B – peydabûn û windabûna wê

Husein Muhammed

herf-B

B herfeke konsonant e ku navê wê yê dengnasî ”seknî ya dulêvî ya bilerz e”. Mebest ji ”seknî” ew e ku di derxistina wê de lêv pêşî bi temamî girtî ne û paşî tên vekirin. Mebest ji ”dulêvî” ew e ku ku cihê derxistina vî dengî bi herdu lêvan e: lêva jorîn û lêva jêrîn di dema peydabûna vî dengî de bi hev dikevin. Merem ji ”bilerz”iyê jî ew e ku di dema peydabûna vî dengî de perdeyên dengî dilerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê ”B” (gir) û ”b” (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tê nîşankirin. Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ب tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Б (gir) û б (hûr) dihat nivîsîn.

Mirov li vê derê dikare guh bide vî dengî:

http://en.wikipedia.org/wiki/File:Voiced_bilabial_plosive.ogg

B û lêzimên wê

B herf û dengekî serbixwe ye. Veguhastina wê bi herfeke din dikare maneya peyvê biguherîne:

  • ban / pan
  • ban / man
  • ban / van
  • ban / wan
  • ban / dan
  • ban / gan
  • ben / fen

Lê dîsa jî B li gel herfên P, M, W, V, F, G, D nêzîk e. Anku ew deng bi yek yan çend awayan ji hev cuda bin jî, dîsa bi gelek awayan wek hev in. Wekheviya B, P, M û W dengên ”dulêvî” (bilabial) ne anku di derxistina wan de herdu lêv tên bikaranîn. ji hindê ye ku ew herdu dengên ”girtek” in anku di gotina wan dengan de lêv dikevin ser hev û ji hev vedibin. F û V jî nêzîkî wan in: di derxistina wan de jî lêvek tê bikaranîn lê ew lêv anku lêva jêrîn ne bi lêva jorîn dikeve lê bi didanên jorîn dikevin. Loma F û V dengên ”lêvî-didanî” (labiodental) ne.

Di tabloya li jêr de herfên D û G jî bi rengê şîn hatine diyarkirin. Cihê derxistina wan ne lêv yan lêv û didan in lê D dengekî pidûyî ye anku ziman bi pidûyan dikeve gava ku mirov dibêje D. G jî ”paşdevî” ye anku di dema gotina dengê G de, ziman li paşiya devî ye. Lê dîsa jî B û D carinan bi hev diguherin. Sebebê vê ne cihê dengan lê awayê dengan e: hem di derxistina B/P û hem jî ya G û D de hewa tê girtin û paşî tê berdan loma em navê ”girtek” li van dengan dikin.

 

B (sor) û lêzimên wê (şîn) li gel konsonantên din (reş) yên kurdî

        CIH à

AWA:

du-lêvî lêvî-didanî pidûyî paş-pidûyî ban-devî paşdevî ser-gewrî zima-nokî qirrikî
BÊVILÎ m   n            
GIRTEK
– bêlerz
–         bilerz

p
b
 
t
d
   
k
g
   

q


ʔ
XIŞOKÊN VIZOK
– bêlerz
–         bilerz
  s
z
ş
j
  x      
XIŞOKÊN NEVIZOK
– bêlerz
–         bilerz
f
v
ç
c
    h
JENOK     r            
TENGAV w   l   y        

© Husein Muhammed 2014

Giringiya lêzimiya dengan di veguherîna wan de

Dengên nêzîkî hev yan pirr wek hev, dikarin gelek caran bi hev biguherin. Bo fehmkirina sebebên guherîna dengan, naskirina wekheviyên wan giring e. Herçi dengên dûrî hev û ne wek hev in, mirov dikare bibêje ku teqrîben ti caran ew bi hev naguherin. Loma hêsan e ku mirov veguherîna B û P yan B û W peyda bike. Lê gelek zehmet e ku mirov nimûneyên veguherîna – bo nimûne – B û Ç yan B û X peyda bike.

Cudahiya B li gel dengên lêzim

Wek ku ji tabloya me diyar e, B lêzimî P, M, W, F, V, D û G ye. Lê dîsa jî ev hemû dengên ji hev cuda ne. Lê gelo cudahiyên wan çi ne?

