Dengê C – peydabûn û guherîna wî

Husein Muhammed

herf-C

Di dengnasiya kurdî de C / c nîşana dengê ”paşpidûyî-xişok-nevizok yê bilerz” e. Mebest ji ”paşpidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi paşiya pidûyan dikeve. Mebest ji ”xişok” ew e ku pêşî deng bi temamî tê rawestandin û paşî hêdîka tê vekirin û loma xişînek ji hewayê dengî derdikeve. Mexsed ji ”bilerz” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.

Ji bilî kurdiya bi alfabeya latînî, herwiha di tirkî û azerî de jî ev deng bi vî C / c tê nivîsîn. Lê wek din piraniya zimanên latînînivîs vê herfê li cihê K, S yan Ç ya kurdî bi kar tînin. Li cihê dengê C yê kurdî, hin ziman J, hin G û hin jî cotherfên DZ dinivîsin.

Di alfabeya kurdî-erebî de û di nivîsîna farisî û hin zimanên din yên erebînivîs de ev deng bi herfa ج tê diyarkirin. Di alfabeya kurdî-krîlî de ev deng bi Щ (gir) yan щ (hûr) dihat nivîsîn.

Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de ev deng bi cotherfên [d͡ʒ] tên diyarkirin. Berê ew wek [ʤ] dihat nîşankirin.

Mirov dikare li vê derê guh bide vî dengî:

https://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_palato-alveolar_affricate.ogg

Peydabûna C di peyvan de

Dengê C di kurdî de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvan peyda bibe:

  • destpêk: cam, cer, cêwî, cih, cîran, conî, cuda, cûn…
  • nav: aciz, ecem, derece, hewce, mecbûr…
  • dawî: bac, pênc, kinc, qenc…

Lê li gor lêkolînên me yên berî niha, rêjeya herfa C di nivîsên kurmancî de tenê 0,33 % e.[1] Ev tê wê maneyê ku di nav herfên kurdî de tenê Q û F ji herfa C kêmtir di nivîsan de peyda dibin anku nadirtir in. Bi taybetî jî li nav û dawiya peyvan C di peyvên xwemalî (îranî, hindûewropî) de di kurmancî de yekcar kêm peyda dibe. Dema ku peyda dibe jî, bi piranî li gel dengê N anku wek NC peyda dibe:

  • pênc, kinc, rêncber, gazinc, zincîr…

Peydabûna dîrokî ya dengê C

Dengê C di makezimanê proto-hindûewropî de peyda nedibû. Ew herwiha di zimanên kevn yên îranî (avestayî, hexamenişî) de jî tine bû. Vê gavê jî ew di hin zimanên hindûewropî de ne li kar e. Niha jî piraniya peyvên kurdî yên ku bi C dest pê dikin ji erebî hatine wergirtin:

  • cahil, cer(r), cil, cîran, cur’et…

Lê gelek ji peyvên bi C dest pê dikin, di eslê xwe de îranî yan proto-hindûewropî ne:

  • cam, cih, cuda, bac, pênc…

Sebebê vê ew e ku C-ya peyvên xwemalî berê di zimanên kevn yên îranî de Y bû lê li serdema zimanên navîn yên îranî (pehlewî, parsî) ji Y bûne C:

kurmancî farisî pehlewî avestayî sanskrîtî
ceh cow cew /yew yeve- yeve-
cam cam cam yame- yame-
ciwan civan yuven yuven yuven
cadû cadû catû yatu- yatû-
cejn ceşn ceşn yesne- yeşne-
co, cok, cihok cû, cûy coy, yoy yevya- yevya-
cuda, cihê, ciya coda cudî yuta-

Wek ku tê dîtin, zimanên îranî yên navîn (li vir pehlewî) di serdema veguhêz anku neqilker de ne: Y dibe C lê di gelek peyvan de hê herdu deng tên dîtin.

Di hin peyvên biyanî yên ji mêj ve wergitî de jî Y bûye C:

  • îbrî, aramî “yihûdî” à pehlewî à yihûd / cehûd à farisî “cohûd” à kurmancî “cihû”.

