî de jî li kar in.

Heta vê dawiyê û li gelek cihan niha jî li Kurdistanê gava ku bûk û zava dizewicin, malbata zavayî komeke pare yan jî tiştekî din yê bihagiran dide malbata bûkê. Di kurmancî de ev pare yan maliyet bi peyvên next (bi taybetî di kurmanciya rojhilatî de) yan qelen (xaseten di kurmanciya navendî û rojavayî de) tê nasîn.

Next ji erebî نقد (neqd: pare, pere, hûrde) ye ku wek nakit (pare, pere, pareyê destan wek dijwateya pareyê li ser kartên bankeyê) di tirkî de jî li kar e. Bo guherîna Q berî T, bidin ber wext ji erebî weqt. Herçi peyva qelen e, ew jî bi ihtimaleke mezin ji erebî قران (qeran: zewac, dawet) e. Bo guherîna R bi L bide ber şelwal, şerwal, şal / şarik… Bo guherîna A bi E di bin tesîra E-ya din ya peyvê de, bide ber se’et ji sa’et, tesedif ji tesaduf. Eger qelen ne ji erebî qelen be, hingê ew ê ji tirkî be: kurtkirina tirkiya kevn kelen başı (”serê bûkê”, diyariya ji ji bo/ber bûkê), bi tirkiya niha gelin (bûk) ji tirkiya kevn kelen (bûk) ji tirkiya kevn kelmek (hatin – anku kelen dibe ya ku tê malbatê), bi tirkiya niha gelen (ya/yê kut ê), têkilî lêkera gelmek (hatin).

kur û law

Di kurmanciya rojhilatî de zarokên nêr bi peyva kur / kurr tên nasîn. Ew bi heman awayî di soranî de jî li kar e. Di kurmanciya navendî de jî ew heye lê li gor devokan li cihê wê gelek caran peyvên wek law, gede, sebî jî tên gotin.

Di kurmanciya rojhilatî de gelek caran peyva kur tenê bi maneya zarokê nêr yê kesekî (bi inglîzî son) li kar e. Bo ku mirov bibêje zarokên nêr bi giştî yan filan kes zarokekî nêr e (bi inglîzî boy) mirov peyva kurik bi kar tîne. Wek ku li jor hatiye diyarkirin, peyvên jin/jinik jî wisa di hin devokan de bi maneyên piçekê ji hev cuda ne. Di kurmanciya navendî de jî peyvên law/lawik wisa carinan ji hev tên cudakirin:

kurmanciya rojhilatî kurmanciya navendî wateya peyvê bi inglîzî
kur law zarokê nêr yê kesekî son
kurik lawik zarokên nêr bi giştî boy

Helbet ev cudakirin herdem nayê kirin û gelek caran peyvên kurik/lawik tenê formên biçûkkirinê (diminutîv) yên peyvên kur/law in. Li aliyekî din peyvên kur/law gelek caran bi maneya giştî ya zarokên nêr jî (bi inglîzî boy) li kar in.

Ji aliyê etîmolojî ve kur peyveke îranî ye: soranî kur, lurî kur, sogdî kurt (zarok). Ew herwiha têkilî endamê cinsî yê mêran anku peyva kîr e, bi soranî kêr, zazakî kir, farisî kîr, xunsarî kur (hemû bi wateya kîr).

Peyva law di kurmancî û soranî de heye lê maneya wê li gor devokan diguhere. Di kurmanciya navendî de ew wateya kur, zarokên yan xortên nêr (bi inglîzî boy, son) dide. Di soranî de ew maneya genc, xort, ciwan (bi inglîzî young) dide bêyî ku ti cudahiyê bixe navbera kur û keçan. Di kurmanciya rojhilatî de ew ji wateya kur zêdetir maneya baş, qenc, rind dide. Herwiha bo têkiliya xortanî û rindiyê, bidin ber peyva xwemalî ciwan ku di hin devokan de maneya xort, ne pîr û di hinan de jî wateya rind, spehî, xweşik dide.