Deng dikarin yan ji aliyê cihê derketina xwe ve yan ji awayê derketina xwe ve yan jî hem cih û hem jî awayê derxistina xwe ji hev cuda bin. Bo nimûne, B û D ji aliyê cihê derketina xwe ve ji hev cuda ne: B bi herdu lêvan, D bi lêdana ziman li pidûyan tê çêkirin. B û M ji aliyê cihê derketina xwe ve wek hev in lê ji aliyê awayê xwe ve ji hev cuda ne. Herçi B û Ç ne, ew hem ji aliyê cihê xwe û hem jî ji aliyê awayê derketina xwe ve ji hev cuda ne.

D û G ji aliyê cihê derxistina xwe ve ji B cuda ne: B dengekî du-lêvî ye lê D dengekî pidûyî ye anku ziman bi pidûyan dikeve. G jî dengekî paşdevî ye anku ziman di dema gotina wê de li paşiya devî ye.

B û M ji aliyê cihê derxistina xwe ve wek hev in anku herdu bi danîna du lêvan li ser hev û vekirina wan ji hev tên çêkirin. Cudahiya wan ew e ku di derxistina dengê M de hewa di pozê (difinê, bêvilê, kepiyê) re jî derdikeve loma ew dengekî ”bêvilî, pozî, difinî, kepî” ye. Di derxistina dengê B de hewa di pozê re dernakeve.

Li gel B nêzîktirîn deng P ye. Ew hem ji aliyê cihê derketina xwe ve û hem jî ji hêla awayê derketina xwe ve wek hev in:

  • cihê derketina B û P: herdu lêv (du-lêvî)
  • awayê derketina B û P: girtina herdu lêvan bi temamî û paşî vekirina wan (girtek)

Lê tevî wekheviya cih û awayê derketina xwe jî, dîsa B û P dengên ji hev cuda û serbixwe ne. Cudahiya wan ew e ku B dengekî bilerz e û P dengekî bêlerz e. Dengên bilerz ew in ku di dema derketina wan de perdeya dengî di gewriyê de dilerize lê di derketina dengên bêlerz de perdeya dengî nalerize.

Cudahiyeke din ya B û P ew e ku di kurdî de sê yan heta çar varyantên P hene lê B di kurmanciya giştî de xwedî tenê varyantekê ye. Tenê di çend devokên berteng de du varyantên cuda yên B peyda dibin. P di kurdî de nîşana du foneman anku du dengên serbixwe ye lê B tenê fonemek e.

Mirov dikare P-yên kurmancî û zazakî (lê ne soranî, kelhurî, hewramî û farisî) li gor pifdariyê (aspirasyon, inglîzî: aspiration) parve bike: 1) P-ya bipif anku ”req” (bi inglîzî ”aspirated”) wek ”pale, perde, pare/pere, porr…” û 2) P-ya bêpif anku ”nerm” (bi inglîzî ”unaspirated”) wek ”pêr, pênc, pîr, poz, piling, pazde(h)…”

Di kurdî û piraniya zimanên din de jî tenê B-ya bêpif heye. Lê di hin zimanên din de, bi taybetî di zimanên Nîvgiravê Hindistanê de B-ya bipif jî heye.

P-yên bêpif du birr anku du cûre ne. Ew li gor qelewî û ziraviyê ji hev cuda ne: 1) P-ya ”sade” yan zirav wek ”pênc, pêr, pîr…” û 2) P-ya ”qelew” yan ”qalind, stûr” anku ”empfatîk” wek ”pazde(h), piling, payiz…”

Di kurdî de bi gelemperî tenê B-ya sade anku zirav heye. Ew ji P-ya sade tenê bi lerza xwe cuda ye, wek din tam wek wê ye. Heta li gel vokalên paşîn ”a, i, o, û” jî B zirav dimîne tevî ku di gelek zimanan de vokalên paşîn konsonanta berî xwe qelew dikin.

Lê di hin devokên berteng de yan di devê hin takekesan de di hin peyvan de B qelew tê gotin. Bo nimûne, peyva ”berdan” di wan devokan de qelew tê gotin. B-ya qelew wek P-ya qelew e lê bilerz e.

Peydabûna dengê B di peyvan de

B di kurdiya niha de dikare li destpêk, nav û dawiya peyvê peyda bibe:

  • destpêk: ba, bilind, birin
  • nav: reben, edebiyat, dibêjim
  • dawî: xirab, reb, edîb

Li gor lêkolînên me yên berî niha[1], rêjeya herfa B di nivîsên kurmancî 4,5 % e. Lê di peyvên xwerû de di kurmancî de B tenê li destpêkê mişe ye anku pirr peyda dibe. Li navê û dawiyê – bi taybetî jî di peyvên xwemalî (îranî) de – kêm peyda dibe.

