Zimanname kovareke elektronîkî ya zimannasî û kurdînasî ye. Zimanname dê mehê carekê derkeve. Tê de nivîsên li ser zimanê kurdî û zimannasiyê bi kurdî (hemû zarava û herdu alfabe) tên weşandin. Em herwiha cih didin lêkolînên bi zimanên din yên li ser zimanê kurdî bin û lêkolînên bi kurdî yên li ser zimanên din.
Di hejmarên pêşîn de em ê giringiyê bidin nasandina devok û zaravayên zimanê kurdî.
Em li benda nivîsarên we ne bo yekem hejmara kovarê. Hejmara 1. meha 8/2015 derdikeve. Nivîsên xwe bo hejmara 1 berî 25.7. bigihînin me.
Li gel silavên germ,
Husein Muhammed: kovara.zimanname@gmail.com