Peyva law di zimanên din yên îranî de peyda nabe. Eslê peyvê ermenî ye û di ermenî de maneya wê mîna ya bi kurmanciya rojhilatî ye: baş, qenc, rind. Di ermeniya kevn de ew bi şiklê law bû lê di ermeniya niha de bi forma lav e.[12] Bo guherîneke berevajî, bidin ber peyva qenc (baş, rind, çê, çak) ji tirkiya kevn kênç e ku bi tirkiya niha genç (xort, ciwan, genc) e ku wek genc dubare û vê carê bi maneyeke din ketiye kurdî.

Ji peyvên din yên bi maneya kur li kar, sebî ji erebî û gede ji farisî ye. Ev ne tenê ji wê diyar e ku ev peyv di wan zimanan de hene lê ji qeyd û bendên dengnasiya kurmancî jî diyar in: B di peyvên xwemalî de li nava peyvê peyda nabe ji ber ku tarîxiyen ew li nava peyvê bûye V: bo nimûne kurmancî sêv, şev lê farisî sîb, şeb.[13] Herwiha D ya pey vokalan di kurmancî de di peyvên xwemalî de ne mimkin e ji ber ku tarîxiyen diviya ew ketibûya yan jî bi H yan Y guherîbûya. Bo nimûne farisî bad, bûd, badem, zaden lê kurmancî ba, bû, bahîv/be’îv, zan/zayîn.[14]

keç û qîz

Di kurmanciya rojhilatî de zarokên mê bi peyva kiç (bi ”i”, ne bi ”e”) tên nasîn. Ew bi heman awayî di soranî de jî li kar e. Di kurmanciya navendî de jî ew heye lê bi forma keç (bi ”e”, ne bi ”i”) ye lê gelek caran peyva qîz jî tê bikaranîn.

Di kurmanciya rojhilatî de gelek caran peyva kiç tenê bi maneya zaroka mê ya kesekî (bi inglîzî daughter) li kar e. Bo ku mirov bibêje zarokên mê bi giştî yan filan kes zarokeke mê ye (bi inglîzî girl) mirov peyva kiçik bi kar tîne. Wek ku li jor hatiye diyarkirin, peyvên jin/jinik û kur/kurik jî wisa di hin devokan de bi maneyên piçekê ji hev cuda ne.

kurmanciya rojhilatî wateya peyvê bi inglîzî
kiç zaroka mê ya kesekî daughter
kiçik zaroka mê bi giştî girl

Helbet ev cudakirin herdem nayê kirin û gelek caran peyvên keçik/kiçik tenê formên biçûkkirinê (diminutîv) yên peyvên keç/kiç in. Li aliyekî din peyvên keç/kiç gelek caran bi maneya giştî ya zarokên nêr jî (bi inglîzî boy) li kar in.

Ji aliyê etîmolojî ve keç/kiç texmînen peyveke îranî ye: hevreha soranî kiç, soraniya erdelanî kenîşk, hewramî kinaçê, pehlewî kenîçek, kenîzeg, sogdî kençîk (kenîg= jin), zazakî kêna, avestayî kenya-, sanskrîtî kenya-. Hevwatetî û nêzîkiya dengî ya navbera keçê/kiçê ya kurdî û kız (keç) ya tirkî tesadifî ye. Lê kancık (dêl) ya tirkî ji zimanekî îranî, bi ihtimaleke mezin ji sogdî hatiye wergirtin.

Tevî ku peyva kur têkilî peyva kîr anku endamê cinsî yê nêran e lê qîz ji aliyê etîmolojî ve ne têkilî peyva quz anku endamê cinsî yê mêyan e. Quz peyveke îranî ye ku ketiye erebî jî lê qîz ji tirkî kız e. Qîz di nav zimanên îranî de tenê di kurmancî û zazakî de anku di lehceyên kurdî yên di bin tesîra tirkî de li kar e û di kurmancî de jî ne li her derê anku zêdetir li Bakur heye lê bo nimûne li Başûr hema-hema qet peyda nabe.  Li aliyê din, di zimanên tirkîkî (tûranî) de ew ji Balkanan heta Rojhilata Asyayê berbelav e.