Peydabûna B ya dîrokî

Wek ku me got, di kurmancî de B niha li destpêka gelek peyvan peyda dibe: ”ba, bar, baran, bend, ber, befr/berf, bilind, birin, biyolojî, bizin, (ji) bo, borî/borrî, boş, bum, burc, buxar, bûk, bûn, bûstan…”

Hin peyv ji van bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, ”bum, buxar” ji erebî, ”borrî” ji tirkî û ”biyolojî” bi rêya fransî ji yûnanî ye. Lê dîsa jî piraniya nimûneyên me peyvên xwemalî ne: ”ba, bar, baran, ber, berf/befr, birin, bizin…”

Lê heke em li dîrok an etîmolojiya van peyvan binêrin, em ê bibînin ku gelek ji wan bi eslê xwe ne bi B bûn. Bo nimûne, ”baran” bi kurmancî, soranî û farisî bi B ye. Lê heke em li hin ziman û zaravayên din yên îranî yên nû û bi taybetî jî yên kevn binêrin, em ê bibînin ku ew peyv di wan zimanan de ne bi B lê bi V yan W dest pê dike:

  • kurdiya başûrî[2]: waran
  • hewramî: waran
  • zazakî: varan
  • pehlewî: varan
  • mazenderanî: variş
  • avestayî: vara-
  • belûçî: gwariş

Bi heman awayî peyva berf/befr bi gelek zimanên îranî bi V yan W dest pê dike: kurdiya başûrî ”wefr”, pehlewî ”wefr”, sogdî ”wefre”, mazenderanî ”vefr”, avestayî ”vefre”, zazakî ”vewre”, hewramî ”wewre / werwe”, sanskrîtî ”gebhre”…

”Bîst” jî bi gelek zimanan bi V yan W ye: zazakî û pehlewî ”vîst”, hewramî ”wîs”, avestayî ”vîseiti-”, sanskrîtî ”vinçatî-”, latînî ”viginti”, inglîzî ”twenty” (t-wenty)…

Lê hin peyv bi eslê xwe jî bi B bûn. Bo nimûne, ”birin, ben(d), bizin…” bi avestayî ”ber-, bend-, bûze-…”, bi zazakî ”berden, bend, bize” û bi inglîzî jî ”bear, bind, buck” in anku bi hemû yan piraniya zimanan bi B ne û wisa diyar e ku eslê wan jî bi B bûn.

Lê B li destpêka peyvan di maka zimanê kurdî û van zimanên din anku di proto-hindûewropî de bisinor bû. Piraniya B-yên niha li destpêka peyvên kurdî, carekê V yan jî W bûn.

Lê guherîna V/W bi B diyardeyeke nadir e. Di kurdî de jî V/W tenê li destpêkê bûye B, li nav yan dawiya peyvê ev diyarde çênebûye.

Diyardeya berevajî wê anku guherîna B/P bi V/W gelek berbelavtir e.

Guherîna B bi V/W

Guherîna B bi V/W di zimannasiyê de bi navê ”betasîzm” (inglîzî: betacism) tê nasîn. Navê vê diyardeyê ji peyva ”beta” tê ku navê herfa B ya alfabeya yûnanî tê. Di yûnanî û gelek zimanên din de jî B gelek caran dibe V yan W.

Di kurmancî de diyardeya guherîna B bi V li destpêka peyvê yan nîne yan jî gelek kêm e. Lê di kurmancî û zaravayên din yên kurdî de jî guherîna B bi V yan W li nav û dawiya peyvê diyardeyeke gelek berbelav e.

Di hin peyvan de di hemû zaravayên kurmancî de B/P bûye V/W lê di zimanên lêzim de B/P maye:

  • kurmancî: av, sêv, ewr
  • soranî: aw, sêw, ewr
  • farisî: ab, sîb, ebr
  • belûçî: ap, sop, (lê:) hewr-
  • avestayî: ap-, —, ebre-
  • sanskrîtî: ap-, sêp-, ebhre-

Di rastiyê de di kurmancî de li nav û dawiya peyvên kevnar yên xwemalî yên xwerû de B qet nebû, hemû bûbûn V yan W. Peyvên wek ”xirab, bab, reben, zebeş, kitêb” hemû bi rêjeyî di kurdî de peyvên ”nû” ne, berî çend sedsalan ji hin zimanên din hatine wergirtin.