Bi heman awayî di zimanên romî (latînî, frensî, portugalî, spanî) de jî dengê”y, î” yê latînî – ku bi piranî di latînî de bi herfa “i” dihat nivîsîn – bûye J. Paşî di peyvên inglîzî yên ji frensî wergirtî de dengê wê bûye C (bi nivîsîna inglîzî J):

  • îbrî “yihûdî” à yûnaniya kevn “ioudaîos” à latînî “iudaeus” à inglîzî “Jew” (bixwîne: cû)
  • îbrî “Yêşûa” (Îsa) à latînî “Iesus” (bixwîne: Yêsus) à frensî “Jésus” [Jêsü] à inglîzî “Jesus” [Cîsus]

Heman guherîn di zimanên tûranî (tirkî û lêzimên wê) de jî peyda dibe:

tirkî qazaxî kurdî
yedi ceti heft
yıl cıl sal
yılan cılan mar
yirmi ciırma bîst

Çavkaniya duyem ya dengê C dengê G ye. G di bin tesîra erebî de di gelek peyvên îranî û hindûewropî de jî di kurdî û farisî de bûye C:

kurmancî farisî erebî pehlewî  
tac tac tac tag
cûn (reng) cûn, gûn cûn gon
şetrenc şetrenc şetrenc çetreng
cindî condî cundî gund[2]
gûz[3] cûz cewz gewz

G-ya hin peyvan jî di ji ber vê tesîrê di zimanên îranî bi xwe de bûye C tevî ku ev peyv neketine erebî jî û ne ji erebî vegerîne zimanên îranî:

kurmancî farisî erebî pehlewî  
cîhan cihan gêhan

Lê gelek peyvan jî G-ya xwe di zimanên îranî de parastiye tevî ku ew ketine zimanê erebî û di erebî de G-ya wan bûye C:

kurmancî farisî erebî pehlewî  
gamêş gavmîş camûs gawmêş
gêzer gezer cezer
mêrg merẍ merc merw (parsî: merg)

Bi heman awayî peyvên ji zimanên din jî yên bi G di erebî de G-ya wan bûye C:

  • “cuẍrafya” ji yûnanî “geografiya”
  • “cehennem ji îbrî “gehennom”

C di zazakî de

Dengê C ji kurmancî gelek zêdetir di zazakî de heye. Ew gelek caran li cihê J ya kurmancî ye. Li hevberî J-ya kurmancî (û soranî) û C-ya zazakî, di farisî de bi giştî Z heye. Di avestayî de li cihê wan bi amî Ç heye lê li nava destpêka peyvan bi gelemperî C ye, ne Ç. Anku mirov dikare bibêje ku di navbera van zimanan de C / J / Z / Ç bi hev diguherin.

kurmancî zazakî farisî avestayî
jin cenî zen cêni-
roj roc rûz reoçe-
jiyan, jîn ciwayen zindegî cey-
ji ci ez heçe
jêr cêr, ciyer zîr heçe-eðeiri
jor cor, ciwer zeber heçe-upeiri

Peydabûna C di hin devokan de

Dengê C dikare hin caran ji Ç peyda bibe yan jî li gor devokan C / Ç bi hev diguherin:

  • cigare / cixare – çixare
  • çante – cante
  • cizdan(k) – çizdank

Di hin devokên kurmancî de, bi taybetî li hin deverên Mêrdînê, komdengê “diy-“ dibe C:

  • Diyarbekir à Carbekir
  • diya min à ca mi[n]

Di hin devokan de, bi taybetî li Behdînan, peyva ”bajar” ya kurmanciya giştî wek ”bacar” yan ”bacêr” tê gotin.

Guherîna C bi J

Niha di kurmancî de meylek heye ku C dibe J:

  • ”îcar, îca” (ji ”î- + car”) à ”îjar, îja”
  • erebî ”wicdan” à kurdî ”wijdan, ûjdan”

Tabloya têkiliyên C li gel dengên din

Tabloya konsonantên kurdî bi diyarkirina taybet ya C (sor) û lêzimên wê (şîn). Tîrik têkiliya C li gel dengên din diyar dikin: Eger tîrik tenê ber bi C ve be, hingê ew deng dibin C. Eger tîrik dualî be, hingê C û ew deng bi hev diguherin.

        CIH à

AWA

du-lêvî lêvî-didanî pidûyî paş-pidûyî ban-devî paşdevî ser-gewrî zima-nokî qirrikî
BÊVILÎ m   n            
SEKNÎ
– bêlerz
– bilerz

p
b
 
t
d
 
k
g
   

q


ʔ (eyn)
XIŞOKÊN VIZOK
– bêlerz
– bilerz
  s
z
ş
j
  x      
XIŞOKÊN NEVIZOK
– bêlerz

– bilerz
f


v

ç

C

    h
JENOK     r            
TENGAV w   l   y        

© Husein Muhammed 2014 – 2015

[1] Husein Muhammed: Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de. http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[2] Heman peyv di kurmancî de bi maneyeke din anku ”gund, gundî” jî bi G hatiye parastin.

[3] Di kurdî de wek G maye lê di farisî de bûye C.

Advertisements

One thought on “Dengê C – peydabûn û guherîna wî

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s