Ji bilî keç/kiç û qîz, mirov carinan di nivîsên kurmancî de peyva dot jî wek peyveke serbixwe di nivîsan de dibîne. Di nav gel de ew di peyva do(t)mam de heye lê wek ji peyva mam veqetandî anku tenê dot di kurmancî de tenê di nivîsan de heye. Di soranî de heta peyva dotmam jî peyda nabe. Li aliyekî din, hevrehên wê düet di kurdiya başûrî de û doxter di farisî de wek peyvên serbixwe li kar in.

zarok û sava

Peyva zaro, zarok (zarrok) anku mirovên temenê wan biçûk (bi inglîzî child) di kurmanciya nivîskî de peyveke serdest e. Ew di soranî de ne li kar e lê di kurdiya başûrî û hewramî de jî wek zarû heye. Lê di nav xelkê de di kurmancî de bi maneya zarok zêdetir ev peyv li kar in: biçûk, tifal, ’eyal, gede, sebî. Peyva sava, bi soranî sawa, maneya zarokên berşîr dide. Di gelek devokan de peyvên bebik, pitik, bîbo li cihê wê li kar in, di hin devokan de jî hito, etê bi wateya keçikên biçûk heye. Di soranî de bi maneya zarok peyvên minał, mindał hene ku mirov carinan di nivîsên kurmancî de wek mindal, minal jî dibîne.

Ji van peyvan tifal, ’eyal, sebî, mindal/minal ji erebî ne, gede ji farisî ye, bebik, bîbo peyvên navneteweyî ne. Zarok we zag di belûçî de û wek zoy jî di peştûyî de li kar e. Mirov dikare wan hemûyan bi peyva zan, zayîn ve girê bide. Lê hingê paşpirtika –ro, -rok ya peyva kurdî bêşirove dimîne. Loma ew carinan bi peyva zarm (malbat, binemal, nijad) ya ermenî ve jî tê girêdan. Peyva sava/sawa jî mimkin e ku bi peyva zan ve were girêdan, xaseten ji ber ku heman peyv di ermenî de bi awayê zava heye lê dîsa jî nayê zanîn ka –va ji kû ye.

nevî û nevis

Peyva nevî tê manya zarokên kurê kesekî yan zarokên keça kesekî (bi inglîzî grandchild). Ew peyveke hindûewropî ye ku di piraniya zimanên îranî de û herwiha di hin zimanên din jî yên hindûewropî de li kar e. Di hemû zimanan de ew ne bi maneya nevî ye lê bi hin wateyên din yên têkilî wî ye anku maneya mirovekî din dide:

kurmancî nevî
soranî newe
farisî nevê, neve
pehlewî nep
hexamenişî nepa-
avestayî nepat
sanskrîtî nepat
latînî nepos
yûnanî nêfios
fransî neveu
îtalî nipote
inglîzî neve, nephew

Peyva kurmancî nevis (kurê jina kesekî ku ne kurê wî mêrî bi xwe ye) ji eynî rehî ye. Peyva siyasî/civakî nepotîzm (xizimparêzî, alîkarîkirina xizm û kesûkarên xwe di siyasetê yan di civakê de û bertîlkirina wan) ji peyva latînî nepos, forma akuzatîv nepotes hatiye çêkirin.