Niha jî di devokên kurmancî de – û di zaravayên din jî yên kurdî de – şerekî man û nemanê di navbera B û V/W de heye. Piraniya kurmancîaxivan êdî B li nav û dawiya peyvê qebûl kiriye lê di gelek devokan de ew hê jî cih dide V yan W:

  • ’evd, ’ebd (ji erebî ” ’ebd عبد)
  • kebab, kivav, kiwaw, kevav (ji erebî ”kebab كباب)
  • kitêb, kitêv, kitêw, kitav, kitaw” (ji erebî ”kitab كتاب)
  • ḥeb, ḥev[3], ḥew[4] (ji erebî ḥeb حب)
  • bab, bav, bawk (soranî) (ji peyveke navneteweyî, bide ber ”baba” bi gelek zimanan)

Guherîna B bi F

Bi taybetî di gelek peyvên ji erebî wergirtî de, mirov dibîne ku di kurdî de F ketiye cihê B ya erebî:

  • ”hefs” ji erebî ”ḥebs حبس”
  • ”zeft” ji erebî ”ẓebt ضبط”

Ev encam pêşî bi guherîna B bi V çêbûye û paşî jî V-ya bilerz di bin tesîra T-ya bêlerz de bûye bêlerz anku bûye F. Wek din, B di kurdî de yekser nebûye F.

Lê guherîna B yekser bi F jî mimkin e. Bo nimûne, di latînî û yûnanî de gelek caran li destpêka peyvê F cihê B girtiye:

  • latînî: ”ferre”, yûnanî ”fêro” (birin, bar kirin) ji proto-hindûewropî ”bher-”

Guherîna B/P

Di kurdî û zimanên din de jî meyla berbelav ew e ku deng nermtir dibin û dibin bilerz. Mebest bi bilerziyê ew e ku di dema gotina van dengan de, perdeyên dengî dilerizin.

Heke em li zimanên kevnar yên hindûîranî binêrin, em ê bibînin ku B ya zimanên niha gelek caran P bû:

  • sanskrîtî: ap-, sêp-, peiti-
  • pehlewî: ap, sêp, ped

Lê farisî:

  • farisî: ab, sîb, ebr, bê

Wek ku li jortir hatiye diyarkirin, B di kurdî de hê jî guheriye û bûye V yan W:

  • kurmancî: av, sêv, ewr
  • soranî: aw, sêw, hewr

Lê li destpêka peyvan, di kurdî de jî B hatiye parastin:

  • kurmancî: bi
  • soranî: be

Lê vê dawiyê mirov dikare meyleke berevajî wê bibîne: di gelek peyvan de B dibe P:

  • frensî: bicyclette à tirkî: bisiklet à kurdiya devkî: pisqilêt (li Bakurê Kurdistanê)
  • inglîzî: bicycle à kurdiya devkî: paysikil (li Başûrê Kurdistanê)
  • inglîzî: bus (otobûs) à kurdiya devkî: pas (li Başûrê Kurdistanê)
  • inglîzî: battery (baterî) à kurdiya devkî: patrî (li Başûrê Kurdistanê)

Herwiha di daçeka ”bi” li gel cînavên ”wê / wî / wan” bi forma xwe ya de B dibe P:

  • bi wê / wî / wan à pê

Di hin devokan de (bi taybetî behdînî) daçeka ”bi”[5] û herwiha pêşpirtika lêkeran ”bi-” dibe P:

  • bi avê à p’avê
  • sêvekê bixwe à sêvekê-p’xwe à sêvekêp-xwe

Peydabûna B ji M

Hin caran jî peydabûna B ji encama guherîna M ye. ”Bizmar” ya kurdî ji erebî ”mismar” (مسمار) e ku hevreha ”musmar” ya maltayî û ”masmêr” (מסמר) ya îbrî ye.

Di gelek devokên kurdî de peyva ”misilman, musilman” bûye ”bisilman, bisulman, busilman, bisurman, bisirman…”

Peyva kurmancî ”ra-mûsan” di farisî de wek ”bûsîden” anku M/B bi hev diguherin.

Veguherîna B/G û B/D

Guherîna B û G di kurmancî bi xwe de peyda nabe. Lê heke em kurmancî û farisî bidin ber hev, em ê bi hêsanî bibînin ku hin caran li cihê B ya kurmancî di farisî de G heye:

  • kurmancî ”beraz” û farisî ”goraz”. Herwiha kurmancî ”birsî/birçî”, farisî ”gorosnê”.

Veguherîna B û D jî di kurmancî bi xwe de nîne. Lê heke em kurmancî û zazakî bidin ber hev, em ê çend nimûneyên veguherîna B/D bibînin:

  • kurmancî ”derî / dergeh” û zazakî ”ber”. Herwiha kurmancî ”(ya/yê/yên) din / dî”, zazakî ”bîn”.

Lê di kurmancî, soranî farisî de jî di peyvekê de veguherîna di navbera B û D de heye. Lêkera ”dîtin” (bi farisî ”dîden”) bi rehê xwe yê dema niha ”-bîn-” e (di-bîn-im, na-bîn-im). Di soranî de, li gel forma ”dîtin”, herwiha li ser bingehê rehê dema niha lêkera rader ”bînan” jî hatiye çêkirin.

Ketina B

Niha kerem bikin li van peyvan binêrin:

  • bapîr
  • xira kirin

Peyva ”bapîr” anku ”babê babê kesekî” ji gotinên ”bab” û ”pîr” pêk hatiye. Lê dîsa jî em dibêjin û dinivîsin ”bapîr”, ne ”*babpîr”. Anku B ji peyvê ketiye. Ji aliyê dîrokî ve peyv pêşî ”*bab-pîr” bû, paşî B û P bi hev heliyane û bûne ”*bappîr”. Lê ji ber ku kurdî bi gelemperî du herfên wek hev li pey hev sivik dike, di encamê de ev peyv bûye ”bapîr” anku şûn û şopa B-yê bi temamî winda bûye.

Lê gelo çima B ji gotina ”xira kirin” (xirab kirin) ketiye? Di wê gotinê de B-yeke din yan herfeke din ya wek B-yê nîne heta ku B-ya ketî pê ve heliyabe. Mesele çi ye?

Bo fehmkirina meseleya ”xira kirin”ê divê em gotina destebirayê wê anku ”xira bûn”ê jî bidin. ”xirab bûn” ji ber hatina du B-yan li pey hev bûye ”xira bûn” anku B-ya yekem ketiye. Piştî peydabûna ”xira bûn”ê ji ”xirab bûn”ê, êdî li ber wê herwiha forma ”xirab kirin” hatiye guherandin û bûye ”xira kirin” – heçku gotineke serbixwe y abi forma ”xira” hebe.

Encam

B ji aliyê dengnasiya dîrokî ve belkî yek ji balkêştirîn dengên kurdî ye. Li aliyekî peydabûna wê li destpêka peyvan zêde bûye anku wê cihê hin dengên din (bi taybetî V û W) girtiye lê li hêleke din li nav û dawiya peyvê wê cih daye û hê niha jî gelek caran dide V yan W.

Guherîna V/W li destpêkê bi B di peyvên kevnar yên xwemalî de diyardeyeke teqrîben sîstematîk e. Guherîna B jî li nav û dawiya peyvê di peyvên kevnar yên xwemalî hê jî sîstematîktir bû.

Lê niha serdema guherîna V/W li destpêka peyvê bi temamî bi dawî bûye. Êdî V/W bi B naguhere. Guherîna V/W jî li nava peyvê bi B kêm bûye lê bi temamî neqediyaye.

Tarîxiyen P gelek caran bûye B. Lê niha bi taybetî li destpêka peyvan serdemeke nû dest pê kiriye: êdî B zêdetir dibe P.

Herçi guherîna M bi B ye, ew tenê di çend nimûneyan de peyda dibe û ji sîstematîkiyê dûr e. Veguherîna B/D yan B/G di kurmancî bi xwe de nîne, tenê di berhevdana kurmancî û zazakî (B/D) yan kurmancî û farisî (B/D) de diyar dibe.

Husein Muhammed

[1] Husein Muhammed: ”Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de”: http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_index.asp?MemberNr=33

[2] anku devokên feylî, kelhurî, kirmaşanî…

[3] Bi maneya dermanê hişk yan lib, ne bi wateya ”hevdu”.

[4] Bi maneya dermanê hişk yan lib, ne bi wateya ”êdî”.

[5] Bi heman awayî daçekên din jî yên ”di, ji” dengên xwe yên bilerz (D, J) dikin bêlerz û herwiha i-ya wan winda dibe:

  • di kitêbê de à t’kitêbê da
  • ji malê à ş’malê
Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s