 

kek û kak

Peyvên kek (kurmanciya navendî û rojhilatî) û kak (kurmanciya rojhilatî û soranî) bi maneya bingehîn birayên mezin in. Lê ew herwiha bi wateya birêz, rêzdar, hêja, seyda, ezbenî jî li kar in. Serekaniya van peyvan bi esehî nayê zanîn lê ew di felek zimanên îranî û hindistanî de peyda dibin:

ziman peyv (wate bi kurmancî di kevanokan de)
kurmancî kek, kak
soranî kak
bextiyarî kaka (mam. ap), gegê (bira)
belûçî kake (xal, birayê dayê)
maratî kaka (mam, ap)
hindî çaça (mam, ap)

Li gel peyva kek, li Bakurê Kurdistanê abê ya hevwate ya ji tirkî jî tê bihîstin. Lê hêjayî gotinê ye ku di kurdî û zimanên din yên îranî de cudakirineke giştî di navbera kesûkarên ji qisekerî/ê mezintir û biçûktir nayê bikaranîn, bidin ber tirkî abla (xuşka mezin) ku li Bakurê Kurdistanê bi devkî di nav kurdan de jî gelek caran tê bihîstin.

[1] Bo nimûne, binêrin vê ragihandina polîsê Swêdê: ”Her wisa, ew dikevin bin erkdariya ku çavdêrî û kontrola xwung û kuzenên xwe bikin.” (r. 6/10). https://www.polisen.se/PageFiles/340173/kurmanji.pdf

[2] ”başûrî” yan ”kurdiya başûrî”: lehceyên feylî, kelhurî, kirmaşanî…

[3] Mebest ji ”kurdiya başûrî” devokên feylî, kelhurî û kirmaşanî ne, meqsed jê ne ”kurdiya Başûrê Kurdistanê” ye.

[4] Farisî zêdetir daî دائی ya ji tirkî dayı (ji tirkiya kevn tagay) bi kar tîne.

[5] X- di koma XW de ji zazakî dikeve û W ya destpêkê carinan dibe V (hewramî ”waran”, zazakî ”varan”).

[6]

[7] Hin hewlên nivîskî hene ku peyva dot li cihê peyva keç / qîz dinivîsîn lê di nav gel de dot tenê di peyva dotmam de peyda dibe, bi serbixwe yî nayê bihîstin. Herwiha ew wek pêşpirtika hin peyvên din jî di nivîsan de tê dîtin, bo nimûne wek dotmîr bi maneya prenses, keça mîran/paşayan.

[8] Bi kurmanciya rojhilatî û herwiha bi soranî ”kiç” e.

[9] Z-ya kurdî/îranî adeten ji G ya hindûewropî peyda bûye: ”zan, zayîn” (latînî ”genus”, yûnanî ”gênês”), zanîn (yûnanî/latînî ”gno-”, inglîzî ”know”), ”zer” (almanî ”Gelb”) – L ya proto-hindûewropî di k

[10] Giring e bê bibîranîn ku V/W ya destpêka peyvan di kurmancî, soranî û farisî de bûye B: ba (zazakî ”va”, avestayî ”vate-”), baran (zazakî ”varan”, avestayî ”vara-”), berf/berf (zazakî ”vewre”, avestayî ”vefre, cefre”).

[11] B li nav û dawiya peyvê di kurmancî dibe V: av (farisî ab, belûçî ap, avestayî epe-), kurmancî sêv (farisî sîb, belûçî sop), kurmancî evd (ji erebî ‘evd), kurmanciya navendî bav (kurmanciya rojhilatî bab, tirkî û farisî baba, gelek zimanên ewropî papa /pappa).

[12] Hêjayî bibîranînê ye ku peyvên kurdî-îranî yên bi L dest pê dikin gelek kêm in. Piraniya peyvên niha bi L dest pê dikin û niha di zimanên îranî de li kar in, bi eslê xwe biyanî ne. Lê hin peyvên xwemalî jî hene: lêv, ling, li… Lê gelek peyvên pir li kar û sade jî bi eslê xwe biyanî ne: lazim, legen, lez, lezet, lib, libas, lihêf, lîmon…

[13] Bo dîroka dengê B di kurdî de. binêrin: www.kulturname.com/?p=10013

[14] Bo peydabûn û guherîna dengê D di kurdî de, binêrin: www.kulturname.com/?p=10541

Advertisements

One thought on “Peyvên malbatî çi ne û ji kû tên?

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s